• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

    Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

    Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    Otomatik taslak

    Şîna Mahmut Akgul: Şehîdên salên 90î bû hişyarbûna gelê Kurd

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

    Xwestin Mehmet Saît Yildirim tavilê were berdan

    Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Şêrko Kanîwar hat binçavkirin

    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    ‘Divê em ala ku şehîdan ji me re hiştine bigihînin asta herî jor’

    Otomatik taslak

    Şîna Mahmut Akgul: Şehîdên salên 90î bû hişyarbûna gelê Kurd

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

    Rewşa girtiyê nexweş Yildirim ber bi başiyê ve diçe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dogan Cîhan: Kurd ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî bûn

Firat Tûnç / AW

26 TEBAX 2026 - 13:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Riha – Rojnameger Dogan Cîhan derbarê entegrasyona leşkerî û îdarî ya li Rojava û Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku Kurd êdî ji pozîsyona parastinê derbasî têkoşîna siyasî û xebatên destûra bingehîn dibin. Cîhan diyar kir ku li ser fermîbûna zimanê Kurdî jî lihevkirinek çêbûye û dê rewşa YPJê jî zelal bibe.

Piştî peymana 29ê Çileyê ya di navbera Rêveberiya Xweser-Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Şamê de pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rojava û Sûriyeyê de berdewam dike. Li gorî peymana 29ê Çileyê gelek saziyên leşkerî, îdarî û hwd. entegre bûn. Duh piştî hevdîtînên ku li Şamê di çarçoveya temamkirina bendên peymana 29ê Çileyê ya di navbera HSD û Şamê de hate kirin. Di hevdîtinê de heyeta Rojava gelek daxwazên xal bi xal radestî heyeta Şamê kir. Nayê zanîn ku bê ka gelo ev xal hemû hatine pejirandin an na.

HSDê xwe fesix kir

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî piştî hevdîtinê bi Kurdî û Erebî daxuyaniyek li koşka gel a li Şamê da. Mezlûm Ebdî ragihand ku HSDê xwe fesix kiriye û û pêvajoya entegrasyonê temam bûye û dê êdî HSD di nav artêşa Sûriyeyê de cih bigire.

Rojnameger xwedî ezmûn Dogan Cîhan ku demek dirêje li Rojava û Sûriyeyê geşdanan dişopîne, derbarê mijara entegrasyonê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Çar lîwa tev li Wezareta Parastinê bûn’

Dogan Cîhan bi bîr xist ku ev 7 meh in di warê leşkerî û îdarî de xebatek pir mezin hat meşandin û anî ziman ku qonaxa yekemîn entegrasyona leşkerî bû û diyar kir ku çar lîwayên sereke tev li Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bûne û wiha got: “Lîwaya Dêrikê, Lîwaya Qamişloyê, Lîwaya Hesekê û Lîwaya Kobanê yên ku her yek ji wan ji hezar û 300 kesî pêk tên, tev li Wezareta Parastinê bûn. Endam û fermandarên van tugayan berê jî endamên HSDê bûn. Hêzên li van tugayan perwerdeyên xwe temam kirine û li gorî cihên ku Wezareta Parastinê diyar kirine, hatine erkdarkirin.”

‘Kurd tev li avakirina Sûriyeya nû dibin’

Dogan Cîhan bal kişand ser entegrasyona îdarî jî û destnîşan kir ku li herêma Hesekê bi tayînkirina Waliyê Hesekê Nûreddîn Ehmed re, saziyên Rêveberiya Xweser tev li wezaret û gerînendeyên saziyên dewleta Sûriyeyê bûne û ev yek anî ziman: “HSD û Rêveberiya Xweser 15 salan Sûriyeyê li dijî rejîma Baasê û DAIŞê diparast û her di pozîsyona parastinê de bûn. Niha bi peymana 29ê Çileyê re, êdî ji pozîsyona parastinê derbasî nav artêş û îdareya Sûriyeya nû û pêvajoya ji nû ve avakirinê dibin.”

‘Li ser fermîbûna zimanê Kurdî lihevkirinek çêbûye’

Dogan Cîhan da zanîn ku mijareke herî krîtîk a ku di hevdîtinan de hatiye nîqaşkirin jî fermîbûn ango statuya zimanê Kurdî ye û destnîşan kir ku di hevdîtinên 24ê Tebaxê de rewşa zimanê Kurdî xala yekemîn a li ser maseyê bûye û Mazlûm Ebdî jî ev mijar weke “xeta sor” binav kiriye. Dogan Cîhan bal kişand ser konsensusa di navber heyetan de û axaftina xwe wiha domand: “Di navbera aliyan de konsensusek çêbûye ku mufredata perwerdehiya bi zimanê Kurdî bidome. Biryarnameya 13an ku tenê hefteyê 2 saet dersên hilbijartî dida, lê ev yek nedibû bersiv. Em dinêrin ku êdî dê tiştekî ji vê zêdetir çêbibe. Di vê çarçoveyê de mekanîzmeyeke çawa bê dayîn ev hatiye nîqaşkirin. Ez bawerim li ser mijara ziman lihevkirinek çêbûye. Tê payîn ku îro di saetên pêş de serokkomar Ehmed Şera derbarê zimanê Kurdî de biryarnameyeke nû biweşîne.”

‘Wê statuya YPJê jî zelal bibe’

Dogan Cîhan di dawiya axaftina xwe de behsa YPJê û têkoşîna siyasî ya li pêşiya Kurdan kir û destnîşan kir ku berê Kurd bênasname bûn, lê bi peymana 29yê Çileyê re bûn pêkhateyeke siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê û wiha got: “Ji niha û pê ve mijara herî sereke siyaset e. Kurd dê ji bo Sûriyeyeke demokratîk, xweser, îstîqrarkirî û yekpare têkoşîna siyasî bimeşînin. Di pêvajoya pêşiya me de nivîsandina Destûra Bingehîn heye û Kurd dê ji bo mafên xwe di destûrê de mayînde bikin, bixebitin. Her wiha di navbera endama Fermandariya Giştî ya YPJê Newroz Ehmed û Wezîrê Karên Hundirîn Enes Xetab de li Şamê civînek pêk hat. Di wê civînê de dê siberoj û rewşa YPJê jî wê zelal bibe.”

Etîket: Entegresyona HSDêHikûmeta Demkî ya ŞamêMezlûm EbdîRojnameger Dogan Cîhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

Îlham Ehmed û Mezlûm Ebdî dê îro biçin Şamê

24 TEBAX 2026
Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

22 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Mazlûm Ebdî: Ma waştişê xo Şamî rê vatî, ma paweyê cewabî yê

Ebdî: Ji bo çareserkirina dosyeya dadgeriyê lihevkirinên nû çêbûn

11 GULAN 2026
Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

29 NÎSAN 2026
Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

7 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şîna ji bo cangoriyan li Wanê dest pê kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne