Hate zanîn ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, îro dê biçin paytexta Sûriyeyê Şamê.
Çavkaniyek taybet ji ANHAyê re ragihandiye ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro dê biçin paytexta Sûriyeyê Şamê û dê bi rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bikin.
Li gorî çavkanî; dê ev serdan di çarçoveya gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî pêvajoya entegrasyonê pêk were.













