• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşvanên hêviyê Hakî Karer li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn

Dîlok / AW

4 COTMEH 2025 - 13:07
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Jinên ku bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin, ji kadroyên pêşeng ên PKKê Hakî Karer li cihê ku lê hat qetilkirin, bi bîr anîn.

Meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşmeya “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin, di roja xwe ya çaremîn de li Dîlokê berdewam dike. Jinan li navçeya Şahînbey a Dîlokê, ji kadroyên pêşeng ên PKKê Hakî Karer, bi bîr anîn. Jin, li ber avahiya navçeya Şahînbey a DEM Partiyê kom bûn û ber bi Kolana Hejmar 67024 a li taxa Cengîz Topel ku Hakî Karer lê hatibû qetilkirin, meşiyan. Jinên ku bi qurnefîlên di destên xwe de meşiyan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Mafê heviyê mafê gelan e” berz kirin. Piştî meşê, Parlamentera Mûşê Sumeyye Boz daxuyaniyek da.

Sumeyye Boz destnîşan kir ku meşa ji Amedê heta Enqereyê ne tenê ji bo daxwazên wan e û got ku her gaveke wan ji bo demokrasî û azadiyê, her wiha ji bo hevrêyên ku di têkoşînê de winda kirine. Sumeyye Boz diyar kir ku ew ê di tevahiya meşê de kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin û got: “Em îro li vir in. Rêberê Gelê Kurd jê re digot ruhê min ê veşartî. Dema ku Hakî Karer ji aliyê faşîzmê ve hat kuştin, wan dixwest têkoşîna hevpar li cihê ku lê hat gulebarankirin bi dawî bikin. Ji ber ku ew ditirsiyann ku ew şoreşgeran bîne cem hev. Ew ditirsiyan ku şoreşgerên tirk û kurdan werin cem hev. Wan dixwest hêviyê tune bikin. Wan ew kuştin da ku pêşî li vê yekê bigirin. Em îro li vir in ku têkoşîna heval Hakî bigihêje armanca xwe. Em ê têkoşîna wî berfirehtir bikin.”

Sumeyye Boz destnîşan kir ku îro di heman demê de salvegera kuştina Nagîhan Akarsel e jî û got: “Îro, em wekî jinên kurd, tirk, ereb, misilman, êzidî û yên din, di rêya wan de dimeşin. Em piştgiriyê didin têkoşîna navneteweyî ya heval Nagîhan, heval Hakî û heval Emîne Erciyes. Îro, bi vê meşê, tê dîtin ku ev têkoşîn gihîştiye armanca xwe. Em dibêjin ku ev meş dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were tacîdarkirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û mafên wî yên demokratîk werin naskirin. Em dibêjin ku bê Ocalan çareserî nabe, bê jinan çareserî nabe.”

Etîket: BîranînDîlokHakî Karermjeşvanên hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne