• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Meşvan li Mêrsînê ne: Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin

Mêrsîn / AW

19 KANÛN 2024 - 17:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrsîn – Beşdarvanên “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li Mêrsînê bi xelkê re civiyan. Meşvanan diyar kirin ku ew sibê li Enqereyê ne û dê banga çareseriyê û azadiyê li Meclisê bikin.

 

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” tê lidarxistin. Meşvanên azadiyê piştî Edeneyê, berê xwe dan Mêrsînê. Şandeya meşvanan ku ji Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, siyasetmedar û nûnerên rêxstinên sivîl pêk dihat li Parka Aştiyê ya navçeya Akdenîzê bi girseyî di nava coş û peroşê de hatin pêşwazîkirin. Girseyê bênavber dirûşmên weke “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Gelê Kurd dimeşe azadî dixwaze” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kir.

Piştî pêşwaziyê li Parkê daxuyanî hat dayîn.

‘Em ê sibê banga çareseriyê li Meclisê bikin’

 

Azîz Ozkan

Ji Qada Kedê Azîz Ozkan ê di meşê de cih digire ewilî axivî û wiha got: “Me li Amedê meşa xwe da destpêkirin û îro em gihîştin Mêrsînê. Me bi vê meşa xwe piştgirî da bangawaziya rewşenbîran. Em sibê li Enqereyê li ber Meclisê ne. Em ê sibê bang li Meclisê bikin. Em ê banga çareserî û azadiya mayînde bikin. Em wekî kedkaran şer li welatê xwe û li Rojhilata Navîn naxwazin. Em ne şer, em jiyanê diparêzin. Em ne şer em aştî û azadiyê diparêzin. Şer kuştin û tecrîd e. Polîtîkaya tecrîdê ji Îmraliyê dest pê kir û îro hem li hemû girtîgehan û hem jî li derve didome. Em li dijî tecrîdê, çareseriya demokratîk û azadiyê diparêzin.”

Dayika Aştiyê: Êdî dayik şer naxwazin azadiyê dixwazin

 

Meryeme Tûra

Dayika Aştiyê Meryem Tûra ya di meşê de cih digire jî axivî û anî ziman ku ew ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin û wiha got: “Dayik şer naxwazin. Bila xwîna tu kesî nerije. Banga me li Serokkomar heye. Bila destekî xwe dirêjî îradeya gelê Kurd û destekî xwe jî dirêjî îradeya gelê Kurd û rojavayê Kurdistanê neke. Em dibêjin destên xwe yên qirêj ji ser îradeya gelê Kurd û rojavayê Kurdistanê rakin. Bila hemû dayik werin em destê aştiyê bilind bikin. Heta ku tecrîd ranebe, yek ji me jî azad nabe. Em azadiya birêz Abdullah Ocalan dixwazin. Em dayik çareseriyê dixwazin. Bila êdî dayik negirîn û hêstirên wan nebar e. Ez bang li Erdogan dikim êdî bes e hûn rê didin ku hêstirên çavên dayikan dibarin. Em dibêjin li vî welatî bila aştiyek mayînde pêk were.”

‘Bi salan e gelê Kurd ji bo azadiyê dimeşe’

 

Salîha Aydenîz

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz jî anî ziman ku gelê Kurd û dostên gelê Kurd bi salan e ji bo azadiyê û demokrasiyê têdikoşin û dimeşin û wiha axivî: “Gelê Kurd û dostên xwe tu carî dest ji berxwedan û meşa xwe bernedan. Wê azadî û demokrasî pêk were. Em bi azadiyê û demokrasiyê bi bawer in. Ev pênc roj in hevalên me ji bo çareseriya demokratîk û azadiyê dimeşin. Em ji vir dibêjin, bila li ber aştiyê û azadiyê barîkatan daneynin. Bila ji bo şer barîkatan deynin. Gelê Kurd ji bo aştiyê dimeşe. Dixwazin li Rojhilata Navîn bê gelê Kurd sînoran xêz bikin û bê wan sînoran ava bikin. Em ê nehêlin ku Lozanek din li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk were. Heke Lozanek din pêk were wê Rojhilata Navîn wê di nav krîzan de bimîne û xwîn wek golê biherike. Di navenda şerê wan de jî kuştin û tunehesibandina gelê Kurd heye. Heta îro polîtîkaya wan bi ser neket wê ji niha şûn ve jî bi ser nekeve. Ji me re jî jiyanek hevpar û azad mîna rojavayê Kurdistanê lazim e.”

‘Bê birêz Ocalan çareserî li pêş nakeve’

Aydenîz, diyar kir ku ew ji vir bang li desthilatdariyê û muxalefetê dikin û wiha got: “Çareserî bi azadiya gelê Kurd pêkan e. Tevahiya cîhanê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd di nava têkoşînê de ye. Lê belê desthilatdariya heyî şer, kuştin, tunehesibandina Kurdan dixwaze û polîtîkaya xwe dimeşîne. Werin em îro werin li Meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêkla Kurd biaxivin. Îro bi milyonan gelê Kurd û dostên xwe îradeya xwe ya çareseriyê birêz Abdullah Ocalan nîşan dide. Her kes baş dizane û dewlet jî baş dizane bê birêz Ocalan çareserî li pêş nakeve. Em ê heta dawiyê û heta çareserî û azadî pêk were dê meşa me bidome.”

Şande piştî daxuyaniyê li oteleke bajêr bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya û li ser armanca meşê axivî û qala pêvajoyê kir.

Etîket: Azîz OzkanMêrsînMeryem TûraMeşa Çareseriya Demokratîk û AzadiyêPlatforma Saziyên DemokratîkSalîha Aydenîz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

1 COTMEH 2026
Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

Tevî 3 şaredarên Mersînê 59 kes hatin binçavkirin

1 COTMEH 2026
Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

6 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne