Wêne: Arşîv
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên dijîtal û kampanyayên reşkirinê yên li ser siyasetmedarên Kurd tê kirin, daxuyaniyek weşand û wiha got: “Li dijî van êrişên şerê taybet ku nirx û têkoşîna me hedef digrin, divê em bi helwesteke zane û rêxistin bibin bersiv.”
Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî êrişên dîjîtal, nûçeyên derew û kampanyayên reşkirinê yên ku li ser platformên medyaya dijîtal ên li ser siyasetmedar, saziyên Kurd û gelê Kurd tên kirin, daxuyaniyek bi niviskî belav kir.
‘Di vê pêvajoyê de tundî bi her rengî bandor li jiyana me dike’
Platformê diyar kir ku berpirsyariya ku weke tevgera jinên Kurd, siyaseta demokratîk a Kurd û saziyên welatparêz girtiye ser milê xwe, serkeftin û mîrasa têkoşîna bizehmet a bi salan e û wiha got: “Em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin ku; di vê pêvajoyê de tundî bi her rengî bandorê li jiyana me dike, dorpêça jenosîdê hêj jî berdewam dike û têkoşîna me ya ji bo pêşerojeke demokratîk û azad bi her aliyî ve rastî êrîşan tê. Li hember veguherîn û veguhestina ku pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkeş dike, yên ku xwe dispêrin êrîşan û bi vê helwestê li dijî vê pêvajoyê derdikevin, ji bo me ne rewşeke nû ye. Kesên ku nirxandin û gotinên Rêber Abdullah Ocalan berovajî dikin, ên ku hêza avaker a aştî û azadiyê dixwazin têk bibin ên ku hewl didin têkoşîna bi rûmet a gelan ku li gel dîwarên tecrîdê didome bê îtîbar bihêlin, bila bizanibin ku; pratîka wan kesan ne li ser dîrokê li ser avê hatiye nivîsandin. Ev kes an jî ferasetên ku îro derdikevin li pêşberî me an jî derdixin li pêşberî me, ew kes in ku; li dijî têkoşîn û serkeftina Kurd a ku di hafize û dîroka gelan de bi cih girtîye, nerazîbûn nîşan didin.”
‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hedef digirin’
Platformê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku êrişên bê îtîbar hiştinê yên ku li dijî tevî destkeftiyên herêmî û giştî yên ku gelê Kurd bi îradeya xwe bi dest xist, pêk tên, weke hewldanên berovajîkirina rojevê û hedefgirtina berpirsyariya dîrokî dimeşinin û wiha domand: “Em bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne ku bi salane didomin û îro jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hedef digirin. Di pêvajoyeke ku qada siyaseta demokratîk bi her alî ve girîngtir bûye, derfetên aştî û azadiyê ku bi ked û baweriya gelê Kurd ewqas nêzî serkeftinê bûye de pêkhatina van êrîşan ne tesadufî ye. Feraseta înkarê ya ku bi salane hewl dide têkoşîna Kurdan têk bibe, ciwan û jinan bê rêxistinkirî bihêle hêj jî hebûna xwe didomîne. Berovajî vê yekê, ev rastî; ji bo pêvajoya muzakereyê ya ku ji 27ê Sibatê û vir ve dewam dike, bi serkeftinî bimeşe, yek ji sernavkên esasî ya têkoşînê ye.”
‘Divê em bi helwesteke zane û birêxistinî bibin bersiv’
Platformê di dawiya daxuyaniyê de bi lêv kir ku bi gel û rêhevalên xwe yên têkoşînê re armanca wan ya sereke ew e ku; ew bi ked û berpirsyariyeke dîrokî ji pêwistiyên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv û ev tişt gotin: “Li ser vê esasê divê her ferd û saziyên têkoşîna, li hemberî van navendên qirêj peywir û têkoşîna xwe bidomînin. Li hemberî tevî êrîşên şerê taybet ku nirx û têkoşîna me hedef digrin, divê em bi helwesteke zane û rêxistin bibin bersiv. Sekneke bi vî rengî rastiya têkoşîna me ye ku heya îro hebûna xwe parastiye. Bila gelê me û rêhevalên têkoşîna me bi bawer bin ku; em ê bi têkoşîna xwe ya hiqûqî û rêxistinî; em ê wan kesên ku hewl didin bi tifaqên qirêj zirar didin têkoşîn û jiyana me di qadên tifaqên wan de dîl bigirin û em ê li her deveran wan teşhir bikin. Ên ku taritî ji xwe re kirine rê, wê teqez li hemberî ronahiya têkoşîna me ya azadiyê ku qet dawî lê nayê, yek bi yek têk biçin.”













