Tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, şaredarê Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer 59 kes bi îdiaya “gendeliyê” hatin binçavkirin.
Bi îdiaya gendeliyê kirine Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer, Şaredarê navçeya Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û Şaredarê navçeya Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer jî di nav de 59 kes îro serê sibê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku li şaredariyan û malên kesên hatine binçavkirin lêgerîn didomin.
Şaredarê Bajarê Mezin Vahap Seçer di heman de demê de Serokatiya Yekitiya Şaredariyan a Tirkiyeyê jî dike.













