Derbarê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrsînê Vahap Seçer û şaredarê navçeya Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer de biryara girtinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Mersînê derbarê Şaredarê Bajarê Mezin a Mêrsînê Vahap Seçer, şaredarê navçeya Yenîşehîrê Abdullah Ozyîgît û şaredarê Mezîtliyê Ahmet Serkan Tuncer de bi îdiaya ‘Neliritiyê’ lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de her 3 şaredar jî di nav de 60 kes hatin binçavkirin. Piştî kar û barên emniyetê yên hatine binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger Vahap Seçer, Abdullah Ozyîgît û Ahmet Serkan Tuncer jî di nav de 50 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û 10 kes jî wan bi biryara kontrola edlî hatin berdan.
Dadgehê derbarê her 3 şaredaran de biryara girtine da û îfadeya yên hatine girtin didome.








