• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Oxirbe hevalê delal Nûreddîn

Navenda Nûçeyan / AW

12 TEBAX 2025 - 18:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî di merasîma yek ji pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî de axivî û got: “Tu caran bila çavê te pişt nemîne em hevalê te gelê emê ala te hildayî hildin. Em soza serkeftinê didin. Oxirbe hevalê delal Nûreddîn oxirbe ey şehîd.”

Di merasîma oxirkirina Fermandar û Pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî ku li Stada Şehîdên 12ê Adarê pêk hat de Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî axivî.

Fermandar Mazlûm Ebdî diyar kir ku heval Nûreddîn Sofî di salên 90î de beşarî şoreşê bû, berî 35 salan dest bi şoreşê kir û li ser wî esasî xebatên xwe meşandin.

Mazlûm Ebdî got: “Heval Nûreddîn li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. 24 salan tevayî çiya û parçeyên Kurdistanê geriya û ew nas kirin. Di nava gerîlla de giha astên herî bilind. Îro çiyayên Kurdistanê gerîlayên li wan çiyayan heval Nûreddîn weke şervan û fermandarek bi cesaret nas dikin.

Heval Nûreddîn piştî 24 salan li çiyayê Kurdistanê bi herfên zêrîn navê xwe neqişand. Li ser xwesteka hevalên wî, li ser xwesteka me hemûyan 2013 tevlî şoreşa Rojava bû heta şehadeta xwe. Di tevayî saziyên şoreşê de keda heval Nûreddîn heye. Di şoreşê de bi navê  Adil xebat da meşandin”.

Mazlûm Ebdî anî ziman ku hemû hevalên li Rojava ew weke pêşengek nas kirin û wiha domand: “Keda wî di hemû saziyên me de heye. Di zansita gel de, di biratiya gelan de kedek wî ya mezin heye. Sala 2017an bi awayek xurt tevlî şerê dijî DAIŞê bû. Heval Nûreddîn di hemû operasyonan de cih girt ji Reqa heta Dêrazorê û fermandarî kir. Li Baxozê fermandarê wê cengê bû.”

Mazlûm Ebdî têkoşîna Fermandar Nûreddîn a di Berxwedana Serdemê de bi bîr anî û wiha got: “Li wir hêza me rêve dibir. Heta dawî Berxwedana Serdemê bi rê ve bir. Em dikarin bêjin şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevayî ast û qadên wê de heval Nûreddîn hebû. Kedeke xwe ya mezin hebû. Ji bo wê em dibêjin Şoreşa Bakur û Rojhilatê  Sûriyê minettarê heval Nûreddîn e. HSD, xebatên siyasî minetdarên heval in. Pêşketina tifaqa gelan minettarê heval Nûreddîn e. Ji ber ku pêşengî kir, bi her kesî re di têkiliyan de bû. Bi Ereban re ereb bû, bi Kurdan re kurd bû, bi Suryanan re suryan bû. Vê jî serkeftin ji Şoreşa Rojava re anî.”

Mazlûm Ebdî got: “Em careke din dibêjin, dê xebata me bidome. Îro em piştî 14 salên şerê dijwar di pêvajoyeke diyalogê. Şehîdên me xwîna xwe rijandin. Em dixwazin bi encam bikin. Em di hizûra şehîdan de soz didin, çawa me xebata li dijî DAIŞê da meşandin, emê vê  xebatê  jî bidomînin. Dê xwîna şehîdan vala neçe. Îro dê HSD, saziyên me ku heval Nûreddîn têde cih girt, di Sûriyeya nû de cih bigirin. Çawa ku gelê me li cem şehîdên xwe û hêzêne xwe cih girt dê îro jî li gel wan cih bigire. Çawa ku hevalên me bi qehremanî ev şer dan meşandin, niha jî  dê vê pêvajoyê bimeşîne. Em hêvîdarin ku çawa gelê me di pêvajoya şerê li dijî DAIŞê de piştgirî da HSDê, dê niha jî bi heman awayî piştgiriyê bide”.

Fermandar Mazlûm Ebdî bi zimanê erebî bang li gelê Ereb ê beşarî merasîmê bibûn kir û got: “Baweriya heval Nûreddîn bi hevgirtina gelan hebû û di wê rêyê de têkoşiya. Têkiliya wî bi gelê Ereb re xurt bû û hêzên me yên Ereb pir jê bawer bûn. Ew yek ji hevalên destpêkê bû ku pêkhate di nava Rêveberiya Xweser de bicih kir. Em bi hevalê xwe serbilind in”.

Mazlûm Ebdî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di hizûra we, şehîdan de dibêjin şoreşgerê mezin fermandarê hêja, rêheval Adil, rêheval Nûreddîn Sofî em bi te serbilind in, hevalê te û gelê te bi te serbilind in. Bila rihê te şand be. Tu caran bila çavê te pişt nemîne em hevalê te gelê emê ala te hildayî hildin. Em soza serkeftinê didin. Oxirbe hevalê delal Nûreddîn oxirbe ey şehîd.”

Etîket: cenazeMazlum EbdîmerasîmSofî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

Cenazeyê 153 qurbaniyên dê li Silêmaniyê veşêrin

26 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne