• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Em ji parastinê re jî û ji diyalogê re jî amade ne

Navenda Nûçeyan / AW

6 KANÛN 2024 - 15:36
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê tevgereke lezgîn a ji bo parastina sivîlan pêwîst dike û got “HSD amade ye tevahiya gelên herêmê biparêze. Em ji tevahiya gelê herêmê dixwazin ku li dora HSDê kom bibin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî bûyerên dawî yên li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê diqewimin civînek çapemeniyê li bajarê Hesekê li dar xist. Daxuyanî bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Fermandara YPJê Rohilat Efrîn pêk hat.

HSD ji bo parastinê amade ye

Di destpêkê de Fermandar Mazlûm Ebdî axivî û diyar kir ku tevgereke çeteyên DAIŞê çolistana Sûriyeyê (Badiye) heye û got: “Em ji gelê xwe yê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê re dibêjin bila dilê we rehet be; HSD amade ye tevahiya gelên herêmê biparêze. Em ji tevahiya gelê herêmê dixwazin ku li dora HSDê kom bibin.”

Mazlûm Ebdî da zanîn ku li Sûriyeyê geşedanên nû hene û hêzên hikumeta Şamê ji nişka ve hilweşiyane û wiha pê de çû: “Rewşa heyî ya li Sûriyeyê tevgereke bilez a ji bo parastina sivîlan û sepandina ewlehiya herêmên bakur û rojhilat neçar dike.”

Mazlûm Ebdî got: “HSDê ji bo rizgarkirina sivîlên li gundewarên Helebê korîdoreke mirovî vekir û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî beşeke mezin a niştecihan ji Til Rifet û Şehbayê derxistin û hewldanên wan ên derxistina şêniyên din hene.

Xetereya bi deh hezaran welatî

Mazlûm Ebdî têkildarî taxên Kurdan ên li Helebê jî diyar kir ku nêzî 250 hezar kes li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene û di xetere û dorpêçê de ne û axaftina xwe wiha domand: “Hêzên me yên xwecih ên ji xelkê taxê li wir hene. Ev hêz bi qehremanî gelê me diparêzin û heya vê demê jî di çeperên xwe de parastinê dikin. Em dixwazin pirsgirêka taxên Kurdan ên li Helebê bi rêya diyalogan a di çarçoveya ku xelkê me li wir bimîne û nasnameya xwe ya kurdî biparêze û li Heleba nû de cihê xwe bigire, were çareserkirin. Hewldanên me yên ji bo çareserkirina vê yekê jî hene.”

‘Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne’

Mazlûm Ebdî bal kişand ser gefên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî kantona Minbicê û wiha got: “Li hemberî van gef û êrişan ev 4 sal e me tedbîrên xwe girtine. Hêza me ya parastinê têrê dike. Erka me parastina herêmê me. Em dixwazin bi rêya diyalogan pirsgirêkan bi Tirkiye re çareser bikin. Ji bo tesnyon dakeve hewldanên Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî hene.”

‘Çeteyên DAIŞê dîsa ketine dewrê’

Mazlûm Ebdî der barê rewşa li bejahiya Reqa û Dêrazorê de jî agahî dan û diyar kir ku piştî vekişandina hêzên hikumeta Şamê tevgerên çeteyên DAIŞê li wir derketin û ev yek anî ziman: “Divê em herêmên Dêrazor, Tebqa û Reqa ji êrişên DAIŞê biparêzin. Li hemberî xetereya çeteyên DAIŞê li herêmê, hewldanên me bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re hene.”

Mazlûm Ebdî diyar kir ku geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara navneteweyî ya 2254an pêwîst dike.

Ebdî: Têkiliyên me bi hemû aliyan re hene

Mazlûm Ebdî diyar kir ku ji bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî nîqaşên wan bi Heyet Tehrîr El Şam re hene û got: “Heya niha şer di navbera hêzên me û Heyet Tehrîr El Şam de çênebûye. Em dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişan dûr bixin. ”

Mazlûm Ebdî da zanîn ku têkildarî geşdanên dawîn de têkiliyên wan Iraq jî di nav de bi hemû aliyan re hene.

Efrîn: Tirkiye serkêşiya van êrişan dike

Fermandara YPJê Rohilat Efrîn jî wiha got: “Tirkiye serkêşiya van êrişan dike û diyar kir ku YPJê dê parastina gel bidomîne, Hêza Parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Yekîneya Şehîd Avesta Xabûr û Yekîneya Şehîd Jiyan Tohildan li eniyên pêş in”

Rohilat Efrîn anî ziman ew ê hemû hewldanan bikin heya şervanên dîlgirtî yên ketine destê çeteyan rizgar bikin.

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêDAIŞHelebHSDHTSMazlum EbdîRohilat EfrînRojavaSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne