• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Şirnexê ji bo xwezayê meşiyan: Aştî ji Cûdî û Gabar destpê dike

Şirnex / AW

21 GULAN 2025 - 19:22
Kategorî: EKOLOJÎ, ROJANE
A A
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk ku di daxuyaniya li dijî qîrkirina xwezayê de axivî, anî ziman ku ew qirkirina xwezayê qebûl nakin û got: “Aştî ji xwezayê destpê dike. Ji Cûdî û Gabar destpê dike.”

Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê, li dijî qirkirina xwezayê li qada Omer Kabak a Şirnexê daxuyanî da. Endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên giredayî Platforma Kêd û Demokrasiyê ya Şirnexê, Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Huseyîn Bîrlîk, hevşeredarên navçeyên Şirnexê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Girsê beriya daxuyaniyê li qada Cumhuriyetê heta qada Omer Kabak meşiyan. Girseyê di meşê de pankarta “Hebûna xwezayê xwebûna me ye” hilgirtin û dovîzên “Dar û daristanên Botanê qirkirin faşîst û hovan”, “Hebûna xwezayê pêşeroja me ye” û “Polîtikayên li dijî erdnîgariyê tu car qebûl nakin” rakirin.

Girseyê heta qada Omer Kabak bi berzkirina dirûşmeyên, “Cûdî azad e wê azad bimîne”, “Xweza jiyanê jiyanê nekuje”, “Bijî berxwedana Cûdî”, “Dar birîn talan e, berxwedan jiyan e”, “Şirnex ranekeve xwedî li xwezayê derbikeve” û “Bê xweza jiyan nabe” meşiyan. Li qada Omer Kabak di navbera girseyê û polîsan de alozî derket û girseyê bi dirûşmeyan bertek nîşanî mudaxaleya polîsan dan.

‘Werin bi hev re xwezayê biparêzin’

Di daxuyaniyê de berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Adnan Şenbayram axivî û anî ziman ku di sala 2018an vir ve li Sirnexê dar tên birîn û wiha got: “Xwezaya Şirnexê tê qirkirin. Aştî ji gundên ku hatin şewitandin û darên wê hatinê birîn destpê dike. Aştî bi dawî anîna qirkirina xwezayê vê destpê dike. Em li vir bang dikin. Em li vir ji bo siya ku li me hatiye dizîn dimeşin. Taxrîbata li Gabarê bibînin. Em ji rayedarên dewletê re dibêjin ku heke hûn ji dilbin bi gotina, ‘Xweza nayê talankirin” wê li cem me bibûna. Em dibêjin werin bi hev re xwezaya xwe biparêzin.”

‘Aştî ji xwezayê destpê dike’

Piştrê jî Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBPê Huseyîn Bîrlîk axivî. Huseyîn Bîrlîk bi lêv kir ku nezikatiya li dijî gel di heman demê a li dijî xwezayê ye û wiha domand: “Xwezaya Kurdistanê talan kirine. Em vê yekê qebûl nakin. Heke aştiyeke bibe divê bi hev re bibe. Em nezikatiya emniyeta Şirnexê ku xwest me asteng bike jî qebûl nakin. Ew gel ji bo xwezaya xwe biparêze îro li ber xwe dide. Ew yek ji bo vê komarê şerm e. Em bang li hemû saziyên dewletê yên alaqadar re dibêjin divê ew qîrkirin bi dawî bibe. Digotin ewlehî lê edî hewcedarî nema. Birêz Ocalan bang li rêxistina xwe kir û di 12ê Gulanê de PKKê xwe fesîh kir. Edî nikarin ewlehiyê weke hincet nîşan bidin. Aştî ji xwezayê destpê dike. Ji Cûdî û Gabar destpê dike.”

‘Dar ne ji bo ewlehiyê ji bo aboriyê tên birîn’

Serokê CHPê yê Şirnexê Saît Namdar jî bertek nîşanî qirkirina xwezayê da û got: “Darbirîn ne ji bo ewlehiyê edî ji bo aboriye tên kirin. Birîna daristanên me zirarê dide ekosîstema me. Em weke CHP dibêjin dawî li qirkirina xwezayê bînin.”

Endamê OHDê Serfiraz Azad jî destnîşan kir ku ew ê ji aliyê hiqûqî ve têkoşîna li dijî xwezayê bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Beriya meheke me serî li daristana bajêr da. Em li benda bersivê ne. Li gor bersivê em ê rêyên hiqûqî vê ji bo pêşî li qirkirina xwezayê bigrin têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: airkirinÇalakîŞirnexXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne