• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Şirnex û navçeyên wê bîranîna şehîdan didome

Şirnex / AW

12 ÎLON 2026 - 12:57
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li Şirnex û navçeyên wê bi serdana girseyî didomin.

Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê tê lidarxistin. Bîranîn di roja duyemîn de berdewam dikin. Bi hezaran welatî serdana bîranînan dikin.

Şirnex

Li navenda Şirnexê bîranîna cangoriyan li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li taxa Yeşîlyûrtê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bernameya bîranînê bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin. Bi sedan welatiyên serdana bîranînê dikin bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz dikin. Bîranîn bi kirina dûayan berdewam dike.

Silopiya

Bernameya bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê li Mizgefta Valî Kamîl Acûn a li Taxa Dîcleyê ya li navçeya Silopiyayê tê lidarxistin jî didome. Li cihê bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, pankartên “Şehîd ronahiya rêya me ne” û “Şehîd rûmeta me ne” hatin daliqandin. Dayîkên Aştiyê ku tev li bîranînê bûn nêzî cihê bîranînê kom bûn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” heta cihê bernameya bîranînê meşiyan. Malbatên şehîdan û kesên tev li bîranînê bûyî Dayikên Aştiyê bi çepik û dirûşman pêşwazî kirin. Bernameya bîranînê bi serdanan didome.

Hezex

Li Mala Şînê ya Mizgefta Konûtan a li Taxa Atakentê jî bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê di roja duyemîn de berdewam dike. Wêneyên cangoriyên azadiyê yên ku hatine aşkerekirin li cihê bîranînê bi gul û rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Her wiha wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şehîd ronahiya rêya me ne” û “Şehîd rûmeta me ne” hatin daliqandin. Malbatên şehîdan û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek welatî bi awayekî girseyî serdana bîranînê dikin. Di bîranînê de her tim dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” tên berzkirin.

Qileban

Bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê li Mala Şînê ya li Taxa Şantiyê ya li Gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê tê lidarxistin jî di roja 2yemîn de berdewam dike. Li cihê bîranînê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên, “Şehîd ronahiya rêya me ne” û “Şehîd rûmeta me ne” hatin daliqandin. Malbatên şehîdan jî qûrnefîl danîn ser wêneyên zarokên xwe. Bi sedan welatiyên serdana bîranînê dikin êşa malbatan parve dikin û diyar dikin ku şehîd şehîdên gemû gelê Kurd in.

Elkê

Li gundê Germavê yê navçeya Elkê jî Endama YJA-Starê Sozdar Abî (Jînda Feraşîn) di roja duyemîn de tê bibîranîn. Bîranîna ku li ber mala malbatê tê lidarxistin ji aliyê gelek welatiyan ve tê ziyaretkirin. Welatiyên ku tev li bîranînê bûn dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku dê xwedî li mîrateya têkoşîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin û destnîşan kir ku dê têkoşîna wan mezin bikin. Bîranîn wê bi dayîna mewlîdê îro bi dawî bibe.

Etîket: bîranîna şehîdanşehîdên Şirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

4 COTMEH 2026
Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

20 ÎLON 2026
Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Du bira, du şehîd: Agir Adar

Du bira, du şehîd: Agir Adar

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne