• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sêrtê banga 1ê Gulanê: Em bibin yek û li ber zextan rabin

Abdullah Esen / AW

29 NÎSAN 2026 - 10:40
Kategorî: KED Û ABORÎ, MANŞET
A A
Sêrt – Nûnerên DÎSK Genel Îşê yên Sêrtê Adnan Toprak û Meryem Erbek, ji bo mitînga 1ê Gulanê Cejna Karkeran bang li hemû kedkaran kirin ku li Qada Demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û destnîşan kirin ku heke karker bibin yek, dikarin li dijî zextan bisekinin.

1ê Gulanê, li seranserê cîhanê wekî Roja Yekîtî, Piştevanî û Têkoşîna Karkeran tê pîrozkirin. Ev roj ne tenê rojeke betlaneyê ye; sembola têkoşîna dîrokî ya karker û kedkaran a ji bo mafên mirovî û şert û mercên xebatê yên adil e. Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di vê rojê de çalakiyên cûr bi cûr ên weke mitîng, meş, daxuyanî hwd. tên lidarxistin. Yek ji van bajaran jî Sêrt e. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê dê di 1ê Gulanê de bi dirûşma “Werin 1ê Gulanê ji bo mafê kedê, edalet, aştî û demokrasiyê bibin yek” saet di 13.00an de ji Cadde Parkê heta Qada Demokrasiyê bimeşin û li wir mitîngê li dar bixin. Nûnerên DÎSK Genel Îşê yên Sêrtê Adnan Toprak û Meryem Erbek, der barê mitîngê, binpêkirinên mafan ên li herêmê û girîngiya 1ê Gulanê de ji ajansa me re axivîn.

‘Daxwazên karkeran gelek in’

Adnan Toprak anî ziman ku karker ji aliyê xwediyê şîrketan û taşeronan ve ji gelek mafên xwe bêpar dimînin û heqdestên kêm distînin. Adnan Toprak diyar kir ku daxwazên karkeran gelek in û wiha got: “Di 1ê Gulanê de em dixwazim di van qadan de dengê xwe bilind bikin. Daxwazên karkeran gelek in Ew mutahîtên ku di nava şaredariyan de îhaleyan digirin, bixwe şîrketan ava dikin û karker rastî neheqiyê tên. Heta ev nêzîkatî bidome, karker nagihêjin mafên xwe yên bingehîn. Divê karker yekîtiya xwe xurt bikin. Ez bi xwe jî li madenan xebitîme, li madena Şêrwanê çend caran karker di bin karesatan de man û jiyana xwe ji dest dan.” Adnan Toprak da zanîn ku wan nêzîkî 200 karker kirine endamên sendîkayê, lê ji ber vê yekê hinek hevalên wan ji kar hatine avêtin û got: “Li madena Şîrwanê niha nêzîkî 700-800 xebatkar hene. Ji vana me bikaribûya 300 kesan jî bikira endamên sendîkayê dê di gelek aliyan de dê dikaribûna xwe bigihandina hin mafên xwe.” Adnan Toprak destnîşan kir ku heke karker bibin yek, dikarin li dijî van zextan bisekinin.

‘Tirseke mezin xistine nava karkeran’

Toprak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku sîgortayên gelek karkeran nayên razandin û tazminatên wan nayên dayîn. Toprak wiha pê de çû: “Kesên alîgirên pergalê tên parastin, lê mafê kedkaran tê binçavkirin. Tirseke wisa xistine nava mirovan ku kes nikare xwe bilivîne. Em dixwazin vê tirsê bişkînin û qadan tije bikin. Em bang li hemû kesên xebatkar dikin ku li mafên xwe bibin xwedî. Gelek kes hene bi kedeke mezin ew qas sal dixwînin û tayîna wan nayê kirin, dibin karkerên avahiya û di qezayên kar de jiyana xwe ji dest didin. Van kesan di fabrîqeyan, tekistîlan, avahiyan û di gelek karen cuda de di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Gelek caran em bi mirina wan nahesin. Mixabin em jî di vê kêliyê de sist dimînin. Bi tenê sendîkayên ku mafên karkeran diparêzin yek du sendika bi tenê ne. Yên heyî û cudatir jî tam karê xwe nakin. Bi tenê diçin, xwe li sendîkayan qeyd dikin ew li wir dimînin.”

‘Dewlet li ser şîrketan nasekine’

Adnan Toprak anî ziman ku divê hemû karker bibin yek da ku bi hev re bikaribin li qadan têkoşîna xwe bikin mafên xwe biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mûçeyê kêmtirîn di binî 28 hezaran de didin karkeran. Dewlet li ser şîrketan nasekine. Ne ji aliyê dewletê, ne ji aliyê hiqûqî ve û ne jî hinek sendîka li ser şîrketan nasekinin û şîrket jî li gorî kêfa xwe tevdigerin. Divê karker li qada madenê, tekstîl, avahî, nexweşxane, senayî, şaredarî û hwd. di kîjan karî de bixebitin divê li her qadê mil bidin hevûdin û mafên hev biparêzin. Hinek têbikoşin û hinek jî rûnin ev pirsgirêk çareser nabin. Em bang li hemû karkeran dikin ku di 1ê Gulanê de werin qada demokrasiyê li hev bicivin û tev li çalakiyê bibin.”

Banga ji bo mitînga Sêrtê

Nûnera DÎSK Genel Îşê ya Sêrtê Meryem Erbek jî bang li hemû karker û kedkaran kir ku tev li çalakiyê bibin û got: “Em dixwazin hemû hevalên me yên karker saet di 13.00an de li ber Cadde Parkê bicivin û ji wir heta Qada Demokrasiyê bi girseyî bimeşin. Em li benda hemû karkeran in ku bi coşeke mezin cejna xwe pîroz bikin.”

Etîket: 1ê GulaneAbdullah EsenDİSKGenel İssêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026
Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

Çalakiya li dijî fihûş û tiryakê bi meş û nobetê berdewam kir

28 TÎRMEH 2026
Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

Nobeta li dijî fihûş û hişbirê berdewam dike

28 TÎRMEH 2026
Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

Li Sêrtê li dijî fihûş û tiryakê çalakiya konvedanê hate lidarxistin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne