• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Rojava û Sûriyê pêvajoya entegrasyonê: Di nav hefteyekê de çi bû, çi nebû?

Qamişlo / AW

8 SIBAT 2026 - 12:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê de li gorî Peymana 29ê Çileyê berdewam dike. Li Kantona Cizîrê şande hatin cem hev û gelek mijarên leşkerî û îdarî nîqaş kirin û gavên dualî hatin avêtin. Lê li Kantona Firatê ligel hevdîtin û civînan jî Hikumeta Demkî gavên ku soz dide navêje. Rayedar û çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê destnîşan dikin ku sedema vê dubendiyê sepandin û polîtîkayên Tirkiyeyê ye. Çavkanî dibêjin ku Tirkiye dixwaze bi awayek fîlî Kobanê bi dorpêçê neçarî Şamê bike û ji bo vê destûr nade gavên pêwist bên avêtin.

Piştî êrişên hovane yên li ser Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd û mirovahiya pêşverû ya kûrewî di 30yê Çile de peymanek di navbera Rêveberiya Xweser-HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat. Li gorî peymanê pêvajoya meriyetê di 2yê Sibatê de dest pê kir. Li gorî peymana ji 14 xalan pêk dihat dê agirbest pêk were, hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên navendî ji nîqaşa entegrasyonê ben bajarên Hesekê û Qamişloyê, entegrasyona hêzên ewlehiya hundir pêk bên. Her wiha dê li Kantona Cizîrê 3, li Kobaniyê jî yek bi giştî 4 tugayên leşkerî yên HSDê werin avakirin, entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê bê rêvebirin, karmendên sivîl werin tayînkirin, mafên sivîl û perwerdehiyê yê gelê Kurd were zelalkirin û vegera koçberan ji bo Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şehbayê were mîsogerkirin. Ev kar û xebat dê di sê merhaleyan de bên meşandin.

Agirbest pêk hat û êriş heta astekê sekinîn

Di çarçoveya pêkanîna peymanê de gavên pêşiyê ji hêla her du aliyan ve jî hatin avêtin. Wekî gava yekemî yekemîn agirbest kete dewreyê. Êrişên komên girêdayî Hikumeta Navendî û Tirkiyeyê rawestiyan. Her çiqas car car êrişên komên bêkontrol pêk hatibin jî êrişên berfireh li ser herêmên Kurdan çêne bûn.

Şandeyên Şamê hatin Kantona Cizîrê

Ji bo entegrasyona hêzên ewlehiyê şandeyên Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Demkî di 2yê Sibatê de hatin Hesekê û di 3yê Sibatê de jî hatin Qamişloyê. Van şandeyan bi bi rayedarên Rêveberiya Xweser re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de rê û rêbazên entegrekirina hêzên ewlehiyê hatin nîqaşkirin. Komek ji rayedarên Hikumeta Demkî li avahiyek ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye terxankirin bi cih bûn. Niha Hêzên Ewlehiya Hundir a Kantona Cizîrê dê çawa di nav pergala dewleta Sûriyê de cih bigirin tê nîqaşkirin û di dawiya pêvajoyê de dê ev mesele zelal bibe. Tê payîn ku di nav hêzên heyî yên Rêveberiya Xweser de hind vesaziyên nû bên kirin û têkiliya wan a bi Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Demkî de bê diyarkirin.

Îhtîmala provokasyonan û qedexeya derketina ji derve

Rêveberiya Kantona Cizîrê ji bo pêşiya êrişên şaneyên DAIŞ û hêzên derveyî bigire berî hatine şandeyên Hikumeta Demkî li Hesekê û Qamişlo derketine ji derve îlan kir. Ligel tedbîrên hatine girtin jî hind şaneyên veşartî û komên nijadperest xwestin provokasyonê derxin û propagandaya xwe bikin lê Hêzên Ewlehiya Hundirîn demildest destweran û tedbîrên pêwist girtin. Di encama amadekariyên Hêzên Ewlehiyê de hatina şandeyan bêpirsgirêk bi dawî bû. Di 3yê Sibatê de jî şandeyek jî bi heman armancê hate Qamişloyê. Li Qamişlo jî dê heman prosedûr pêk bê.

Şandeyên Hikumeta Demkî dê vegerin

Bi hatina şandeyên Hikumeta Demkî ji bo Hesekê û Qamişlo çapemeniya nijadperest a Ereb û Tirkan xwestin ku bi propagandaya reşkirinê pêvajoyê manîpûle bikin. Hatina şandeyan wekî dagirkirina Herêma Kurdan nîşan da. Lê tişta esas ew e ku di hemû dewletên li ser esasê demokrasiya herêmî di meşin de entegrasyona hêzên navendî û herêmî heye. Şandeyên hatina Hesekê û Qamişloyê jî ji bo diyarkirina rê û rêbazên pêşerojê, têkiliyên di navbera herêma Kurdan û Hikûmeta Navendî de hatin. Piştî vesazkirin, rê û rêbazên tikiliyan hatin diyarkirin, şandeyên hatîn ku li her bajarekê li derdora 100 kesan e dê veqetin. Ji xwe niha de beşek ji wan vegeriyan. Lê bêguman dê hind kes ji bo berdewamkirina têkiliyan û ragihandinê wekî karmend bimînin û hatinûçûyîna şandeyan dê her berdewam bike.

Parêzgerên Hesekê diyar bû: Nûredîn Îsa Ehmed

Gavek din a hatiya avêtin jî diyarkirina Parezgerê Hesekê bû ku ji sedî 70 axa Rojavayê Kurdistanê û nifûsa Kurdan dihewîne. Rêveberiya Xweser, Nûredîn Îsa Ehmed wekî parêzgerê Hesekê pêşniyar kir. Ehmed ji bo hevdîtinên bi Hikumeta Navendî re di 5ê Sibatê de çû Şamê. Di encama hevdîtin û temakirina prosedûrên fermî de Ehmed wekî parêzgerê Hesekê hate destnîşankirin û 6ê Sibatê dest bi peywirê kir. Ehmed ji hêla gelê Kurd ve bi xwepêşandanekê hate pêşwazîkirin.

Hevdîtinên entegrasyona leşkerî dest pê kir

Piştî nîqaşên têkildarî ewlehiya hundirîn, hevdîtinên entegrasyona hêzên leşkerî jî dest pê kir. Di 6ê Sibatê de şandeyek ji endamê komên Hikumeta Demkî pêk tê di bin serokatiya Hemze El Himêdî de hate Hesekê. Şande ji hêla şandeya Fermandariya Giştî ya HSDê ya di bin serokatiya Fermandar Çiya Kobanê ve hate pêşwazîkirin. Civînek di navbera her du şandeyan de pêk hat. Di civînê de qonaxên entegrasyona leşkerî û rêbazên pêkanîna wê hatin nîqaşkirin. Li gorî çavkaniyan, cihên ku dê wekî bargehên 3 tugeyên leşkerî yên HSDê werin tesbîtkirin, hatine gotubêjkirin.

Midûrê ewlehiya Hesekê hate tayînkirin

Li gorî peymanê li ser pêşniyara Rêveberiya Xweser midûrê ewlehiya Hesekê tê tayîn kirin. Di vê çarçoveyê de roja 7ê Sibatê Merwan El Elî hate tayînkirin û heman rojê hat Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ziyaret kir.

Li Hesekê pêşket li Kobanê dorpêç didome

Ligel ku di aliyê pêşketina entegrasyonê de li Kantona Cizîrê pêşketin çê dibin jî li Kantona Firatê astengî berdewam in. Heta niha çend hevdîtin di navbera Rêveberiya Kantona Firatê û Walitiya Helebê pêk hatin lê tu encamek berbiçav derneket holê. Sedema vê yekê jî wekî polîtîka û sepandinên Tirkiyeyê tê nirxandin. Li gorî peymanê diviya pêvajoya li Kantona Cizîr û Firatê bi heman awayî bimeşiya. Li Kantona Firatê jî di 2yê Sibatê de şandeya Hikûmeta Şamê derbasî Kobanê bû û bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Kantona Firatê re hevdîtin kirin. Çarçoveya entegrasyona hêzên ewlehiyê hate nîqaşkirin û şandeya Hikumeta Demkî di heman rojê de vegerî Helebê.

Komên Hikumeta Demkî gav neavêtin

Di hevdîtina yekemîn de Rêveberiya Kantona Firatê xwest ku ji bo pêşketina entegrasyonê êrişên cih bi cih didomin rawest in û dorpêç bê rakirin. Ji bo nîqaşa vê yekê biryar hate dayîn ku şandeyek Rêveberiya Kantona Cizîrê biçe Helebê. Rojek piştre jî Rêveberiya Kantona Firatê şandeyek ji Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser Ferhan Hec Îsa, hejmarek nûnerên rêxistin û rêveberên bajarê Kobanê û rûspiyên pêk dihat çû Helebê. Bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî û cîgirê wî Elî Henûra û hejmarek berpirsên din re civîn pêk hat. Di civînê de pirsgirêkên herêmê û mekanîzmeya kar li gorî bendên lihevkirinê hat nîqaşkirin.

Hêzên Şamê li gorî peymanê tevnagerin

Ligorî Rêveberiya Xweser a Kobanê ligel ku naveroka peymanê zelal e û di hevdîtinan de hemfikir bûne jî destek ji derve destûr nade ku gav bên avêtin. Rayedaran polîtîkayên Tirkiyeyê yên astengdar îşaret kirin û daxuyandin ku heta dorpêç ranebe nepêkan e ku gavên entegrasyonê bên avêtin. Ligel ku di ser peymanê de hefteyek derbasbûye jî hêj dorpêç didome, av û ceyrana Kobanê û gundewarên wê hatiye birîn, ketina xurekan û hatinçûna ji bo bajar tê astengkirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser anîn ziman ku sedema cudahiya di navbera pêkanînên li Hesekê û Kobanê de sepandinên dewleta Tirk in. Rayedaran anîn ziman ku bi dorpêçê û gav neavêtinê dewleta Tirk bi destê Şamê dixwaze mafên gelê Kurd li Kobanê ji holê rake.

Li Kobanê sînor diyar bûn gav nehatin avêtin

Rayedarên Rêveberiya Xweser diyar kirin ku di hevdîtinan de biryar hatiye girtin ku di navbera herêma Kobanê û deverên din ên di bin kontrola Hikumeta Demkî de 3 noqteyên kontrolê bên avakirin. Li gorî vê yekê hêzên Hikumeta Demkî dê xwe ji hemû gund û bajarokên Kobanê vekişînin û li sê xalên hatine diyarkirin bi cih bibin. Li van xalan dê hem noqteya venêrînê ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Kobanê hebin hem jî li hemberî wan noqteyên hêzên Hikumeta Demkî hebin.

HSDê hêzên zêde asteng kirin

Heman rayedaran daxuyandin ku diviya di 4ê Sibatê de hêzên Hikumeta xwe vekişanda û dorpêç rabûya lê ji ber hind nêzîkatiyên xelet çênebûye. Hate zanîn ku sedema vê yekê jî ew e ku hêzên xwe paşve nekişandine noqteyên hatine diyarkirin û dorpêça li ser bajar ranakirin. Her wiha hate zanîn şandeya ji bo hevdîtinê hatî hejmarek zêde leşker bi xwe re anîne û xwestine bikevin çolterên Kobaniyê lê hêzên ewlehiyê destûr nedaye derbasî axa Kobanê bibin. Li gorî çavkaniyan ev rewş jî nîşan dide ku li dijî Kobanê nêzîkatiyek wan a cuda heye.

Efrîn û Serêkaniyê li benda dawîbûna dagirkeriyê ne

Li gorî Peymana 29ê Çele divê dewleta Tirk ji Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê vekişe. Dewleta Tirk jî di hevdîtinên piralî de ev yek qebûl kiriye. Lê ligel ku hefteyek derbas bû jî hêj dewleta Tirk ji tu bajaran hêzên xwe venekişandine. Divê komên çete û malbatên li vir hatine cihkirin vê axê biterikînin û Kurd vegerin ser malên xwe. Pişt re jî dê rêveberiyên van bajaran ji gelê bajar bên vesazkirin. Ji ber ku Tirkiye di dagirkirinê de israr dike, di vî warî de hêj pêşketinek nîne. Ev yek wekî, “Tirkiye dixwaze pêvajoyê sabote bike” tê nirxandin.

Çeteyên Tirkiyê bi tirs in

Li gorî agahiyên ji şêniyên Serêkaniyê hatine girtin, piştî peymanê tirs ketiye nav komên girêdayî Tirkiyê. Şêniyan anî ziman ku ev komên malên Kurdan talan kirî, naxwazin rewş biguhere û bi vê boneyê li hemberî dewleta Tirk jî bi bertek in. Welatiyan anî ziman ku gelê Serêkaniyê li benda roja ku ji dagirkeriya Tirk rizgar bibin e û hêvîdarin ku demek kin de bigihin azadiya xwe. Her wiha şêniyan daxuyand ku piştî peymanê hind çete û malbat jî ji Serêkaniyê veqetiyan e.

 

 

 

Etîket: Kantona CizireKantona FiratêKurdistanRojavaSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

Li Kurdistanê hişyariya veguheztina tozê

20 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

Li Koyeyê peykera ‘jina ducanî’ ya 5 hezar salî hate dîtin

14 HEZÎRAN 2026
Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

Rêxistina Efûyê bang li rejîma Îranê kir: Darvekirinan rawestîne

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne