• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li kampa Holê 16 DAIŞî hatin girtin

Navenda Nûçeyan /AW

19 NÎSAN 2025 - 20:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Operasyona li kampa Holê di roja duyemîn de didome. Hêzên YPJ û HSD ê di operasyonê de 16 DAIŞî girtin û gelek çek û cebilxane bi dest xistin.

Operasyona ewlehiyê ku duh Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê dabû destpêkirin, di roja duyemîn de dewam dike. Operasyon bi desteka YPJ û QSD’ê pêk tê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di operasyonên li kampê û derdora wê de, heta niha 16 DAIŞî hatin girtin. Her wiha 3 çekên kalaşnîkov, 2 demançe û gelek cebilxane jî hatine desteserkirin.

Gefên DAIŞê zêde dibin 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh der barê destpêkirina operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê de daxuyanî dabû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kiribû ku di demên dawî de hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de, herêma wan rastî gelek pêşketin û rûdanan hat û ev agahî parve kirin: “Van pêşketinan derfet da şaneyên DAIŞê ku liv û tevgera xwe zêde bikin û kiryarên terorîstî pêk bînin, her wiha sûdê ji valahiya li hin deverên Sûriyeyê bigirin. Li ser vê bingehê, DAIŞ gelek çalakiyên terorîstî li dijî sivîlan û hêzên me yên leşkerî pêk anîn. Di heman demê de hewldana leşkerkirin û ji nû ve birêxistinkirina xwe zêde dike.

Bi deh hezaran malbatên DAIŞê li kampê ne

Kampa Holê yek ji cihên sereke ye ku rêxistina terorîst DAIŞ hewl dide xwe bigihînê. Di van demên dawîn de, li kampê hewldanên dubare yên şaneyên DAIŞê ji bo revandina malbatan çêbûn. Her wiha bi dehan rewşên gef û lêdanan li dijî şêniyên kampê hatin dîtin. Kampa Holê ya ku bi deh hezaran malbatên DAIŞê tê de dijîn, rewşeke awarte nîşan dide. Ew wek fitîla karesateke niha û pêşerojê tê dîtin, nemaze ji ber nebûna çareseriyên bingehîn ji aliyê civata navneteweyî ve ku barê giran li ser Rêveberiya Xweser dihêle. Ev yek bi taybetî piştî ku piştgiriya navneteweyî ji kampê re qut bû, rewşeke bê îstiqrar çêkir û astengî û kêşeyên mirovî û ewlehî zêde kirin.

Ji kesî nayê veşartin ku DAIŞ gelek caran hewl daye hişmendiya xwe ya tundrew di mejiyê zarok û ciwanên kampê de bi awayekî birêxistinkirî ferz bike. Her wiha navendên rêxistinên mirovî yên di nava kampê de jî rastî gelek êrişên wan hatin. Li ser vê bingehê û ji bo ku ev teror negihêje armancên xwe, hêzên me di dem û cihên cuda de li dijî şaneyên DAIŞê bi dehan operaseyonên pêşîlêgirtinê li dar xistine.

Ji bo wê, li gor prensîbên xwe yên mirovî û leşkerî û di berdewamiya xebatên xwe yên li dijî terorê, wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn- Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD em operasyona ewlehiyê ji bo paqijkirina kampa Hol û derdora wê radigihînin.

Ev operasyon li ser esasê agahiyên rasterast ên ku ji aliyê hêzên me yên ewlekariyê ve hatine tespîtkirin, derbarê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê û derdora wê têk bibin, pêk tê.

Bi vê operasyonê re em careke din israr û pabendbûna xwe ya bi nirxên mirovî û berdewamiya hewldanên xwe yên ji bo jinavbirina jêderên terorê yên ku ewlehiya gelê me û cîhanê dixe metirsiyê dubare dikin.”

Etîket: DAIŞHesekêHolkamp
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

14 ÎLON 2026
‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

‘Hacer û hevalên xwe nehişt DAIŞ bikeve Kobanê’

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne