Karwanê şeşemîn a koçberên gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê amadekariyên dawî yê vegerê dikin. Di karwanê de zêdetirî 640 malbatên ku di Kampa Newroz û Kampa Waşûkaniyê de diman, cih digirin.
Zêdetirî 640 malbatên koçberên Serêkaniyê ya Karwanê 6emîn ku li Kampa Newrozê û li Kampa Serêkaniyê dimînin, amadehiyên vegerê dikin û dê îro bi rê bikevin.
Her du kamp ji malbatên koçber ên ji Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê pêk tên. Duh malbatên li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê ji bo ku tevlî karwanê bibin berê xwe dane Kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê.
Di vê karwanê de malbatên ji gundewarên Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê cih digirin. Di karwanê de şêniyên resen ên bajarê Serêkaniyê tune ne.













