• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

Kobanî/ AW

19 GULAN 2026 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi sedan malbatên ku di sala 2018an de neçar man ji Efrînê koçber bibin, piştî 9 salan dest bi vegerê kirin. Efrîniyên ku ji Kobanê derketin rê, peyama “Em êdî dixwazin li ser axa xwe bijîn” dan.

Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê di sala 2018an de bi hezaran şêniyên Efrînê neçar mabûn ku koçber bibin û li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bibin. Yek ji xalên sereke yên peymana ku di 29ê Çile de di navbera QSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin jî vegera xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya warên xwe bû. Di vê çarçoveyê de vê sibehê zêdetirî 623 malbatên Efrînî yên li Kobanê bi cih bibûn, piştî 9 salan dest bi vegerê kirin. Şêniyên Efrînê, piştî salên dirêj a koçberiyê daxwaza xwe ya jiyana li bajarê xwe anîn ziman û daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û aştiyeke mayînde kirin.

‘Em neh sal in li benda vê rojê bûn’

Yek ji şêniyê Efrînê Hemîde Omer Mihemed, diyar kir ku vegera wan ji bo wan destpêkek nû ye û got: “Em 9 sal in li benda vê rojê ne. Em li ser rêyên koçberiyê ji Şehba ber bi Kobanê ve hatin. Koçberî pir zehmet bû. Niha tenê daxwaza me ew e ku em li axa xwe bi rengekî aştî bijîn.” Hemîde Omer Mihemed, da zanîn ku wê di nava 9 salan de gelek xizmên xwe winda kirine û got: “Wek malbat em 7 kes ji Efrînê derketin, lê niha tenê 3 kes vedigerin. Êşa me mezin e, lê em ê birînên xwe li ser axa xwe derman bikin. Divê her kes vegere warên xwe.”

‘Em ê dîsan li ser axa xwe bijîn’

Ehmed Mûsa jî got: “Em vedigerin gundê xwe û cem darên xwe yên zeytûnan. Em ê dîsa li ser axa xwe bijîn,” û da zanîn ku veger ji bo wan tê wateya hêviyê.

‘Ji kêfxweşiyê giriyam’

Mihemed Şêxo Mûsa yê ji Cindirêsê, jî diyar kir ku ew bi salan e bêriya Efrîn dike û got: “Piştî Şehba, Tebqa û Kobanê, em niha vedigerin Efrînê. Ez îro ji kêfxweşiyê giriyam.”

Etîket: EfrinKobanêkoçberveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

1 TÎRMEH 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

Koma 8emîn a koçberan Efrînê gihiştin warê xwe

10 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

Îlham Ehmed koçberên vegerîn Efrînê ziyaret kirin

29 GULAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026
Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

27 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne