Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel destnîşan kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo qanûna çarçoveyî nirxandina ‘Têr nake û kêm e lê dikare bibe destpêkeke girîng. Divê qonax bi qonax berdewam bike’ kiriye û wiha got: “Heke qanûn di meha Tebaxê de ji Meclisê derbikeve divê di Îlonê de jî têkeve meriyetê.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke krîtîk de ye. Qanûna çarçoveyî ku demekê dirêj e di rojevê de ye û hatiye asta bidawîkirinê. Tê payîn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê vê hefteyê ji aliyê AKPê ve radestî Serokiya Meclise be kirin. Piştî pêşnûme radestî Serokiya Meclise hat kirin an roja Sêşemî an jî roja Çarşemî dê ji Komîsyona Edaletê ya Meclise re be şandin. Li bendê ye ku roja Înê jî qanûna çarçoveyî di Lîjneya Giştî ya Meclise de weke qanûn bê qebûlkirin. Piştî qanûn ji Lîjneya Giştî ya Meclise re derbas bû dê ji aliyê Serokomar ve bê erêkirin û piştre jî rojnameya fermî ya dewletê de bê ragihandin. Dîroka têketina meriyetê ya qanûnê dê ji aliyê Serokkomar ve bê diyarkirin.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ya ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê di 20ê Tîrmehê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên xwe ji heyetê re kir. Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtinê li meclise bi AKPê re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî zêde bûn û êdî çav li meclisê ye ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî pêşkeşî Serokiya Meclise bê kirin.
Nevaroka pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê çawa be, qanûn dê kengî bikeve metiyetê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê çawa be ji aliyê raya giştî ve jî tê meraqkirin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê yê ji Çapemenî û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel, derbarê qanûna çarçoveyî û hevdîtina dawî ya Heyetî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.
* Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di 20ê Tîrmehê de piştî 2 mehan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Astengkirina hevdîtinê hem ji aliyê partiya wê ve hem jî ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat rexnekirin. Abdullah Ocalan li ser astengkirina hevdîtinê çi nirxandin kir? Çima hevdîtin ewqas hat taloqkirin?
Divê bi Rêber Ocalan re têkiliyeke domdar û hevdîtînên bêsînor hebin. Ev ne gotineke vala ye. Em behsa Heyeta Îmraliyê dikin ku 50 roj in neçûye İmraliyê. Ev demekê pir dirêj e. Heyeta me vê rexneyê di hevdîtina dawî de ji Îmraliyê anî ziman. Em hîn bûn ku dem bi dem bi Rêber Ocalan û sekreteryaya Îmraliyê re hevdîtin çêbûne, li ser qanûna çarçoveyî nîqaş hatinê kirin. Heyeta me jî ew yek rexne kir ku di van hevdîtinan de diviya heyeta me jî cih bigirta. Birêz Ocalan jî ev rexne di cih de dît. Lê Rêber Ocalan rewşa xwe naxe li pêşiya pêvajoyê. Birêz Ocalan li wir jî derbarê mijarêde nirxandina ‘Heke ez di dewrê de nebim, gelek hez dikarin pêvajoyê xera bikin’ kir.”
* Hevdîtin di qonaxeke girîng de dema nîqaşên li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî berdewam dikirin pêk hat. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî çi nirxandin û pêşniyar ji heyetê re kirin?
Heyeta me bi pêşnûmeyekê neçû li Îmraliyê. Heyeta dewletê birêz Ocalan re nîqaşek kiribû. Li ser vê yekê heyeta me jî bi birêz Ocalan û Sekreterya Îmraliyê re nîqaş kirin. Derbarê qanûna çarçoveyî de hinek xal hatine nîqaşkirin. Rêber Ocalan dibêje, ‘Têrî nake û kêm dimîne, lê dikare bibe destpêkeke girîng. Divê qonax bi qonax berdewam bike.’ Herwiha birêz Ocalan dibêje, divê qanûn li pêşiya hemû astengiyên tên jiyîn jî veke. Em jî weke DEM Partî dibêjin qanûneke ku pêşî li Rêber Ocalan veneke, qanûneke ku destûrê nede Rêber Ocalan da ku bi awayekî azad vê pêvajoyê bi rêve bibe, dê bi xwe re gelek zahmetî û pirsgirêkan bîne. Divê xala yekêmîn ew be ku pêşî li Rêber Ocalan bê vekirin da ku pêvajoyê bi xwe bi rê ve bibe, ne bi rêya heyet û hevdîtinên teng. Di hevdîtinê de ev mijar jî hat nîqaşkirin.
*Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, bi AKPê re jî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser qanûna çarçoveyî çi hat nîqaşkirin û çi pêşniyar hatin kirin?
Heyeta me piştî hevdîtina li Îmraliyê pêk aniye, bi kadroyên pêşeng ên AKPê yên pêvajoyê bi rê ve dibin re jî hevdîtin kir. Ew hevdîtin girîng e. Ji ber ku heyeta me ewil bi Rêber Ocalan re hevdîtin kir û piştrê ji bi AKPê re hevdîtin kir. Di wê hevdîtinê de pêşniyarên berfireh hatin kirin û bi rêyedarên AKPê re hatin parvekirin. Anku hasasiyetên gel, hasasiyetên Tevgera Azadiyê û Rêber Ocalan û Sekreteryaya Îmraliyê û hasasiyetên DEM Partiyê parve kirin. Ev hassasiyet ew in ku qanûn bi giştî be û pêşî li siyaseta demokratîk veke da ku yên derveyî siyasetê hatine hiştin, karibin siyasetê bikin. Rêyedarên AKPê jî li ser pêşnûmeya qanûna çarçoveyî nîqaşan dikin û bi devkî ji heyeta me re parve kirine. Li gor parvekirinên wan hinek aliyên wê yên qels hene. Zimanê û çarçoveya qanûnê, heke pêşî li rola birêz Ocalan û siyaseta demokratîk veneke qanûneke teng e. Heyeta me jî ew hassasiyet ji AKPê re parve kir. Heyeta me herwiha gotina Devlet Bahçelî a ku Ocalan dikarê li meclise siyasete bike jî bi bîr xist. Ji ber ku ew ne gotineke ji rêzê ye û divê pêwistiyên wê gotinê bi cih werin.
* Çav li rêye ku di van rojan de pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re bê şandin. Tê gotin ku dê AKP pêşnûmeyê pêşkêşî Meclisê bike. Di nav pêşnûmeya AKPê de li ser kîjan xalan lihevkirin hene û di kîjan xalan de nakokî hene? Ji we re bi devkî an jî bi niviskî pêşnûme hat parvekirin?
Peşnûmeyeke bi niviskî ji me re nehat parvekirin. Me jî bi niviskî xwest. Em dixwazin pêşnûmeya qanûna çarçoveyî beriya hinek cihan re biçe, ji me re bê parvekirin, bi muxataban re were parvekirin. Yek ji wan a qanûnan esas bigire Tevgera Azadiyê ye. Piştî PKKê xwe fesîh kir tu astengî li pêşiya birêz Ocalan tune ye ku karibe siyasete bike. Ji ber ku li dinyayê bi 10an mînak hene. Ji Nelson Mandela bigire, gelek kes hene. Divê ew kesên netewperest ên ku dixwazin Rêber Ocalan asteng dikin neyên guhdarkirin. Heke ji wan bimînê heta heteyê dê şer bidome. Ji ber wê em dibêjin qanûna ku dê derbikeve, divê astengiyên li pêşiya siyasetê ya pêşengên Şoreşa Kurd veke da ku karibin siyasete bikin.
* Qanûna çarçoveyî ya ku li bendê ye ku dê di rojên pêş de were li Meclisê, gelo di naveroka pêşnûmeyê de derbarê statu an jî şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tu xal hene?
Di nav nîqaşên me wek DEM Partî kirine, wek heyeta me kiriye de, xala sereke azadiya birêz Ocalan e. Qanûneke ku birêz Ocalan ji pêvajoyê re pêşengiyê neke, ne pêkan e ku bigiheje encamê. Ew tiştek xwezayî ye. Heqîqet ew e. Karekî berovajî ya vê yekê, li dijî heqîqeta pêvajoyê ye. Divê dev jî tahrîkên nîjadperestên ên li dijî pêvajoyê berdin û pêşî li birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê vekin. Qanûneke ku rol û rista wan baş nanirxîne. dê xitimînên mezin bi xwe re bîne. Heke şert û mercên birêz Ocalan neyên sererastkirin, zahmet e ku pêvajo bimeşe.
* Yek ji mijara sereke jî vegera endamên Tevgera Azadiyê ye. Beriya niha li ser vegera rêveberên Tevgerê nelihevkirinek hebû. Gelo ew nelihevkirin çareser bû an jî li şûna wê formuleke çawa dê bê dîtin? Vegera endamên Tevgerê dê li ser rêbazeke çawa pêk were?
Ji şervanan bigire heta Rêveberên Tevgere, şoreşgerên ji ber kar û xebatên siyasî neçarî sirgûnê bûne, divê ew hemû di çarçoveya qanûnê de karibin vegerin. Divê hemû werin ser axa xwe û welatê xwe. Armanca vê qanûnê divê ew be. Lê ji bo vê divê takvîmek hebe û pêvaja merhale bi merhale pêş bikeve. Yanî bernameyeke qonax bi qonax hewce ye. Lê divê hemû kesên ji ber şerê 50 sal domiyaye, yên rastî înkâra dewleta Tirkiyeyê mane, yên dervayî qanûnan mane vegerin li welatê xwe.
* Yek ji mijara tê nîqaşkirin jî guhertina TMKê ye. Gelo dê di xal-bendên azadiya xwerêxistinkirinê, raman û xweîfadekirinê de guhertinek bê kirin?
Qanûna pêşî, hemû tiştan çareser nake, dikare bingeha şer û pêvçûnê ji holê rake. Lê piştî vê qanûnê pirsgirêka Kurdan a nasnameyê heye. Pirsgirêka Kurdan a ziman û xwe birêveberinê heye. Pirsgirêka hemû civaka Tirkiyeyê ya xwe îfadekirin û rêxistinkirinê heye. Bi qanûna TMKê, teror li ser gelen Tirkiyeyê tê meşandin. Ji ber wê jî divê ew qanûn teqez bê guherandin. Di hevdîtina dawî ya bi Îmraliyê de jî hatibû gotin. Qanûn dê qonax bi qonax, gav bi gav li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd di çarçoveya Entegrasyona Demokratîk de çareser bike.
* Piştî qanûna çarçoveyî di Lijneya Giştî ya Meclisê de weke qanûn bê qebûlkirin, dê Serokkomar erê bike û divê qanûn piştre têkeve meriyetê. Gelo li ser pêkanîna pratîka qanûnê, danûstandinên we dê çêbibin an dê kengî ev qanûn têkeve meriyetê. Li ser vê dîrokek hatiye diyarkirin heye?
Armanc ew ê ku di meha Tebaxê de qanûn bê derxistin. Piştrê dê li Lîjneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) de bê nirxandin û ji aliyê Serokkomar Erdogan ve bê erêkirin û piştrê bikeve meriyetê. Îhtîmaleke mezin heke bê pirsgirêk qanûn derbikevê, dê di Îlonê de bikeve meriyetê. Ji bo wê jî divê siyaset rola xwe bilîze. Divê meclis ‘desteya şopandinê’ saz bike. Rêber Ocalan jî di nav de desteyek divê kar û barê vegerê koordînê bike. Yên tên dê li ku dêrê bi cih bibin û çawa tev li jiyana demokratîk bibin, divê berfirehî amadehî bên kirin. Ji bo wê jî dema qanûn derket û şûn vê jî ji bo pratîkkirina qanûnê demek pêwîst e.
Em wek DEM Partî û hezên demokrasiyê ji heza xwe bawer in. Em tenê bi têkoşîn û rêxistinbûyina dikarin vê pêvajoyê bibin serî. Rêber Ocalan jî Tevgera Azadiyê jî bi biryar in ku vê pêvajoyê bibin serî.












