Gerîlayên ku di dîrok û li cihên cuda di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane li Êlihê hatin bîranîn. Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
Li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevaniya Bi Malbatên ku Mirovên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER) gerîlayên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de di dîrok û li cuda şehîd ketine di roja dawî de bi nîşandana sînevîzyonê hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan û gel ji saetên serê sibehê ve li Eywana Dawetê ya Vûralê ya ku li taxa Pazaryerî Êlihê ye bi tevlibûna malbatên şehîdan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn.
Li eywanê ji bilî posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rengên kesk, sor û zer li ser maseyan wêneyên şehîdan jî hatibûn danîn. Pankartên bi nivîsên “Şehîdên me sedema jiyana me ne”, “Cewherê jiyana me şehîdên me ne”, “Rabin silav bikin ew cagoriyên welat in” û “Bi keda we ye, ey şehîd hûn ê her hebin” hatibûn daliqandin. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ê ku beşdarî bîranînê bû wiha axivî û got: “Serê me sax be, serê Kurdistanê sax be, serê Rêber Abdullah Ocalan sax be. Ji Colemêrgê heta Sêrtê, ji Serhedê heta Botanê û heta metropolên Tirkiyeyê li 31 bajaran me bîranîna şehîdên xwe kir. Bi milyonan mirov bi wijdana xwe, bi dilovaniya xwe, bi welatparêzî û fedaîtiya xwe re îro li vê eywanê li cem we ne.”
Bîranîn bi tilîlî û bi dirûşmeyan bi dawî bû.



















