• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îzmîrê Starta 8ê Adarê: Em ê bibin hêza pêşeng a pêvajoya aştiyê

Îzmîr / AW

28 SIBAT 2026 - 18:47
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê starta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Di çalakiyê de siyasetmedar Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku jin birêxistinker û pêşengên vê pêvajoyê ne û got: “Em ê ligel dayikên xwe, jinên ciwan û karker, bi hev re bibin hêza birêvebir a pêvajoya aşitiyê.”

Jinên ku li pêşiya Îskeleya Karşiyakayê civiyan, ber bi rawestgeha Îzbanê ya Karşiyakayê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên “Em bi berxwedanê azad dibin û civaka demokratîk dihonin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin hilgirtin. Jinan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin. Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê Sumeyye Boz û Burcugul Çubuk û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.

‘Em paradîgmaya Birêz Ocalan esas digirin’

Parlamenter Sumeyye Boz di axaftina xwe de bal kişand ser Şoreşa Jinê ya Rojava û got: “Me dît ku rêxistinbûn çawa hêviyê dide mirov. Şoreşa Rojava encama vê rêxistinbûnê ye. Li wir jinan jiyaneke hevpar ava kir. Em dizanin her ku em dengê xwe bilind bikin, em ê bi ser bikevin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe azadiya jinan mîsoger kir. Em wekî TJA, vê rêya ku wî nîşanî me daye esas digirin. Paradîgmaya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îro ne tenê li Rojhilata Navîn, ji tevahiya cîhanê re bûye şewq.”

‘Pirsgirêka me tunne hesabindana me ye’

Ayla Akat Ata jî diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd bi salan e bi berdêlên giran pira piştevaniyê di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de ava kiriye û got: “Pirsgirêka me bi înkarê re heye; ziman, çand û dîroka me tê tunehesibandin. Heke em behsa aştiya herêmê û ya cîhanê bikin, divê em pêşî aştiya xwe ya navxweyî ava bikin. Wekî jin, heke roleke avakirina pira di navbera civakan de bikeve ser milê me, em amade ne ku vê rolê bileyîzin.”

‘Jin dê ne temaşevan, lê pêşeng bin’

Ayla Akat Ata, bal kişand ser geşedanên dawî yên li ser pêvajoya çareseriyê jî kir û bang li hikûmetê kir ku gavên wêrek û bi biryar biavêje û got: “Şer birîna me ya herî kûr e. Em di nav wî şerî de mezin bûn û em dibêjin: Derfet heye, ev pirsgirêk tên çareserkirin. Lê ji bo vê, îradeyeke qewî û bi hêz lazim e. Jin di vê pêvajoyê de nabe ku tenê temaşevan bin; em bi xwe birêxistinker û pêşengên vê pêvajoyê ne. Em ê bi dayik, ciwan û kedkarên xwe re bibin hêza birêvebir a aştiyê.”

Çalakî piştî axaftinan bi govend û dirûşmên jinan bi dawî bû.

Etîket: 8ê AdareÇalakîİzmirTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne