Aktîvîsta TJAyê Gûrbet Oktay û Endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn bal kişandin ser xebatên li dijî tundiya ser jinan û diyar kirin ku ew bi armanca jina azad û civaka azad atolyeyên xwe li dar dixin û gotin: “Jin divê xwe rêxistin bikin û li dijî pergala mêrperest hev biparêzin.”
Çalakî û komxebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Cîhanê li bajar, navçe, tax û gundan didomin. Ber bi 25ê Mijdarê ve li gelek taxên Wanê atolyeyên agahdarkirin û perwerdeyê yên jinan tên lidarxistin û ev xebatên jinan, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û tev li bûna endamên Meclisên Jinan ên Şaredariyên Navçeyên Wanê berdewam dikin.
Aktîvîsta TJAyê Gûrbet Oktay û endama Meclisa Şaredariya Rêya Armûşê Oznûr Evîn derbarê çalakî û xebatên jinan de ji ajansa me re axivîn.
‘Bila jin werin ba hev û biaxivin’
Gûrbet Oktay da zanîn ku wan di 3yê Mijdarê de li gund û taxên Wanê, dest bi xebatên 25ê Mijdarê kirine û derbarê xebatên xwe de wiha axivî: “Di heman rojê de li gelek navendan atolyeyên me çêdibin. Atolyeyên me ji aliyê TJA û Meclisên Jinan ên Şaredariyan ve tên birêvebirin. Armanca atolyeyên me ew e ku jin werin li ba hev û pirsgirêkên xwe yên di jiyanê de rubiru dimînin bînin ziman. Piştî ku jin tên cem hev, pirsgirêkên xwe jî bi hev re çareser dikin.”
Armanca atolyeyan hişyarkirin û guhertin e
Gurbet Oktay bal kişand ser tundiya mêrsalar û derbarê mijarê de ev tiş gotin: “Li gorî jinan tundiya derûnî, tundiya herî zêde ye û jin herî zêde bi vê cureya tundiyê diêşin. Di van salan de tundiya dijîtal jî pir zêde bûye û ev li gel tundiya aborî bandora xwe zêdetir kiriye. Mêr naxwazin jin xwe îfade bikin û di nav civakê de weke kesayet cîh bigirin. Hinek jinên civaka me jî ji ber bandora feraseta mêran nikarin tundiya li ser xwe jî bînin ziman. Di her aliyê jiyanê de bandora feraseta mêrperestiyê xwe nîşan dide. Ji ber vê yekê armanca me ya pêkanîna atolyeyan, hişyarkirina jinan e da ku li hemberî vê ferasetê hişyar bin û vê ferasetê biguherînin.”
‘Jin di bin dorpêça zexta civakê de ye’
Di dawiya axaftina xwe de Gûrbet Oktay bal kişand ser çalakiyên jinan û wiha derbirî: “Em di çalakiyan de balê dikêşin ser mirinên bigûman ên jinan lê ev têr nake. Tişta ku me di komxebatan de fêm kiriye ew e ku jin gelek bi tenê mane. Dema em diçin li malan, ji ber bandora mêran, jin nikarin xwe rehet biaxivin. Em hewl didin ku ew jin werin û bi me re biaxivin û pirsgirêkên xwe bînin ziman. Her wiha jin ne tenê di bin tundiya hevjînê xwe de ye, ji aliyê xwesû, xezûr û hemû beşên civakê ve rastî tundiyê tê. Hinek jin hene ewqas di bin zextê de ne ku hêj nizanin sûk li kû derê ye.”
‘Bingeha xwekujiya jinê ne pirsgirêkeke derûnî ye’
Oznûr Evîn li ser mirinên bi guman ên jinan ku her roj zêde dibini sekinî û got: “Her roj em bi mirina jinekê ya bi guman şiyar dibin. Gelek caran dibêjin ‘derûniya wê ne baş bû, ji ber vê yekê xwe kuşt.’ Lê dema em bingeha wê lêkolîn dikin, ew jin bi destê pergala mêrperest tê qetilkirin. Divê em piçekê li ser cureyên tundiyê jî bisekinin; tundî ne tenê fîzîkî ye, xwe bi cureyên aborî, derûnî jî nîşan dide û divê ev hemû wek tundiyê bên destgirtin.”
‘Pergala mêrperest sedema xwekuştinê ye’
Di nirxandinên xwe de Oznûr Evîn li ser pergala mêrperestiyê û derbarê atolyeyên ji bo jinan tên pêkanîn ev tişt gotin: “Em di meha Mijdarê de xebatên xwe bi taybetî li ser tundî û kuştinên jinan dimeşînin. Di atolyeyên xwe de em li ser cureyên tundiyê disekinin û derbarê vê yekê de jinan agahdar dikin. Dema em dinêrin di atolyeyan de gelek hevalên jin dibêjin ‘me tundî ne dîtiye.’ Lê belê dema em mijara cureyên tundiyê vedikin, tundiya li ser wan derdikeve holê û hişyariyek çêdibe.”
‘Em di aliyê hiqûqî de jinan agahdar dikin’
Oznûr Evîn destnîşan kir ku jin ji zaroktiyê bi feraseta mêrperest tên mezinkirin û dikevin bin bandora vê feraseta xirab. Oznûr Evîn anî ziman ku li gorî wê ferasetê rolên jinê hene û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Mînak ‘jin dayik e û jina mêrekî ye’. Di pergala mêrperest de ji bo jinê ji xeynî xulamtiya mêr tu rol nehatine diyarkirin û ev yek jî dibe sedema tundiya li ser jinê. Armanca me ew e ku heta 25ê Mijdarê li her derê bajarên xwe atolyeya çêbikin, jinan agahdar bikin û ji aliyê hiqûqî ve ‘jin dikarin çi bikin’ wê bidin zanîn.”
‘Xebatên me li ser esasê Civaka Azad in’
Di berdewamiya axaftina xwe de Oznûr Evîn anî ziman ku jin bi hevgirtinê xwedî hêz û îradeya avakirina jiyana azad in û got: “25ê Mijdarê rojeke sembolîk e, lê li derveyî 25ê Mijdarê jî em xebatên xwe yên jinan her roj dimeşînin. Em bi armanca zayenda azad û civaka azad tevdigerin û xebatên xwe jî di vê çarçoveyê de pêk tînin. Xebatên me ne tenê li ser tundiya jinê ye, em ji bo afirandina civaka azad jî dixebitin û azadiya civakê jî li ser esasa azadiya jinê ye. Zarokên vê civakê dema di nava civakê de têşe digirin, hem ji mêran hem ji jinan bandor dibin û ji ber vê yekê em li ser hemû beşên civakê dixebitin.”
‘Em ê bi armanca xweparastinê xwe rêxistin bikin’
Oznûr Evîn di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê li jinan kir û wiha derbirî: “Ger ku îro di kolana min de jinek rastî tundiyê were divê û ez çavê xwe li vê tundiyê bigirim, ew tundî wê di pêşerojê de vegere min jî. Ji ber vê yekê divê jin xwe biparêzin, hevalên xwe biparêzin û taxa xwe biparêzin. Jin wê sazî û rêxistinên xwe ava bikin û xwe biparêzin. Dema jinan xwe rêxistin kir û xwe parast, wê pergala mêrperestiyê jî hilweşe.”












