• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Îranê ji serê sala 2025an ve hezar û 365 kes hatine darvekirin

Bazîd Evren / AW

12 MIJDAR 2025 - 08:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî daneyên darvekirinê yên ji serê sala 2025an heta niha parve kir û da zanîn ku di van 10 mehên dawî de hezar û 365 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê ku di 1979an de piştî hilweşîna Hanedaniya Pehlewiyan li Îranê serwer bûye bi binpêkirinên mafên mirovan her roj di rojeva cîhanê de ye. Nemaze bi cezakirina darvekirinan di nava gelek dewlet, sazî û mirovan de weke “Rejîma Darvekirinê” jî tê pênasekirin û her sal li hezaran kes cezayê darvekirinê tê birîn. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku di sala 2016an de li Norveçê hatiye avakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tên kirin tomar dike, herî dawî duh ji 6 girtîgehên cuda 8 kes hatine darvekirin.

216 Kurd hatine darvekirin

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî têkildarî darvekirin û rêbaza darizandinê ya Îranê ji Ajansa Welat re axivî û daneya kesên hatine darvekirin parve kir.

Neşmîl Ebdî anî ziman ku piştî “Serhildana Jîna Mahsa Emînî” sepanên darvekirinê li Îran û rojhilatê Kurdistanê gelek zêde bûne. Neşmîl Ebdî daneyên darvekirinê yên ji serê sala 2025an ve hatine tomarkirin parve kir û destnîşan kir ku ji serê salê heta niha hezar û 365 kes li rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine darvekirin. Neşmîl Ebdî diyar kir ku di nava van kesan de 216 kes Kurd in û got: “ Her wiha 173 kes Lor, 125 kes Belûc û 125 kes jî Tirk in. Welatiyên Ereb û Gilekî jî hene ku hejmara wan di bin sed kesan de ye û 75 hemwelatiyên Afgan jî hatine darvekirin.”

Hejmara darvekirina jinan jî zêde bûye: 43 jin hatine darvekirin

Neşmîl Ebdî bal kişand ser hejmara jinên hatine darvekirin û da zanîn ku hejmara darvekirinan jinan zêde bûye. Neşmîl Ebdî bi lêv kir ku îsal li Îranê 43 jin hatine darvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piraniya sedemên darvekirina welatiyan bikaranîna madeyên hişber, kuştina bi qestî û xebatên olî û siyasî ne. Darizandina welatiyan li Komara Îslamî ya Îranê de ti carî zelalî û eşkere nehatiye kirin. Cezayê darvekirinê di demeke gelek kin de tên dayîn, belgeyên fermî nîn in, parêzer nayên agahdarkirin ku xwespêrên wan hatine darvekirin. Her wiha malbatên welatiyan jî nayên agahdarkirin ku hevdîneke dawî li gel zarok û xizmên xwe bikin.”

‘Rejîm darvekirinê weke amûreke siyasî bi kar tîne’

Neşmîl Ebdî diyar kir ku ji ber xebatên siyasî û olî ji serê salê heta niha 42 kes hatine darvekirin ku ji van kesan 17 kes bi tometa “sîxûriyê” ya ji bo Îsraîlê hatine cezakirin. Neşmîl Ebdî destnîşan kir ku Komara Îslamî ya Îranê darvekirinê weke amûrekî siyasî bi kar tîne û wiha got: “Dixwaze bi cezayê darvekirinê hemû gelên li Îranê dijî bitirsîne û hêza xwe bi darvekirin û tundiyê nîşan bide. Em nikarin bibêjin ev sepanên darvekirinê bê bandor e li ser gel. Ji ber ku armanca komarê ew e ku dixwaze gel kontrol bike û bê deng bike, van pêkanînan zêde dike. Hejmara girtiyan jî gelek zêde bûye. Lewma ev sepanên girtin û darvekirinê bandoreke mezin li ser gel jî dike.”

Etîket: darvekirinRejîma ÎranêRêxistina Mafên Mirovan a Hengawê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne