• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Enqere / AW

16 SIBAT 2026 - 21:21
Kategorî: ROJANE
A A
Komeleya Çandê ya Başakê, ANKA-Der û Navenda Çandê ya Anatoliyayê di çerçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist.

Bi pêşengiya Komeleya Çand û Huner a Başakê û tevlîbûna Komeleya Ziman û Çandê ya Anakayê (ANKA-DER) û Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê di çerçoveya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çandê ya Necip Fazil Kisakurek a navçeya Mamakê ya Enqereyê bernameya pîrobahiyê li darxist. Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîlê Turhanli, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tevlî bûn. Li eywana bernameyê pankarta li ser “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” dinivisî hat daliqandin.

Di serî de mamosteyê ANKA-DERê Yilmaz Yildirimci axivî û destnîşan kir ku Kurd sedsalan in ji bo zimanê xwe têdikoşin û wiha got: “Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê Kurdan gelek berdêl dan. Hê jî Komara Tirkiyeyê zimanê Kurdî bi awayekî fermî qebûl nekiriye. Heta zimanê Kurdî di mekazagonê de neyê naskirin ne aştî pêk tê û ne jî çareserî dibe. Em dev jî zimanê xwe bernadin.”

‘Divê girîngiyê bidin zimanê xwe û xwedî lê derbikevin’

Piştrê jî Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beşataş axivî. Meral Daniş Beştaş jî bi lêv kir divê zimanê Kurdî li her derê bê parastin û wiha axivî: “Desthilat ji bo zimanê me pêş ve neçe û neyê jiyîn gelek astengî derxistine. Em nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibinin. Divê zimanê me bibe zimanê perwerdehiyê. Îro zarokên Kurd di dibistanan de neçarin ku bi Tirkî ferbibin. Pirsgirêka Kurd û zimanê dayikê ji hev ne cuda ye. Gelê Kurd ji bo hebûn û mafên xwe gelek berdêl dane. Divê girîngiyê bidin zimanê xwe û xwedî lê derbikevin. Em bi zimanê xwe bijîn. Xebatên komîsyonê tevî kêmasî û nebesiyan jî berdewam dike. Em ê jî heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Bijî têkoşîna zimanê Kurdî’

Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partî Cemîle Turhanli jî destnîşan kir ku zimanê Kurdî di bin xetere de ye û wiha pê de çû: “Kujerê ziman bi qasî dewletên serdest em bi xwe ne jî. Ji bo zimanê me nemire divê em xwedî lê derbikevin. Qedera zimanan qedera netewan e. Bijî têkoşîna zimanê Kurdî.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatin Kanat bal kişand ser zextên li ser zimanê Kurdî û got ku ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê mafê zimanê Kurdî pêk were.

Piştî axaftinan Koma Anatoliyayê ya Şanoyê derket ser dikê. Bername bi helbest û strnan bi dawî bû.

Etîket: EnqereKurdîpîrozbahîziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne