• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê vêdibe

Mahmût Altintaş / AW

21 ÎLON 2025 - 10:09
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Enqere – Li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê (NÇA) dê were vekirin. Mamoste û Rêveberên NÇAyê amadekariyên vêkirinê dikin. Şanogêr û lîstikvan Rozerîn Baltaş ku xebatên Şanoyê dike, diyar kir ku ew dê di gelek beşên hunerî de perwerdehiyê bidin destpêkirin.

Paytaxta Tirkiyeyê Enqere yek ji bajarên ku hejmareke mezin Kurd lê dijîn e. Hunermendên Kurd ji bo Kurdên ku li Enqere dijîn bi ziman û rengê xwe fêrî hunera xwe bibin, li Enqereyê Navenda Çanda Anatoliyayê (NÇA) vedikin. Her çiqas dîroka vêbûna NÇAyê ne zelal be jî rêveber û mamosteyên NÇAyê amadekariyên vêkirinê dikin. Tê texmînkirin ku heta meheke NÇA dê li Enqereyê dest bi xebatên xwe bike.

Di bin baneya NÇAyê de qursên, tenbûr, sêtêl, gîtar, keman, kemençe, erbane, piyano, çello wê werin dayîn. Her wiha perwerdehiya deng, şano, wênesazî û sînamayê jî dê bên dayîn. Ji bo zarokan jî perwerdehiya drama, rîtîm û koroyê wê bên amadekirin. Di bin baneya NÇAyê de govend û semah jî dê werin fêrkirin. Şanogêr û lîstikvan Rozerîn Baltaş ku dê NÇAyê de xebatên Şanoyê bike, diyar kir ku çand û huner ji bo Enqere weke pêdiviyek e û armanca wan jî ji pêdiviya civakê re bûna bersiv e.

‘Hewl didin ji pêdiviya civakê re bibin bersiv’

Rozerîn Baltaş anî ziman ku li Enqereyê bi salan e kêmasiya saziyeke çand û hunerê hebû û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Bi salan e ji aliyê çand û hunerê ve li Enqere kar û xebateke berfireh û domdirêj nehatibû kirin. Cara yekemîn dê li Enqere di bin baneya Navenda Çanda Anatoliyeyê de kar û xebat werin kirin. Di salên 1992an de bi NÇMê kar û xebat hatibûn kirin lê ev demekê dirêj e kar û xebat di vî warî de nayên kirin. Em jî dê vî barî bigrin ser milan û pêdiviya civakê re hewl bidin bibin bersiv. Bi pir zimanî û rengê jinê em ê kar û xebatên xwe bikin. Li vir kemasiya saziyeke çand û hunerê hebû, em ê jî hewl bidin vê kêmasiya temam bikin.”

‘Ew der mala civakê ye’

Rozerîn Baltaş diyar kir ku ew dê di bin baneya NÇAyê de gelek xebatên çand û hunerî bidin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di bin baneya NÇAyê de xebatên ji aliyê muzîkê ve gîtar, tenbûr, piyano û şanoyê hebe. Ji bo zarokan jî polên me dê hebin û mamoste dê di van polan de zarokan perwerde bikin. Li gor daxwazê jî ji kîjan alî daxwaz hebe, em dikarin dersan bidin destpêkirin û qursan vekin. Huner ji siyaset û civakê dûr nîne. Lê li vir mixabin derfeteke me yê hunerê li Enqereyê tune bû. Ji bo wê jî ew der wê bibe malek jî. Deriye me ji her kesê re her tim vêkirî ye. Ew der mala civakê ye. Em ê hewl bidin ji hemû kemasiyên çand û hûnerê yên li vê derê re bibin bersiv.”

‘Xwedî li saziya xwe derbikevin’

Di dawiya axaftina xwe de Rozerîn Baltaş ji bo gel xwedî li NÇAyê derbikeve bang kir û wiha derbirî: “Banga me ya ji bo gelê me ev e ku xwedî li saziya xwe derbikevin. Cara yekem saziyeke bi vî rengî li Enqereyê vêdibe. Zarok, dayik, ciwan û her kes bila werin saziyê û xwedî lê derbikevin. Her wiha li vir fêrî çand û hunera xwe bibin. Em dixwazin gelê me me bi tenê nehêle û hertim li cem me be. Em bi xwedî derketina civakê, li vê derê bandoreke xurt pêk bînin.”

Etîket: Çand û HunerEnqereNavenda Çanda Anatoliyayê (NÇA)Rozerîn Baltaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Bila jin werin ji aliyê hunerî ve xwe li pêş bixin’

‘Bila jin werin ji aliyê hunerî ve xwe li pêş bixin’

2 COTMEH 2026
Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne