• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereye gotubêja, ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat li darxistin

Enqere / AW

11 NÎSAN 2026 - 15:47
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel di bernameya Jinên Sosyalîst a ser aştiyê de axiviye. Sebahat Tuncel bi lêv kir ku perspektîfa rêya 3emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav şer û pêvçûnên pergala kapitalizme de çareseriyeke pêş dixe û got: “Em wek TJA û Tevgera Azadî ya Kurd li dijî pergala modernîteya kapîtalîst, Modernîteya Demokratîk peşkeş dikin.”

Jinên Partiya Sosyalîstan ên SOLDEPê li avahiyê xwe ya li navçeya Çankayaya Enqereyê bernameya gotubêja, “Jin aştiyê bi rêxistin dikin” li dar xist. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û gelek jinên Sosyalîst tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Sebahat Tuncel axivî û anî ziman ku li civînên bi vî rengî û gotûbêjên ser sosyalîstan li ser pêvajoyê girîng in.TJ

‘Divê sosyalîst jî bibin kirdeyên pêvajoê’

Sebahat Tuncel bi lêv kir ku li ser avakirina Civaka Demokratîk axaftin û nîqaşkirin pêwîstiyeke mezin e û wiha axivî: “Em weke jin li hemû qadên jiyanê hene. Ne tenê mijarên jinan giredidin divê gotina jinan li ser hemû qadên jiyanê hebe. Aştî ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di heman demê de pergala kapîtalîzmê û desthilata zilam jî li dijî jinan şer da ye destpêkirin ji bo vê jî aştî ango pêvajoya azadiyê. Lê taybet em aştiyê tenê weke di navbera dewlet û Kurdan de digirin dest. Ew bixwe pirsgirêk e. Divê Sosyalîst jî bibin kirdeyê vê pêvajoyê.”

‘Polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdan neguheriye’

Sebahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Di nav şerê li Rojhilata Navîn de li ser aştiyê axaftin û avakirina aştiyê pir girîng e. Li Rojhilata Navîn demekê dirêj e şer û pêvçûn berdewam dikin. Ew şerê niha jî berdewama şerê berê ye. Şer niha derbasî merhaleyeke nû bûye. Şerê Hamasê ve ew mudaxaleya hezên hegemon destpêkir. Filîstîn di parçeyeke piçuk de sînordar kirin û piştî 7ê Cotmehê pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn destpêkir. Li Sûriyeyê Ehmed El Şera anîn li ser desthilatiyê û li wir jî pêvajoyek tê birêvebirin. Şoreşa Rojava ya jinan ku bi perspektîfa azadiya jinan jiyaneke nû hat avakirin heviyeke mezin da. Ew êriş jî hedef girtina vê jiyanê bû. Niha herçiqas peymanek hatibe îmzekirin û şer rawestiya be jî xetere hê berdewam dike. Li Iraqê jî hê pergaleke demokratîk nehatiyê ava kirin. Li Îranê jî niha agirbest hatiyê ragihandin lê şer dê berdewam bike an na hê ne diyar e. Tirkiye jî ji ber van geşedanan ji bo xwe ji şer biparêze xwest ji Kurdan re tîfaqeke bike. Lê politikaya dewletê ya li dijî Kurdan neguheriyeyê. Di nav van geşedanên şer de em jî qala aştiyê dikin û ava kirina wê dikin.”

‘Rêya 3emîn ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye’

Sebahat Tuncel destnîşan kir ku perspektîfa rêya 3emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî şer û pêvçûnan çareseriyeke peşkeş dike û wiha axivî: “Li dijî şerê desthilatdar û hegemonan birêz Abdullah Ocalan bi mîsogeriya mafê hemû netew û baweriyan pergaleke demokratîk ango Rojhilata Navîn a Demokratîk pêşniyar dike. Ew yek dikarê Rojhilata Navîn ji şer û pêvçûnan biparêze. Bi Sykes Picotê Rojhilata Navîn li gor xwe dizayn kirin. Niha jî bi peymanên nû dixwazin dîsa Rojhilata Navîn li gor xwe dizayn bikin. Ew geşedan hemû jî rastê rast bandor li ser jiyana jinan dike. Ji bo wê jî gotobêja li ser aştiya Rojhilata Navîn girîng e.”

‘Divê em hêrsa xwe jî birêxistin bikin’

Di dawiya axaftina xwe de Sebahat Tuncel da zanîn ku li Rojhilata Navîn 2 pirsgirêk hene û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Yek pirsgirêka Kurdistanê û yek jî ya Filîstînê. Ew pirsgirêk jî pergala Netew Dewletê derxistine holê. Ji bo wê jî divê em ne tenê li ser bêdengkirina çekan li ser çareseriyeke mayîndê rawestîn. Pergala Kapîtalizme ber bi dawîbûnê ve diçe lê heke em alternatîfa Sosyalîzme xurt nêkin dê xwe ji nû ve bike. Ew şer û krîzan kapîtalîzm bixwe derdixînê. Ji bo wê parastina aştiyê di heman demê de li dijî derketina kapîtalîzmê ye. Ji bo wê jî divê em tenê li dijî pergalê hers nebin di nava hewldanan de bin. Em hersa xwe bi rêxistinbikin. Ne tenê hers bibin û li cihê xwe rûnin. Xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Weke TJA û Tevgera Azadî ya Kurd em li dijî pergala modernîteya kapîtalîst Modernîteya Demokratîk peşkeş dikin. Ew jî xwe dispere azadiya jinê, wekheviya gelan, parastina xwezayê û jiyana Sosyalîzme. Birêz Abdullah Ocalan dibêje qirîz û nakokiya yekem ne çîniyê lê ya jinan e. Ew yek bi xwe re nakokiya desthilatî û çînî tînê. Bingehê de nakokiya jin û zilaman heye. Ji bo wê jî heke em ê jiyaneke Sosyalîst û demokratîk ava bikin divê di navenda wê de azadiya jinê hebe.”

Piştî axaftina Sebahat Tuncelê gotubêj bi pirs, bersivan bi dawî bû.

Etîket: 'Jin aştiyê bi rêxistin dikin'Aktîvîsta TJAyê Sebahat TuncelGotubêjJinên Partiya SosyalîstanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

Sonay Mengutay piştî 30 salan azad e: Ji destê me çi were em ê bikin

13 TEBAX 2026
TJAyê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin

TJAyê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin

2 TEBAX 2026
TJA: Bikaranîna madeyên hişbirê encama polîtîkayan taybet in

TJA: Bikaranîna madeyên hişbirê encama polîtîkayan taybet in

26 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne