• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Êlihê daxuyanî û meş: Em ê destkeftiyên Rojava biparêzin

Êlih / AW

13 ÇILE 2026 - 15:49
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi pêşengiya TJAyê li Êlihê êrişên li ser taxên Şêxmexsûd Eşrefiyê yên Helebê hate şermezarkirin û di daxuyaniyê de hate gotin: ” Em ê tu hewldanek ji bo tunekirina berxwedana xeta rizgariya jinan û jiholêrakirina destkeftiyên demokratîk ên li Rojava û îradeya jiyana bi hev re qebûl nekin.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya Êlihe daxuyanî hate dayîn û meş hate lidarxistin. Rêveberên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER, TUAY-DER, TOMMOB, ARÎ-DER, Navenda Çandê ya Baharê (BKM), Egîtîm Sen, Baroya Êlihê û gelek endamên saziyên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Aktîvîsta TJAyê Meral Kaplan ve hate xwendin.

Girseya ku li vir amade bû dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ya me ye rûmeta me ye”, “Şehîd namirin”, “Rojava Rojhilate Kurdistan yek welat e”, “Jin Jiyan Azadî” û “Rojava xeta me ya sor e” hatin berzkirin.

Metna Daxuyaniyê bi vî rengî ye:

“Manîfestoya Civaka Demokratîk a ku li Rojava bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ derket holê bûye alternatîfek. Çeteyên DAIŞê, ku li dijî civak û mirovahiyê sûc kirine û komkujî pêk anîne, rasterast wan tê kirin. Cenazeyê şervaneke jin a ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn rastî muameleyeke nemirovane hat. Ev ne cara yekem e ku nêzîkatiyeke bi vî rengî tê dîtin. Jin û gelê Rojava, li hemberî van rêbazên hovane, qet netirsiyane û her tim îradeya xwe ya avakirina jiyaneke azad xurt kirine. Jinên ku Şoreşa Rojava afirandine, li ser şopa Arîn Mîrkan, Barîn Kobanî û Amara Renas li ber xwe dane û berxwedaneke destanî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye didomînin. Ew ê li dijî hişmendiya HTŞ û SMO ya girêdayî DAIŞê gavekê ji paş ve neavêjin. Çeteyan, li hemberî îradeya bêşikest a vê berxwedanê, bi îşkencekirina cenazeyê hevaleke jin li Şêx Meqsûd, sûcekî din ê li dijî mirovahiyê kirin e.

Êriş li dijî jiyana demokratîk pêk hatin

Sûcên şer ên ku ji aliyê Çeteyên HTŞ û DAIŞ bi heman rengî ve hatine kirin, tundiya sîstematîk a li dijî jinan û komkujiyên li dijî gelan e. Çeteyên DAIŞ û HTŞê li ber çavên tevahiya cîhanê derketine holê û sûcê şer dike. Bi gotinên “terorîzmê” sûcdarkirina kesên ku xwe li dijî van çeteyan diparêzin û bi hinceta “têkoşîna li dijî terorîzmê” bombebarankirina taxên Kurdan rewakirin nayê qebûlkirin. Ev helwest ne polîtîkayeke ewlehiyê ye. Lê hewldanek e ji bo tepisandina têkoşîna azadiya jinan û şikandina vîna berxwedanê ya gel e. Êrîşên li ser taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê sivîl, jin, zarok û jiyana demokratîk hedef digir e. Ev êrîş ewlehiyê misoger nakin, şer kûrtir dikin. Armanc ew e ku hebûna civakî ya jinan, îradeya hevpar a pêşeroja wan a azad ji holê rakin.

Em ê axa xwe û gelê xwe û jiyana azad biparêzin

Em weke Tevgera Jinên Azad, careke din teqez dikin ku Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ, HTŞ, dewlet û bîrdoziyên ku wan afirandine dê berdewam bike. Hemû dewletên mîlîtarîst, nijadperest û şovenîst ên heyî li dijî berxwedana rêxistinkirî ya jinên Kurd mehkûmî windakirinê ne. Em ê tu hewldanek ji bo tunekirina berxwedana ku li ser xeta rizgariya jinan, destkeftiyên demokratîk ên li Rojava û îradeya jiyan a bi hev re ya gelan radibe qebûl nakin. Em ê parastina ax, gelê xwe û jiyana azad a jinan bidomînin. Jin jiyan azadî.”

Meş hate lidarxistin

Piştî daxuyaniyê girse ji serê Cadeya Gulistanê heta ber avahiya DEM Partiyê ya Bajêr meş li dar xist. Di meşê de dirûşmên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkirin. Piştî meşê çalakî bi dawî bû.

Etîket: EşrefiyeHelebRojavaŞêxmeqsûdTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne