Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel di salvegera 4emîn a kuştina xwe de bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Azad (TJA) li Erziromê hate bibîranîn.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silemaniyeyê hatibû kuştin di salvegera 4emîn a kuştina xwe de li Erziromê bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Azad (TJA) hate bibîranîn. Bernameya bîranînê li avahiyê DEM Partiyê ya navçeya Tatosê hate lidarxistin. Heval û hempişeyên Nagihan Akarsel, endam û nûnerên saziyên demokratîk û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Li cihê bîranînê wêne û pirtûkên Nagihan Akarsel hatin danîn.
Bernameya bîranînê bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Dûre sînevîzyona ku li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hatibû amadekirin, hate temaşekirin.
Her wiha ji bo bîranîna Haci Lokman Bîrlîk jî sînevîzyona ku hatibû amadekirin hate nîşandan û bername piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.

















