• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Çewlîgê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê hat kirin

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2025 - 19:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kesên ku di civîna gel a Çewlîgê de axivîn anîn ziman ku ew dixwazin jiyanek demokratîk û aştiyane ava bikin û gotin: “Ji bo vê jî, di qonaxa destpêkê de divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were bicîanîn.”

Li Çewlîgê, ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve civîna gel hat lidarxistin. Tevî nûnerên rêxistinên siyasî û civaka sivîl ên li bajêr, gelek kes tevlî civîna ku li Salona Konferansê ya Şaredariyê pêk hat, bûn. Di civînê de bi domdarî dirûşma “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Di bernameya ku bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir de, Suzan Akîpa axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî nehatiye rakirin.

Biryara mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayîn

Suzan Akîpa bal kişand ser mafê hêviyê û xwest ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Abdullah Ocalan de were bicîanîn. Suzan Akîpa anî ziman ku biryara “mafê hêviyê” ya ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayîn, hemû girtiyên siyasî jî di nav xwe de dihewîne û ev tişt got: “Bicîanîna biryara mafê hêviyê, dikare sîstema hiqûqî ya Tirkiyeyê jî biguherîne. Divê ev biryar di çarçoveya mafên mirovan de were bicîanîn.”

‘Em ê rêxistinbûn û tifaqên xwe mezin bikin’

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî bal kişand ser zehmetiyên pêvajoyê û got: “Em di vê pêvajoyê de tifaqên nû ava dikin. Tu pirsgirêka me bi Tirkan re nebûye, lê pirsgirêka me bi wan kesên ku dîrok, çand û hebûna Kurdan înkar dikin re heye. Tifaqên nû dê van tiştan li ber çavan bigirin û werin avakirin. Wek jin em ê rêxistinbûn û tifaqên xwe mezin bikin. Em pêkhateyk ji tevgera jinên cîhanê ne. Em li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hêza herî dînamîk in. Em ê felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li her devera cîhanê bilind bikin. Em ê vê veguherînin felsefeyek zindî. Em ê vê pêvajoyê bi hevre ava bikin.”

Çetîn Arkaş jî xwest ku wek qonaxa yekem a pêvajoyê şert û mercên Îmraliyê werin başkirin û astengiyên li pêşiya hevdîtinên Abdullah Ocalan bi kes û derdorên ku dixwaze re werin rakirin. Arkaş wiha pê de çû: “Ger em êşên xwe bibêjin, di lênûskan de cîh nagirin. Israra me hebû; ev jî israra ji bo azadî û têkoşînê bû.”

‘Kurdan jî ji bo aştî û civaka demokratîk gelek berdêl dan’

Arkaş pêvajoyên çareseriyê yên li Tirkiyeyê bi bîr xist û got ew di pêvajoya nû de bi rêzdar Abdullah Ocalan bawer in. Arkaş anî ziman ku ew ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û aştiyane têdikoşin û wiha axivî: “Em di nava têkoşîneke neheq de nebûn. Derketina me serhildanek li dijî înkarkirina gelekî ye. Tiştek bê berdêl nedane me. Heta ji bo tîpa W jî me berdêl da. Me çi wergirtibe, ew bi berdêlê bûye. Di têkoşînên demokrasiyê de jî ev wisa ye; ger gelek bi can û xwîna xwe tiştek bi dest xistibe, tu hêz nikare wî ji wan destkeftiyên dûr bixe. Kurdan jî ji bo aştî û civaka demokratîk gelek berdêl dan. Dev destketiyên xwe bernade. Em dixwazin ku bi pêvajoya nû re ev yek êdî misoger bibe.”

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Çewlîgcivîna gelMafê Hêviyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

Li Bongilanê cezayê pere li alîgirên Amedsporê hate birîn

21 ÎLON 2026
‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

30 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne