• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

Îzmîr / AW

30 TEBAX 2026 - 16:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di civîna gel a li Îzmîrê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllari bal kişand ser berdewamî û girîngiya pêvajoyê û diyar kir ku ew ê bi biryarî têkoşîna aştiyeke bi rûmet bidomînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Navenda Kongreyê ya Tepekûleyê civîneke gel pêk anî. Civîna ku pankarta bi nivîsa “Ji bo Komara Demokratîk Civakeke Azad û Rêxistinkirî” lê hatibû daliqandin, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllari, Parlamenterên DEM Partiyê yên Îzmîrê Burcugûl Çûbûk û Îbrahîm Akîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatiyan pêk hat.

Tûlay Hatîmogûllari diyar kir ku avakirina civaka demokratîk bi civakeke ku li ser zemînekî demokratîk rêxistinkirî pêkan e û wiha got: “Em hemû pir baş dizanin ku yek ji pêngavên demokratîkbûna civakê jî ji aştiyê derbas dibe. 50 sal in li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê şer û pevçûn berdewam dikin. Me di nava 50 salan de şahidiya êşên gelekî mezin kir. Û weke ku hûn dizanin tenê di van 10 rojên dawî de gelek şehadetan hatin ragihandin û di meha pêş de jî wê dîsa gelek şehadet werin ragihandin. Di van sersaxiyan de me careke din dît ku gelê kurd, di serî de dayik, tevî van hemû êşên hatine kişandin, tevî van hemû windahiyên ku hatine jiyîn, qet dest peyva gotina ‘aştiyê’ bernedane. Û bila dayikên leşkeran û dayikên gerîlayan her du jî dilrihet bin. Heta dawiyê em ê xwedî li pêvajoyê derkevin û her bêjin aştiya bi rûmet.”

‘Em rexneyên derbarê pêvajoyê de dinirxînin’

Tûlay Hatîmogûllari li ser navê DEM Partiyê rexneyên ku derbarê pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de hatine kirin, wiha nirxand: “Di 27ê Sibata 2025an de Birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bangeke pir girîng kir; Banga aştiyê û civaka demokratîk. Û em ji vir silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ev bang kirî û pêşengî ji aştiyê re kirî re dişînin. Îro ev pêvajo nêzîkî temamkirina 2 salên xwe dibe. Û di nava vê pêvajoya du salî de bi rastî em bi zehmetiyên pir mezin û astengiyên pir mezin re rû bi rû man, wan çareser kirin û hatin roja îro. Ez dixwazim li vir nêrînên partiya xwe derbarê çend mijaran de, derbarê rexne û nirxandinên ku têkildarî pêvajoyê tên kirin de parve bikim. Hevalên me yên ku rexneyên samîmî, dostane, dilpak û avaker dikin hene. Ez dixwazim careke din diyar bikim ku em van rexneyan digirin û wan girîng dibînin.”

‘Divê rexne bi çavdêriya rastiyên pêvajo û herêmê bên kirin’

Piştre Tulay Hatîmogûllari behsa kesên ku ji ber nikarin rastiya herêmê binirxînin û şaş dinirxînin kir û ev tişt anî ziman: “Bi taybetî li herêmê çawaniya holê derketina formeke nû ya bi cihbûnê bi taybetî ya Îsraîlê, krîza sermayeya gerdûnî ya ku di 2008an de dest pê kir û hejmariya herêmî ya krîza kapîtalîzmê, di vê serdema ku hêzên emperyalîst dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve şekil bidin de, diyar e ku piştevaniya gelan a bi hev re ketiye pozîsyonekî lezgîntir û girîngtir. Îro heke ev pêvajo dest pê kiribe, bila em bizanibin ku geşedanên li herêmê ji bo destpêkirina vê pêvajoyê xwedî girîngiyeke pir mezin bûn. Hinek ji van ew kes in ku dixwazin xuya bikin ku alîgirê aştiyê ne lê di eslê xwe de ji şer, tundî û pevçûnan xwedî dibin. Em dibînin ku bi awayeke sîstematîk gelek êrîş bi rêya medyaya dîjîtal li ser vê pêvajoyê tên kirin. Û em pir baş dizanin ku ev û geşedanên bi vî rengî wê çêbibin. Ew kesên ku dixwazin vê qadê weke aliyekî neyartî bikar bînin, wê ne di rojekê de biqedin. Em weke DEM Partî û hemû hêmanên ku vê pêvajoyê dimeşînin, tu carî neketin nava van provokasyonan û em ê nebin jî. Hemû rexneyên dostane yên ku di nava du salan de hatine kirin li ser seran li ser çavan. Lê li hemberî êrîşên nîjadperest, gotinên şerxwaz û kesên ku ‘wekî ku dixwazin aştiyê’ xuya dikin lê tiştên din dikin jî, em ê parastina aştiyê bidomînin. Di pêvajoya piştî vê de jî hevalên hêja, em ê bi pêvajoyeke avakirinê ya bi tevahî nû derkevin holê û em ê vê yekê bi we re, bi gelê xwe yê hêja re, ji herêman heta navendê bi hev re pêk bînin. Û em ê bi avakirina aştiyeke bi rûmet li van xakan têkoşîna xwe bidomînin.”

Civîn piştî axaftina Tûlay Hatîmogûllari ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: civîna gelTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

16 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

Tulay Hatîmogullari serdana Halk TVyê kir

14 COTMEH 2026
Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

Komek ciwanên enternasyonal bi Hevserokên DEM Partiyê re civiyan

9 COTMEH 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

9 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne