Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê qetilkirina 7 karkerên Elewî ku li bajarê Humus a Sûriyeyê daxuyanî dan û xwestin berpirs bên dîtin û hesab bidin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên Xê derbarê êrişa li dijî karkerên Elewî ku hatibû kirin û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 4 karker jî birîndar bûbûn, daxuyanî dan.
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê êrişên li dijî Elewiyan demildest bên rawestandin û got: “Hikûmeta Şamê di serî de ji ewlehiya Elewiyan û ji bo parastina hemû pêkhateyên li Sûriyeyê berpirsyar e. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Em êşa civaka me ya Elewî parve dikin.”
Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku siberoja Sûriyeyê bi naskirina mafên hemû pêkhateyan û demokratîkbûyînê re pêkan e û wiha got: “Em êşa civaka Elewî parve dikin û em bang dikin ku ewlehiya welatiyên Sûriyeyê bê xurtkirin û tevdîr bên girtin da ku edalet pêk were.”













