Êlih – Endama Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz diyar kir ku li gel pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî dewleta Tirk ji gundên başûrê Kurdistanê derneketiye û da zanîn ku ji bilî dewleta Tirk dewleta Îranê jî di rojên dawî de êrişên Başûr dike. Songul Korkmaz anî ziman ku gelek kesan di encama êrişên Îranê de jiyana xwe ji dest dan û got: “Êrişên ku li ser başûrê Kurdistanê pêk tên, em ê tu carî qebûl nekin.”
Di demên dawî de tevî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome jî êrişên li ser erdnîgariya Kurdistanê hê jî li gelek deveran didomin. Yek ji wan herêman jî başûrê Kurdistanê ye û her roja ku diçe êrişên li wir zêdetir dibin. Leşkerên Tirk demeke dirêj e dagirkirin û dorpêça li ser gundên başûrê Kurdistanê didomîne. Ev dorpêçkirin bandoreke mezin li wir dike û nahêle ku şêniyên wan gundan derbasî nava gundên xwe bibin.
Ji gel vê dorpêça dewleta Tirk di demên dawî de rejîma Îranê jî êrişên li ser Başûr dijwartir kiriye û her roj herêmekê bombebaran dike. Û di encama bombebaranên dewleta Îranê de gelek pêşmerge û sivîl jiyana xwe ji dest didin.
Endama Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz derbarê dorpêç û êrişên li ser başûrê Kurdistanê de ji Ajansa Welat re axivî. Songul Korkmaz destnîşan kir ku ew ê her tim li dijî van êrişan rabin û qebûl nekin.
‘Divê dawî li dorpêç û êrişên li ser Başûr bê anîn’
Songul Korkmaz di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dorpêça dewleta Tirk çawa li başûrê Kurdistanê didome bi heman awayî dewleta Îranê jî êrişên xwe dibe ser deverên Başûr û wiha got: “Demeke dirêje ku di bin navê polîtîkayên ewlehiyê de, her tim li ser şêniyên başûrê Kurdistanê dewleta Tirk li wir zextan dide kirin. Ji bo ku li çar aliyên Rojhilata Navîn û li Kurdistanê ev şer bên sekinandin, em ê jî weke Înîsiyatîfê li dijî van polîtîkayên şer bin. Û em ê her tim li dijî van polîtîkayên qirêj bisekinin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em van polîtîkayên şer ên ku tên birêvebirin, her dem şermezar dikin. Em ê tu carî êrişên li ser Başûr qebûl nekin û li dijî êrişan rabin. Dema ku mirov nikaribe di nava axa xwe û zeviyên xwe de bi hêsanî bijî û bigere, ev desteserkirina mafê jiyanî yê mirovan e. Jixwe bi van bûyeran re Rojhilata Navîn hemû bûye qada şer û êrişên li ser sivîlan her diçe zêdetir dibe. Bi heman awayî niha dewleta Îranê jî li başûrê Kurdistanê êrişî welatiyên sivîl dike û gelek kesan di encama wan êrişan de jî jiyana xwe ji dest dane. Divê em jî weke gelê Kurd bertekên xwe yên xurt nîşanî polîtîkayên şer bidin. Em ê weke Înîsiyatîfê ji bo tifaqa gelê Kurd xebatên xwe xurttir bikin.”
‘Divê êdî birêz Ocalan bi fizîkî azad bibe’
Songul Korkmaz bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibata 2025an de kir û axaftina xwe domand: “Piştî bangawaziya Tevgera Azadiya Kurdistanê jî tişta ku ketiye ser milê wan kirin e. Niha jî êdî hewceye ku dewlet gavên şênber û fermî biavêje. Hewceye ku di zagonên ku wê bên amadekirin de hin tişt êdî fermî bibin da ku birêz Abdullah Ocalan jî bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî. Mafê birêz Ocalan ê hêviyê divê demildest pêk bê. Em ê ji bo vê yekê zêdetir siyaseta demokratîk bikin. Jixwe birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de jî aniye ziman ku ew ê siyaseta demokratîk çawa be? Di vir de jî hewceye êdî Meclis gaveke şênber biavêje. Da ku pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Ji bo ev tişt bên kirin, hewceye êdî gav dereng neyên xistin. Hêviya me ew e ku beriya betlaneyê ev pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bê Meclisê û ji bo hevalên me yên ku di zindanan de dîl tên girtin gavek bê avêtin.”
‘Divê êdî azadiya ramanê û xweîfadekirinê sûc neyê dîtin’
Songul Korkmaz anî ziman ku di vê pêvajoyê de piraniya civakê hemfikire, hewcehî bi siyaseta demokratîk heye û wiha axivî: “Divê her gel û her bawerî bikaribe nêrînên xwe, bi fikrên xwe yên azad bîne ziman. Çimkî li Tirkiyeyê hê jî azadiya ramanê û xweîfadekirinê wek ‘sûc’ tê dîtin. Bi hezaran hevalên me ji ber vê girtî ne. Divê êdî ev yek were guhertin. Gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend û hemû beşên civakê aştiyê û demokrasiyê dixwazin. Divê em bikaribin di aliyê demokrasiyê de bi hemû aliyên civakê re bidin û bistînin. Û di aliyê aştiyê û siyaseta demokratik de jî, li ser vê bingehê pêşiya xwe vebikin. Gerîlayan çekên xwe şewitandin û divê bi heman awayî jî dewletê gav biavêta û qanûnên azadiyê çêkira. Ger ku ev yek pêk bihata îro me yê bikaribûna gelek tiştan bi hêsanî çareser bikira.”












