• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Navneteweyî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dê bê lidarxistin

Enqere / AW

24 MIJDAR 2025 - 09:00
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partî dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê dê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixe. Di konferansê de banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kiribû jî di konferansê de bê nîqaşkirin. Ji Kurdistanê, Tirkiyeyê û qada navneteweyî gelek kesayetên navdar dê beşdarî konferansê bibin. Ji Baskê heta Afrîka, Kazakistan û Belçîkayê gelek kes tevlî konferansê bibin. Her wiha rêxistina Îrlandayê Sînn Feîn jî dê beşdarî konferansê bibe.

Di konferansê de serpehatiyên, “Şer û çareseriyê”, gavên ji bo demokratîkbûyinê û hevpaymana civakî ya nû divê çawa bibe dê bên nîqaşkirin. Konferans dê du rojan berdewam bike û ji qada navneteweyî gelek kesayet û rojnameger jî hatine vexwendin.

Prof. Norman Peach jî dê tevlî konferansê bibe

Heta niha kesên ku navên wan diyar bûne û tev li konferansê bibin ev in: Endamê Meclîsa Federal a Elmanyayê yê berê Profesor Norman Peach, muzakerevanê sereke yê pêvajoya aştiye yê Başûrê Afrîkayê parêzer Mohammed Bhabha, parlamenterê parlamentoya Baskê û koordînatorê têkiliyên navneteweyî yê Bilduyê Igor Zalaika, parlamenterê Belçîkayê Georges Dallemagne, ji zanîngeha Damanhour a Misirê pisporê dîroka modern Prof. Dr. Mohamed Refaat, ji Sendîkaya UNITE the Union dîrektorê têkiliyên navneteweyî Simon Dubbins. Dê ev kesayet beşdarî konferansê bibin. Her wiha hat zanîn ku ji qada navneteweyî gelek kesên din ên navdar jî dê beşdarî konferansê bibin û navên wan jî di rojên pêş de bên diyarkirin.

Her wiha Veysî Aktaş ku 10 salan li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ma, ew ê jî beşdarî konferansê bibe. Siyasetmedar Gultan Kişanak, rojnameger Haydar Ergul, endamê Şandeya Îmraliyê û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, hiqûqzan Orhan Gazî Ertekîn, rojnameger Nadîre Mater û Hevseroka Giştî ya berê ya ÎHDê Eren Keskîn jî dê wek axêver beşdarî konferansê bibin.

Hûrgiliyên konferansê

Konferans dê 2 rojan berdewam bike. Rûniştina yekem a konferansê dê bi sernavê “Perspektîfên aştiya civakî’ bê were birêvebirin. Di rûniştinê de mijarên wek, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya civakî rola Abdullah Ocalan û mafê hêviyê”, “Di avakirina hiqûqa aştiyê de rola rêbertiyê”, “Li Tirkiyeyê bandora aştiya civakî û çareseriya mayînde ya li ser hevsengiya herêmî û kurewî”, “Aştiya civakan û vîzyona pêşerojê; Jiyana bi hev re dê çawa bibe?” dê bên nîqaşkirin.

Rûniştina duyemîn a konferansê jî dê bi sernavê “Serpehatiyên pevçûn û çareseriyan” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de jî mijarên; “Serpehatiya Baskê”, “Serpehatiya Bakurê Îrlandayê”, “Muzakereya Katalonya-Îspanyayê; dersên ji pevçûnên asîmetrîk”, “Serpehatiyên piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo misogerbûna bi dawîbûna şer û pêkhatina aştiyê”, “Aştiya civakî bibin girtîgehan; Ji bo guherandina rejîma girtîgehan rêyeke çawa divê?” dê bên nîqaşkirin.

‘Ji netewe dewletê ber bi Neteweya Nemokratîk ve’

Di roja 2yemîn a konferansê de dê rûniştina pêşî bi sernavê, “Ji netewe dewletê ber bi Neteweya Demokratîk ve” were birêvebirin. Di vê rûniştinê de “Hevpeymaneke nû ya di bin şewqa pênaseya nasname û hemwelatîbûna di qanûna bingehîn de”, “Girîngiya serpêhatiyên dîrokî ji bo avakirina Neteweya Demokratîk”, “Têkoşîna li dijî têkiliyên hegomonîk, navendîbûnê û xurtkirina demokrasiya xwecihî”, “Ji bo heqîqetê azadiya çapemeniyê û zimanê aştiyê” dê bên nîqaşkirin.

Di rûniştina duyemîn a roja 2yemîn de jî konferans dê bi sernavê “Perspektîfa pêşerojê aştî û azadî” berdewam bike. Di rûniştinê de mijarên; “Mijara Kurd ku bûyê mijareke navneteweyî dikare bi nakokiya desthilat-civakê bê çareserkirin an na?”, “Derfetên veguherandina dînamîkên aştiya kurewî û herêmî ya têkoşîna kedê ku sînoran derbas dike”, “Veguherandina şêweya hişmendiya Ewropayê ya derbarê mijara Kurd de; Perspektîfa aştî û azadiyê ji zemîna mafên takekesî bibin zemîna mafên kolektîf”, “Manifestoya Ocalan; Perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk” dê bên nîqaşkirin.

Etîket: Abdullah OcalanaştîDEM PartîEnqereKonferansKonferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne