• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNKê ji bo Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

Navenda Nûçeyan / AW

9 SIBAT 2026 - 23:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
KNKê ji bo zimanzanê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand û destnîşan kir ku Bozarslan di demên ku nasname, ziman û çanda Kurdî qedexe bûn de helwestek wêrekî nîşan daye û xebata xwe domandiye.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku li Uppsala ya Swêdê 45 salan li sirgûnê jiya û koça dawî kir, peyamek sersaxiyê weşand. KNKê ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

KNK di peyamê de xemgîniya xwe ji ber wefata mamosteyê mezin ê wêje, çand û zimanê Kurdî Mehmet Emîn Bozarslan anî ziman. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Bozarslan di demên ku nasname, ziman û çanda Kurdî qedexe bûn de helwestek wêrekî nîşan da û xebata xwe domand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bozarslan berhemên klasîk ên wêje û dîroka Kurdî wergerî alfabeya latînî kir û çap kiriye û her wiha hin ji van berheman wergerandiye zimanê Tirkî. Hat bibîrxistin ku ew ji ber van berheman hatiye girtin û bi salan di girtîgehên Tirkiyeyê de maye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mehmet Emîn Bozarslan di sala 1979an de ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê neçar ma ku welat biterikîne û xebata xwe ya akademîk û çandî li Ewropayê bênavber domandiye. Hat destnîşankirin ku Bozarslan heta dawiya jiyana xwe tevkariyeke mezin li ziman, wêje, çand û dîroka Kurdî kiriye û bi dehan berhemên girîng nivîsandiye.

KNK’ê di berdewamya daxuyaniya xwe de anî ziman ku Bozarslan mamosteyê mezin ê çand, wêje û dîroka Kurd û Kurdistanê ye û sersaxî ji malbat, dostên wî, kesên ku di warê ziman û wêjeya Kurdî de dixebitin û hemû gelê Kurdistanê re xwest.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Mehmet Emîn Bozarslan, bila çavên te li paş nemîne. Keda te vala neçû; bi hezaran şopînerên te hene û rêça te berdewam bikin. Wasiyeta te wê teqez were bicihanîn.”

Etîket: BozarslanKNKpeyamsersaxî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

PAJK û KJKê sersaxî da malbatên şehîdan

27 TEBAX 2026
Erdogan: Bila ser xêrê be

Erdogan: Bila ser xêrê be

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne