Enqere – Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê tekildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk aniye anî ziman ku Abdullah Ocalan diyar kiriye ku armanca pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew ê ku tevahiya gel bi awayeke wekhev û azad bijî.
Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê dûh li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Heyetê tekildarî hevdîtinê daxuyaniyeke niviskî bi raya giştî re parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji Çapemenî û Raya Giştî re,
Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê, me di 13ê Îlona 2026an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya Tirkiyeyê, pêşxistina çareseriya demokratîk û aştiyeke mayînde, gavên şênber ên ku ji bo pêşvebirina pêvajoyê divê bên avêtin û pêşketinên herêmî hatin nîqaşkirin.
Kurteya nirxandinên Birêz Abdullah Ocalan ên ji bo raya giştî hatine şandin ev in:
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke wisa de ye ku pêwîstî bi awayekî bilez bi bicihanîna berpirsiyariyên dîrokî heye. Di heyama piştî pejirandina qanûnê de, pir girîng e ku di çarçoveya van berpirsiyariyan de gavên pratîkî yên hevbeş bên avêtin û lijne dest bi xebata xwe ya çalak bikin.
“Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin. Aştî tê wateya çekdanînê, siyasîbûn jî tê wateya siyaseta demokratîk û civata demokratîk.
“Li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye. Ez hêvî û bawer dikim ku her kes dê bi vê hişmendiyê tevbigerin da ku em aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk bi dest bixin. Berpirsyariyeke demildest e ku îradeya aştiyê bêbingeh neyê hiştin, bi rêya sazkirinên qanûnî û siyasî yên şênber bê misogerkirin.
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk armanc dike ku hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bi hev re di nav aştî, azadî û wekheviyê de bijîn. Geşedanên li herêmê bi awayekî zelal nîşan didin ku pêvajo li ser hevsengiyên hesas e û ev geşedan rasterast bandorê li pêvajoyê dikin. Ji ber vê yekê, ji bo pêşîgirtina li provokasyonên muhtemel, girîng e ku pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin. Divê bûyerên li Rojava jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin.”
Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê, em careke din diyar dikin ku rêbaza bingehîn a Birêz Ocalan mayîndekirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye.
Rêya aştiyê vekirî ye. Niha dem dema wê ye ku îradeya siyasî û pratîk ji bo pêşvebirina vê rêyê bê pêkanîn.
Bi rêzdarî.”













