• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KNK: 1ê Gulanê li hemû karkerên Kurdistanê û cîhanê pîroz be

Navenda Nûçeyan / AW

1 GULAN 2025 - 10:05
Kategorî: ROJANE
A A
KNKê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û bang li Kurdistaniyan kir ku bi coşa Newrozê beşdarî çalakiyên 1ê Gulanê bibin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê bi peyamekê pîroz kir.

Peyama KNKê bi vî rengî ye:

“Karker û kedkaran bi têkoşîna xwe, bi berxwedana xwe, bi xwêdana eniya xwe, bi keda xwe, 1ê Gulanê kirine cejna xwe ya ‘Yekitî, Têkoşîn û Piştgiriyê’. Ev cejn vê gavê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bila Cejna 1ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz be.

Kurdistanî karker û kedkarên azadî û rizgariyê ne

Cejna 1ê Gulanê ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e jî. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî ev e serê sedan salan e, ji bo azadiyê, rizgariyê, jiyaneke dilşa û serbilind têkoşînê dikin. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1’ê Gulanê heq kirine. Bila li wan jî pîroz be. Gerîlla û Pêşmergeyên û doza mezin ya Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar yên 1ê Gulanê ne, bila li wan jî pîroz be.

Rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derêxistine pêşiya karker û kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin. Lê ne karkeran, ne kedkaran, nejî xelkê, serê xwe li ber van zulmên serdestan şor nekirine û têkoşîn û berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Gelê Kurd ji kevin were, ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye.

Pêvajoya diyalogê û hewldanên ji bo yekitî û yekrêziya Kurdan

Em îsal cejna 1ê Gulanê, di rewşeke cuda de pêşwazî dikin. Li Bakurê Kurdistanê ev çend meh in pêvajoyek diyalogê heye. Heta niha gelek caran heyet çûne girava Îmraliyê û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Gelek bang û daxuyanî hatine dayîn, lê heta niha gavên berbiçav nehatine avêtin. Armanca aliyê Kurd ew e ku bi rêya vê diyalogê pirsgirêka Kurdî û çareser bike. Divê em hemî hewl bidin ku ev diyalog bigihê qonaxa çareseriyê.

Li aliyê din ji bo yekîtî û yekrêzêya nav mala Kurd, ji serê salê û vir ve gavên girîng têne avêtin. Ev e demeke di nava hemî partî û rêxistinên Kurdistanî de diyalogek baş heye. Di van rojên derbasbûyî de li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna hemî aliyan konferansek giring pêk hat. Her wiha bi heman mebestê li Ewropa jî, ji bo Rojhilatê Kurdistanê konferansek pêk hat. Di herdu konferansa de ji bo yekîtiya neteweyî nîqaşên berfireh çêbûn û biryarên giring hatin standin. KNKê di herdu konferansande de cihê xwe girt û pêşkêşiya gelek karan kir. Di nava vê salê de emê hewl bidin hem li Bakur hem jî Başûr heman konferans bêne çêkirin û di encamê de emê hewl bidin gorî biryara Konferansa Lozanê, li seranserê Kurdistan konferansekê neteweyî çêbibe.

Li gel vê rewşê jî, li çar aliyên Kurdistanê, dek û dolap û planên dijê gelê Kurd dewam dikin. Projên dijminan mezinin û hemî deskeftên Kurdan di bin xeteriyek mezin de ne. Divê hemî partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û gorî vê rewşê tevbigerin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, yekîtiya xwe xurttir bikin û bi hevre bi yek dengî dijê van planan derkevin.

Em bi ruhê Newrozê 1ê Gulanê pîroz bikin

Bi vê munasebetê em bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan dikin ku li herderî bi coşa Newrozê tev li çalkiyên pîrozbahiya 1ê Gulanê bibin, di van çalakiyan de, li hember êriş û dagirkeriyê derkevin û dengên nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeran bilind bikin û li tenişta hêzên parastina Kurdistanê cihê xwe bigrin.

KNK 1ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li gelên Kurdistanê û hemû xelkên cîhanê pîroz dike.”

Etîket: 1ê GulaneKNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026
KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

23 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne