Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di şîna şehîdên Geverê de axivî, bal kişand ser têkoşîna hatiye dayîn û got: “Çiya û deştên me şahidê têkoşîna wan in. Wan kirasê ji agir li xwe kirin û li ber xwe dan.”
Şîna şehîdên Geverê ya di pêşengtiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê hatiye danîn, bi serdanên girseyî didome. Di roja duyemîn de Hevserokên Giştî yên DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û gelek kes tev li şînê bûn û sersaxî ji malbatan re xwestin.
‘Kirasê ji agir li xwe kirin’
Keskîn Bayindir di şînê de axivî, bal kişand ser giringiya têkoşîna Tevgera Azadiyê ya ji bo nasnameya Kurdan raber kiriye û got: “Li çar parçeyên Kurdistanê Kurd bûn yek. Em bi şehîdên xwe bi minet in. Çiya û deştên me şahidê têkoşîna wan in. Wan kirasê ji agir li xwe kirin û li ber xwe dan. Ev rêhevalên Rêber APO û gelê xwe ne. Jiyana wan dibe mijara pirtûkan, fîlman û çîrokan. Serê gelê Kurd bi wan bilind e. Çawa ku Şêx Saîd, Pîr Seyîd Riza bûn nemirên gelê xwe, ew jî bûn nemirin gelê xwe. Serê gelê Kurdistanê sax be.”
Parlementera Colemêrgê Oznur Bartinê jî anî ziman ku ev 50 sal in Kurd gelek bedel dane û diyar kir ku ew ê li ser rêya van şehîdan bimeşin û wê bibin şopdarê rêça wan.
Şîn bi serdanan, kirina diayan û berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” didome.














