Kolbernews ragihand ku ciwanê bi navê Şerîf Eşnab ê xelkê Melekşa ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin winaye û çarenûsa wî nayê zanîn.
Li gorî nûçeya Kolbernews berî 19 rojan Şerîf Eşnab ê xelkê Melekşa ya girêdayî Parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye b inçavkirin.
Hate ragihandin ku çarenûsa Şerîf Eşnab nayê zanîn.
Hata niha Şerîf nekariye xwe bigihîne malbatê û ji bo mafê xwe jî ji nekariye serî li parêzerekê jî bide.













