Kongra Star a bajarê Amûdê derbarê êrîşên li ser Şehîdgeha Şêxmeqsûdê de daxuyanî da û got ku divê kesên êrîş pêk anîne bên cezakirin.
Kongra Star a bajarê Amûdê, bi tevilbûna nûnerên Meclîsa Gel a Bajêr û gelek welatiyan têkildarî texrîbkirina Pekrewangeha Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongra Star Bêrîvan Elî ve hat xwendin.
Berîvan Elî di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên peywendîdar û berpirsyarên dosyaya entegrasyonê kir û wiha got: “Ji bo hesabxwestina ji berpirsyarên vê wêraniyê gavên cidî divê werin avêtin. Divê rê li ber rûdana mîna van bûyeran were girtin û parastina pekrewangehên şehîdan misoger bibe.”
Berîvan Elî di daxuyaniya xwe de girêdana bi rûmeta şehîdan nîşan da û da zanîn ku ew hemû cureyên êrîşên li ser sembol û pekrewangehan şermezar dikin.












