• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya Star: Komploya li dijî îradeya gelan bi têkoşîna gelan têk çû

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 14:48
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Kordînasyona Kongreya Star Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê şermezar kir û banga bilindkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku komplo li dijî îradeya gelan pêk hatiye û bi berxwedana gel hatiye pûçkirin.

Kordînasyona Kongreya Star bi boneya 27emîn salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Komplo bi tundî hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Komplo li hemberî îradeya gel û projeya rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Ev komplo şerek bîrdozî yê di navbera hêzên desthilatdar ên kaptalîst û projeya azadî, demokrasî û rûmeta mirovahiyê de ye. Komplo ne tenê operasyoneke siyasî û leşkerî ye. Ew diyardeyeke dîrokî ya li dijî mêtingerî û dagirkeriyê ji nûve avakirina cîhanekî li ser bingehê edalet û wekheviyê pênase dike.”

‘Azadiya jinê dilê projiya Ocalan e’

Di daxuyaniyê de têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate bi bîrxistin û wiha hate domandin: “Rêber Apo bi têkoşîna xwe ji bo îradeya gelan a li hemberî polîtîkaya înkarê bû sembola îdeolojîk a tevahî cîhanê. Hemû aliyên li dijî azadiyê çiqasî hêza wan hebe bi van komployan re diyar dibe ku ew çiqasî ji projeya li ser bingehê edalet, wekhevî û azadiyê ditirsin. Ev komploya mezin a navnetewî destnîşan dike ku çiqasî tirsa hêzên desthilatdar ji fikrê berxwedanê nûve pênase dike, modêleke nû ya siyasî pêşkêş dike, heye. Azadiya jinê ku Rêber Ocalan xistiye navenda projeya xwe, kevirê bingehîn ê civaka azad e. Her wiha feraseta azadiyê ku projeyekî tevahiya mirovahiyê ye û nijatperestiyê ber bi edalet û civaka demokratîk ve dibe, ji nûve dihûnê.”

‘Êriş ji dîrokê qut nînin’

Têkildarî pêşketinên dawî jî di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku xeterên li herêmê çêdibin û êrîşên siyasî, fikrî û leşkerî yên li ser gel berdewam dikin. Daxuyaniyê bi van nirxandinan berdewam kir: “Em weke Kongreya Star van êrîşên îro ji dîrokê qut nabîn in. Komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin hîna li dijî îradeya gelan têne kirin. Bi van komployan re ew destpêke projeya rizgarkirina civakî hedef digirin. Fikrê ku banga xwişk û biratiya gelan û demokrasiya civakê û azadiya jinê dike, ji nûve pênaseya azadiyê weke projeyekî mirovahiyê li ser bingehê rêveberiya xweser û hevjiyana azad dike.”

‘Cihê jinê di şoreşan de diyarker e’

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser vê fikrê wekî dijberiya aştiyê hatin pênasekirin û ev tişt hatin gotin: “Pêvajoya aştiyê ku Rêber Apo dimeşîne daxwaza radestkirina mafê hemû beşên civakê dike. Rojava mînakeke ber bi çav a vê fikrê ye. Projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava pêk hat. Di vê projeyê de jin bûn rêveberên biryar digirtin û şervanên ku parastina civaka xwe dikirin. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re bû sembola berxwedan û rûmetê. Bi vê projeyê re hat isbatkirin ku azadiya civakê bi azadiya jinê destpê dike û cihê jin di şoreşên civakî de gelekî girîng in. Êrîşên li ser herêmên me û hedefgirtina civakbuyîn û saziyên me yên sivîl, berdewamiya êrîşên berê yên li ser îradeya gelê Kurd û tecrûbeya herêmê ya demokrasiyê ne. Bi vê êrîşê re hat misoger kirin ku komplo hîna bi dawî nebûne lê belê bi teşeyên cuda berdewam dikin.”

‘Jinên rêxistinkirî dikarin hemû planan têk bibin’

Berdewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku îradeya gelê Kurd hemû komplo têk birine û ev agahî hatin dayîn: “Têkoşîna jinê ne tenê ji bo parastina erdnîgariyê ye, jin ji bo parastina azadî, edalet û wekheviyê û paşeroja gel bi rûmet bijîn, têdikoş e. Jin ji bo aştiyeke rast a li ser bingehê edaletê ne dengeyên demkî, têdikoş e. Weke kongreya Star em ê li ser hîma Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bi rêbazên demokratîk berdewam bikin û rolê jinê di hemû qadên jiyanê de xurt bikin. Jina birêxistinkirî dikare hemû pîlansaziyên nasname û hebûna wê hedef digrin, têk bibe. Komplo nikarin rêwîtiya azadiyê biseknînin. Îradeya jin û israra gelan ji bo jiyana birûmet ji hemû êrîşan bihêztir e. Em ê têkoşîna xwe bi baweriya azadî her roj bi îrade, yekîtî û rêxistinkirine çêdibe, berdewam bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanKongra StarKurdistanpkkRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne