• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KESKê bernameyên xwe yên 8ê Adarê eşkere kir

Enqere/ Aw

25 SIBAT 2026 - 13:04
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
KESKê tekildarî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya xwe ya çalakiyan eşkerae kir. Sekretera Giştî ya KESKê Done Gevher bi lêv kir ku ji Rojava heta Filîstîn, ji Afganistanê heya Îranê ew ê bi jinên cîhanê re têkoşîna xwe bilind bikin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), bernameyên xwe yên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li navenda xwe ya giştî ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak, endam û rêveberên KESKê di daxuyaniyê de amade bûn. Di eywana daxuyanî lê hatiye xwendin de pankarta “Li dijî tundî û xîzaniyê em têkoşîna laîk, aştî û azadiyê bilind dikin” hat vêkirin. Metna daxuyaniyê Sekretera Giştî ya KESKê Done Gevher xwend.

Done Gevher jinên karker, jinên Rojava, Îran û Afaganîstanê ku li dijî zordestiyê têdikoşin silav kir û bal kişand ser polîtikayên desthilatên li dijî jinan û ev tişt gotin: “Bi projeyên MASEMê zarokên jin didin xizmeta sermayayê û jinên zarok û ciwan rastî destdirêjayiya zayendî tên. Mînaka wê ya herî şenber jî bûyera li Meclise bû. Jinên karker nekarin heqê xwe bigirin. Rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Sedema vê yekê jî polîtikayên bêcezahiştinê û hişmendiya kevnperest a desthilatê ye. Deshilat bi terîqet û cemaetan destkeftiyên jinan ji holê radike û qanûnên ku jinan diparêzin ji holê radikin. Desthilat hemû azadiya jinan ji holê radike û dema jin daxwazên xwe tînin ziman jî zexta binçavkirin û girtinê li jinan dike. Di girtîgehan de jin tên tecritkirin. Li dijî van sepanan em bang li jinan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”

‘Li Rojava heta Filîstîn û Afganîstanê dengê xwe bilind bikin’

Di berdewama axaftina xwe de Done Gevher destnîşan kir ku li Rojava êrişên li dijî azadiya jinan pêk tên, jin israra xwe ya azadiyê bilind dikin û pê de çû: “Li Rojava êrişên li ser laşê jinan weke berdewama qirkirina zayendî li dijî jinan berdewam dike. Li Afganîstanê jî jin li hemû qadên jiyanê tên dûrxistin. Em ê bi hemû jinên cîhanê re ji bo azadiyê di têkoşîna xwe de israr bikin. Ji Rojava heta Filîstînê, Îran û Afganîstanê em ê dengê xwe bilind bikin û teslîmî taritiyê nabin. Di vê 8ê Adarê de jî em ê li cihên dixebitin û hemû qadên jiyanê li qadan bin.”

Bernameyên 8ê Adarê

Di dawiya axaftina xwe de Done Gevher derbarê bernameyên 8ê Adarê yên KESKê de jî ev tişt gotin: “Em ji 27ê Sibatê heta 8ê Adarê bernameyan li dar dixin. Di navbera 28 û 1ê Adarê de em ê serdana jinên karker ên li ber xwe didin bikin. Di 3yê Adarê de jî li ser pirsgirêkên karkerên jin em ê gotobêj û nîqaşan bikin. Di 4ê Adarê de jî em ê ji jinên girtî re qertan bişînin. Di 7ê Adarê de jî em tevlî çalakiya Mirovên Şemiyê bibin. Di 8ê Adarê de jî em ê li her derê bi meşên şevê û çalakiyan li dar bixin.”

Etîket: EnqereHevseroka Giştî ya KESKê Ayfer KoçakKESKSekretera Giştî ya KESKê Done Gevher
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

‘Komûn ne taktîk e, stratejî ye’

16 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne