Karkerên madenê yên ku girêdayê Sendîqaya Karkerên Madenê ya Xweser in ji bo destheqê xwe dest bixin li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwazayî dest bi çalakiyan kiribûn cara 3yemîn hatin binçavkirin.
Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin hatin Enqereyê. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, 4 rojin li ber wezaretê çalakî li dar dixin. Karkeran ku li heqê xwe digerin cara 3yemîn ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.
Karkerên ku li ber wezaretê ji bo hevdîtinê çalakî li dar dixin rastî destwerdan polîsan a bi gaza îsotê hatin. Di encama destwerdanê de serokê Sendiqaya Madenê ya Xweser Gokay Çakir û pisporê rêxistinkirinê ya sendiqayê Başran Aksu jî di nav de nêzikê 80 karker hatin binçavkirin. Karkerên hatin binçavkirin li otobusên polîsan hatin siwarkirin.

















