• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan êriş şermezar kirin: Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye

Mêrdîn / AW

23 ÇILE 2025 - 16:08
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Mêrdîn – Jinan li Mêrdînê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş li dar xist û wiha gotin: “Em ê şoreşa Rojava ya di pêşengtiya jinê de hatiye avakirin radestî mêran nekin. Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye.”

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) meş hat lidarxistin. Jinên li Xaçerêya Qoserê ya navçeyê hatin gel hev, pankarta “Bi felsefe ya jin jiyan azadî em ê xwedî li şoreşa jinê ya Rojava derkevin” û dowîzên “Bijî tekoşîna jinan”, “Li dijî qirkirina jinan jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Jinên dest bi meşê kirin, dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Rojava dilê me, berxwedan karê me ye” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Girse heta pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyê meşiya û li vir daxuyanî da.

‘Êrişên dermirovî yên li Rojava didomin’

Berdevka TJAyê ya Mêrdînê Hatîce Oncu di daxuyaniyê de got ku êrişên dewleta tirk û SMOyê yên li ser Rojava her ku diçe dijwartir dibin û qetilkirina rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi bîr xist. Hatîce Oncu, diyar kir ku rojnameger û sivîl bi SÎHAyan hedef tên girtin û wiha domand: “Şanoger Bavê Teyar û rêhevala me Menîce Heyder jî di nav de gelek hevalên me hatin qetilkirin. Ev êrişên dermirovî yên li dijî Rojava didomin. Şoreşa Rojava, xweşiktirîn serkeftina têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtingeriyê ye. Hêviya wekhevî û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.”

‘Em bi qêrîna azadiyê ya jinan li vir in’

Bi domdarî Hatîce Oncu destnîşan kir ku yek ji berxwedanên herî bi rûmet ên mirovahiyê di pêşengiya tevgera jinên Rojava de li dijî DAIŞê pêk hat û bal kişand ser felsefeya “Jin, jiyan, azadî.” Hatîce Oncu, wiha domand: “Ji ber vê yekê bi saya hevalên me yên ku di ber wê de şehîd bûne, mîna îdeolojiya ku bingeha xwe jê digire, têk naçe. Weke jin em ê axa xwe û her parçeyê Kurdistanê ku li dijî çanda destavêtinê şoreşa jinê bi ser ket, heta dawiyê biparêzin. Em hêz û moralê xwe ji dayikên ku di çalakiya nobeda 8ê Çileyê ya li Bendava Tişrînê de ji bo parastina şoreşê li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadîst bedenên xwe kirin mertal û bi qêrîna dirûşmên ‘Em qet natirsin’ digirin. Em ji faşîstên ku bedena jinê weke qada şer dibînin û difikirin ku wê bi hişmendiya zilamê dagirker tevgera azadiyê bitepisînin radigihînin; Em bi qêrîna azadiyê ya jinan a ku şevan ronî dike li vir in û em naçin tu cihî.”

‘Werin em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker bînin’

Hatîce Oncu destnîşan kir ku zîhniyeta ku di êrişên li ser Kobanê de piştgirî da DAIŞê, niha ji aliyê SMOyê ve êrişên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojava têkoşîna edalet, wekhevî, demokrasî û aştiyê mezin dibe. Ev têkoşîneke ku heta roja îro bi berdêl hatiye dayîn e. Modela ku ji sala 2014an û vir ve li Rojava hate afirandin, ji bo gelan û jinên cîhanê bû hêviyek. Modela jiyana azad û wekhev a di tarîtiya Rojhilata Navîn de wê li Rojava bê avakirin. Jin wê bihar, statu û nasnameya xwe ji Rojava re bîne. Şoreşa Jinê ya Rojava ku hêviyên jinên cîhanê pêk tîne, li cihê ku em lê dijîn wê xeta me bidome. Bi ruhê felsefeya xwe ya ‘Jin jiyan azadî’ em jiyana wekhev a azadiya jinê û jiyana wekhev û azad a gelên ku Rojava mezin kiriye pêşkêşî cîhanê dikin. Em bang li hemû cîhanê dikin; wer in em di vê sedsalê de dawî li rejîmên qirker û înkarker ên ku ji aliyê hêzên kapîtalîst û emperyalîst ve tên pêşkêşkirin, bînin. Bila sedsala 21emîn bibe sedsala jinan, sedsala gelan û bibe sedsala ku hemû bawerî û nasnameyên cuda bi hev re bijîn.”

‘Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye’

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin axivî û berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir. Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku ew li gel berxwedanê ne û axaftina xwe wiha qedand: “Mifteya Şoreşa Rojava berxwedana Tişrînê ye. Ji ber vê yekê gelê me yê birûmet 16 roj in li bendava Tişrînê nobetê digirin. Gelê me yê li wir daxwaza azadiyê dike. Lê belê bersiva vê dîlana azadiyê bi êrîşan tê dayîn. Kedkarên çapemeniya azad ji bo heqîqetê diqîrin tên qetilkirin. Hunermendên me tên qetilkirin. Bi vê wesîleyê em di şexsê Menîce Haco û Bavê Teyar de berxwedana Tişrînê silav dikin. Em ê şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de hatiye avakirin radestî mêran nekin.”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: Artûklûbendava tişrînêmeşa jinanşermezar kirinTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Li Artûklûyê jinek hate kuştin

Li Artûklûyê jinek hate kuştin

29 TEBAX 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026
Li Amedê şîna cangoriyan di roja sêyemîn de didome

TJA: Di jiyana şehîdên me de vîna azadî û serkeftina gelê me şênber bûye

23 TEBAX 2026
‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

‘Em jin ne temaşevanên aştiyê ne; em avakarên aştiyê ne’

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne