• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Jinan sala 2026an weke sala berxwedanê îlan kir

Enqere / AW

10 ÇILE 2026 - 14:21
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo li dijî polîtikayên desthilatê daxwazên xwe bînin ziman li li Enqereyê mitîng li dar xist. Jinan got: “Em ji Enqereyê radigihînin; sala 2026an wê bibe sala berxwedana jinan.”

Pêkhateyên Mîtînga Jinan, li dijî polîtikayên desthilata AKPê û MHPê ji bo daxwazên xwe bînin ziman li Qada Tandogan a navçeya Çankaya ya Enqereyê mitînga jinan li dar xist. Ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêxistinên jinan ji bo mitîngê herikîn Enqereyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), parlamenterên DEM Partiyê, Hevşeredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi hezaran jin tevli mitîngê bûn. Jinan li qada mîtîngê dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin, Jiyan Azadî” û “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin” berz kirin. Tevî barîna berfê û sermayê jî jinan li qada mitîngê bi stran û dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman. Her wiha di qada mîtîngê de postera Rojîn Kabaîşê jî hat vêkirin.

Li mîtîngê bi zaravayê Kurmancî, Erebî û Tirkî daxuyanî hat xwendin. Metna Kurmancî ji hêla aktivîsta TJAyê Rojda Bedîa Akkaya ve hat xwendin. Rojda Bedîa Akkaya anî ziman ku li dijî polîtikayên tundî û tunehesibandina jinan, bi hezaran jin li Kurdistan û Tirkiyeyê hatinê Enqereyê û wiha axivî: “Îro em dijî vê pergala ku jiyana jinê tune dihesibîne li vir in. Em xwedî li mafên xwe derdikevin. Em xwedî li jiyana xwe derdikevin. Em xwedî li ked û nasnameya xwe derdikevin. Em ji vir dubare dikin; Bêcezakirin dikuje. Bêcezakirin tundiyê mezin dike. Bêcezakirin tê wateya desteserkirina mafê jiyanê yê jinan. Em dipirsin; Jinek ku bi dehan caran serî li dewletê dabe, di bin gefan de be û parastinê bixwaze, dema bê kuştin, ma navê vê ne îhmal e? Navê vê berpirsyariya kujeriyê ye. Em ji vir ji desthilatdarîyê re bang dikin ku deynê we yê jiyanê ji jinan re heye. Ji bo Rojînê, ji bo Gulistanê, ji bo Ayşe Tokyaz û bi sedan jinên din, em edaletê dixwazin. Em nahêlin dosyayên ku bi navê ‘gumanbar’ tên girtin, bên jibîrkirin.”

‘Sala 2026an wê bibe sala berxwedana jinan’

Di berdewama axaftina xwe de Rojda Bedîa Akkaya destnîşan kir ku keda jinên karkêr tê erzankirin û got ku jin li rex polîtikayên tunehesibandinê ya dewletê jî bi erzan dîtina kedê re jî rû bi rû dimînin. Rojda Bedîa Akkaya bi lêv kir ku bi vê yekê tê xwestin jin li malê asê bimînin û wiha pê dê çû: “Em ji vir îlan dikin; Sala 2026an wê bibe sala berxwedana jinan. Em li vir in; Ji ber ku em li dijî desteserkirina şaredariyan, li dijî xespkirina vîna gel û li dijî girtina hevşaredarên hilbijartî ne. Em ji bo ku xwedî li vîna xwe û xwedî li mafê xwe yê hilbijartin û hatina hilbijartinê derkevin, li vir in. Em ji bo jinên Kurd û Elewî yên ku bi sedsalan e rastî komkujî û helandinê tên, têkoşîna nasnameyê didin, yên baweriyên wan tune tên hesibandin û daxwaza wam a ‘Hemwelatiya Wekhev’ li vir in.”

‘Em ê ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bêdeng nemînin’

Rojda Bedîa Akkaya bal kişand ser êrişên li dijî welatiyên sivîl ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê û komên giredayî Tirkiyeyê ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di budçeya 2026an de ji jinan budçe nehatiyê vêqetandin lê ji bo şer hatiyê vêqetandin. Em bûdçeya şer naxwazin; Em bûdçeya jiyaneke wekhev û azad dixwazin. Em ji bo ku daxwaza xwe ya jiyana bi hev re û di nav aştiyê de bilind bikin li vir in. Em li dijî gurkirina şer a li ber sînorê me, li Sûriyeyê, li vir in. Em ê li hemberî qetlîamên sivîl ên ku duh li Lazkiye û Suweydayê, îro jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê pêk hatin, bêdeng nemînin. Weke jin, em careke din ji vî şerî re, ji emperyalîzma li ber sînorê me re dibêjin na. Em li dijî kuştina sivîlan, jinan û zarokan dengê xwe bilind dikin. Ji ber ku em dizanin; aştî tê wateya parastina mafê jiyana jinan.”

Piştî xwendina daxuyaniya hevpar, koma Koma Bandîsta derket ser dikê û stranên xwe gotin. Jinan jî tevî barîna berfê û hewaya sar li ber stranan bi berzkirina dirûşm û stranan daxwazên xwe anîn ziman. Mitîng bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Aktivîsta TJAyê Rojda Bedîa AkkayaEnqerePêkhateyên Mîtînga Jinanpiştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

Karkerên madenê cara 3yemîn hatin binçavkirin

13 TEBAX 2026
Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

Zêdetirî 80 karker careke din hatin binçavkirin

11 TEBAX 2026
Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

Trump piştî gefa Îranê bi dizî ji Enqereyê çûye!

11 TEBAX 2026
Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

Li Enqereyê civînên ‘pêvajoyê’

6 TEBAX 2026
Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê li Îzmîr û Enqereyê hatin bibîranîn

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne