• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Wanê bang kirin: Xwedî li Rojava derbikevin

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 15:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bertek nîşanî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Parastina Rojava ne tenê barê gelê Kurd e û divê herkes xwedî li Rojava derbikeve.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber deriyê Navenda Danûstendinê ya Aydin Perîhanê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” hat vekirin û dowîzên “Bijî berxwedana rojava”, “Rojava li ber xwe dide” û “Rojava jin jiyan azadi ye” hatin hilgirtin. Welatiyan dirûşmên weke “Jin jiyan azadî, azad dike rêbertî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserok û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û gelek nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.

‘Demokrasî û azadiya gelan hedef tê girtin’

 

Rêvebera DBP’ê Evîn Babûr ku metna daxuyaniyê xwend, diyar kir ku têkçûyîna Rejîma Baasê geşedaneke dîrokî ye û da zanîn ku ev zêdetirî 60 salan bû Rejîma Baasê li Sûriyê wek hêzeke otoriter li ser piyan bû. Evîn Babûr, anî ziman ku li gel tevî daxwaz û bangawaziyên çarenûsa demokratîk, di vê pêvajoyê de jî li dijî Rojava êrîş pêk tên û bi bîr xist ku bi taybet ji 27’ê Mijdarê vir ve li dijî Rojava konsepteke nû ya şer ketiye meriyetê. Evîn Babûr, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Sedema herî bingehîn a van êrîşan jî statuya Rojava ye. Lewre, Rojava şoreşa gelan û nasnameya jinan e. Ji ber vê yekê, di şexsê Rojava de ne tenê gelê Kurd, daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelan hedef tê girtin. Feraseta netew-dewletî baş dizane ku Rojava bi paradigma û modela xwe ji pirsgirêkên Modernîteya Kapîtalîst re çarenûsa bingehîn e.”

‘Deng bidin dengê Rojava’

Evîn Babûr, bi lêv kir ku ew weke DBPê tu caran li dijî van êrişan bê deng namînin û ew dê ji bo parastina Rojava û destkeftiyên gelê Kurd li ber xwe bidin. Evîn Babûr, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em ê li tevî deveran bi rêxistin û saziyên xwe yên demokratîk re têkoşîna xwe mezin bikin. Divê neyê jibîrkirin ku, xwedîderketina Rojava ne tenê barê gelê Kurd e. Bi vê mebestê em bang li hêzên demokratîk û navnetewî dikin ku, li hember êrîşên li dijî Rojava bê deng neminin. Ji bo siyaseta şer û êrîşên dagirkeriyê rawestin bikevin nav liv û tevgeran. Banga me ew e ku, li dijî şer sekneke zelal nîşan bidin û deng bibin dengê Rojava. Divê tevî hêzên demokratîk û navnetewî xwedî li Rojava derbikevin. Lewre, Rojava bi berdilên ku da li hember hovitiya DAÎŞê di parastina jin, zarok û gelên Sûriyê de roleke girîng lîst. Bi berxwedana xwe taritiya sedsalê parçe kir. Ji ber van sedeman parastina Rojava divê bibe peywira me ya sereke. Divê neyê jibîrkirin ku, heke Rojava neyê parastin dê qetlîam û sûcên şer kûr bibin.”

Bang li saziyên demokratîk kirin: Piştgiriya gelê Rojava bikin

 

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û diyar kir ku hêzên serdest, kapîtalîst û emperyalîst bi alîkariya çeteyên li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê polîtîkayên şerê qirêj dimeşînin û wiha got: “Di van şeran de bedela herî giran jin û zarok didin. Felsefeya jiyanê ya demokratîk, azadiya jinê û ekolojîk ku ji cîhanê re mînak e, bi pêşengiya jinên Rojava hate avakirin. Bi pêkanîna vê modelê re em bûn şahid ku li Rojava şer rawestiya û gel bi hev re di nava aştiyê de jiyan. Em daxwaz dikin ku her kes rêzê li mafê jiyana demokratîk a li Rojava bigire û piştgiriyê bide. Em baş dizanin ku sedema bingehîn a êrîşên li Rojava li dijî modela jiyana demokratîk e. Rojava rûmeta me ye. Em bang li hemû rêxistinên civakî yên demokratîk, ciwan û jinan dikin ku li dijî vî şerê qirêj piştgiriyê bidin gelê Rojava.”

 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêDBPDEM PartîParastina RojavaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne