• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Gelê Kurd peyam: Hûn nikarin 60 milyon Kurd bêstatu bihêlin

Amed / AW

1 SIBAT 2026 - 18:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boenya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê bi deh hezaran kes meşiyan. Piştî meşê Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û got: “Êriş kirin lê berxwedana Kurdan ji bîr kirin. Hûn nikarin bi milyonan Kurd bêstatu bihêlin. Divê hikûmet li gorî peymanê tevbigere.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Amedê meşa 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, serok û nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl, ciwanên enternasyonalîs, hevşaredarên Amedê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û bi deh hezaran kes tev li meşê bûn.

Meşê ji ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya li Parka Koşuyolû dest pê kir. Di meşê de girseyê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, ”Yek e yek e gelê Kurd yek e”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin. Pankartên “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye”, “Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk 1ê Sibatê Roja Piştgiriya Rojava ya Cîhanî silav dikin” hatin vekirin. Di meşê de dowîzên, “Berxwedan bi honandina keziyên jinan dest pê dike”, “Her keziyek hêvî û azadiyê dihewîne” û gelek dowîzên din hatin rakirin.

Meşa bi heybet li ber AZC Plazayê ya li Semta Ofîsê bi dawî bû. Piştî meşê axaftin hatin kirin.

‘Kurdistan li pişta Rojava ye’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li vir axivî û diyar kir ku beriya 15 salan, di rojeke wekî îro de, pêleke tarî ya zilmê destpêkê Rojhilata Navîn û piştre cîhan girtibû bin bandora xwe û wiha got: “Li Sûriyeyê, li Rojava; jinên Kurd, şoreşger ew tariya ku cîhan li ber wê teslîm bûbû bi têkoşîna xwe, bi berdêla can û xwîna xwe bi dawî kirin. Rojava azad kirin. Cîhan ji belaya tarî ya DAIŞê rizgar kirin. Vaye ew şoreş, ew şoreşa jinan, ew şoreşa berxwedanê, ew şoreşa Rojava îro xwe berz kir. Xwestin ku li Helebê bidine tepisandin lê nikaribûn. Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê çete, hêzên rejîmê û hêzên paramîlîter xwestin wê şoreşa Rojava ya ku cîhanê rêz jê re girtibû û îlan kiribû, ji holê rakin. Lê tiştek ji bîr kirin: Duhok, Zaxo, Silêmanî, Wan, Amed, Sêrt, Qers û Îzmîr… li pişta Rojava bû. Berxwedan û piştevaniya gelan û Kurdan ji bîr kirin. Hûn ji vê saetê şûn ve nikarin bi milyonan gelê Kurd bêstatu bihêlin.”

‘Peymana 30yê Çileyê qezencê dide her kesî’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heke rejîma Sûriyeyê li gorî peymana 30yê Çileyê tevbigere û vê yekê li ser zemîneke rast pêk bîne; destpêkê Sûriye û piştre Rojhilata Navîn qezenc dike û got: “Tirkiye qezenc dike, em hemû qezenc dikin. Gavên demokratîk ên li wir, pêşketina pêvajoya li vir jî mîsoger dike.”

‘Berxwedana Rojava li her derê cîhanê belav bû’

Aktîvîsta TJAyê Çaglar Demîrel jî anî ziman ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e û got: “Ev şoreş li Kurdistanê, li cîhanê belav bû. Ev şoreş ji cîhanê re bû mînak. Hûn dizanin ku ev berxwedan li Rojava bi salan e berdewam e. Rojava xeta sor e. Xeta sor a gelê Kurd e. Rojava xeta sor a jinan e. Ji ber ku hûn zanin, ev çeteyên DAIŞê berî her tiştî li Rojava, li gelê me, dijminahiya jinê dikirin. Ji bo êrîşî jinê dikirin, em vêya tu carî qebûl nakin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li Rojava û li her derê cîhanê belav bikin. Çeteyên DAÎŞ’ê destavêtin rûmeta jinê. Lê jinên Rojava, ne tenê parastina jinên Rojava kirin, li cîhanê belav bûn, parastina jinan, berxwedan û têkoşîna jinan li cîhanê belav kirin. Ji bo vê yekê, ev têkoşîn wê berdewam bike. Em ê her û her Rojava biparêzin. Yekîtiya Kurdan li Rojava dest pê kir.”

‘Roj roja yekîtiyê ye’

Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç jî axivî û wiha got: “Careke din dibêjim, em li ser navê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di van rojên dîrokî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan û dostên Kurdan dikin; em dibêjin; roj, roja yekîtiyê ye; roj roja xîretê ye; roj roja berxwedanê ye. Bila hemû partî û rêxistinên me, bila hemû dezgehên me, li ser vê xetê werin ba hev. Bila her kes bi rengê partî û rêxistina xwe, em tifaqeke neteweyî, tifaqa Kurdistanî ava bikin. Me dît ku rêya Kurdan yek e û ruhê wan yekîtî ye, ya din jî berxwedana Kurd û Kurdistanê ye.”

 

Etîket: 1ê Sibatê Roja Hevgîrtînê ya bi Rojava re ya CîhanêBerxwedana RojavaÇaglar DemîrelHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçHevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer BakirhanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Hemserekê DEM Partî do Numan Kurtulmuşî reyde bêrê têhet

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê desthilat dawî li binçavkirin û zextan bîne

5 TÎRMEH 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

5 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne