• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji Bahçelî banga azadiya Ocalan

Enqere / AW

3 SIBAT 2026 - 12:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî diyar kir ku divê êdî bersiva gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û DEM Partiyê bê dayîn û di çarçoveya mafê hêviyê de Abdullah Ocalan azad bibe. Bahçelî xwest ku Ahmet Turk û Ahmet Ozer vegerin ser meqamê xwe û Selahattîn Demîrtaş jî bê berdan. Bahçelî li aliyekê êrişî YPGê kir û li aliyê din jî jî aciziya xwe ji bo piştgiriya gelê Kurd a Rojava anî ziman. 

Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyên girîng dan. Bahçelî di axaftina xwe de balkişand ser gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan avêtine û wiha axivî: “Heta ku Anatoliya bigihe aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, her du Ahmet jî vegerin meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.” Bahçelî pirsa, “Serokê Damezirîner ê PKKê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî?” kir û bersiva, “Belê sekinî” da. Bahçelî bi pirsên, “Rêxisti fesih kir û çek şewitandin?, Ev ferman ji hêla hemû pêkhateyên PKKê ve hate bicihanîn?” û bersivên, “Belê ev hemû pêk hatin” domand. Bahçelî banga avêtina gavên bibin bersiva biryarên Ocalan heta niha dayîn, kir.

Êrişî YPGê kir

Bahçelî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser rûdanên li Sûriyeyê û êrişî YPGê kir. Bahçelî ev angaştên bêbinî yên derbarê Rojavayê Kurdistanê û YPGê de anîn ziman: “Hewldana veguhestina rûdanên Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê û provokekirina birayên me yên Kurd bi ti awayî ne bi niyeta baş e. Anîna cem hev a birayên me yên Kurd û rêxistina YPGyê xefleteke mezin e. Li Sûriyeyê paradîgmayeke nû û avadaniyek nû çêbûye. Ev rewş armanceke ku dihat payîn e.”

Got ‘Kurd em in’ lê ji piştgiriya Rojava aciz bû

Bahçelî derbirî ku li Sûriyê derfetek çêbûye ku Ereb, Kurd, Tirkmen û gelên din di nav yekîtî û biratiyê de bijîn. Her wiha Bahçelî li aliyekê behsa biratiya Kurdan kir û li aliyê din jî piştgiriya gelê Kurd a ji bo Rojavayê Kurdistanê û şermezarkirina li dijî çeteyên cîhadîst aciziya xwe anî ziman. Bahçelî ev angaşt vegotin: “Yên ku nefretê diçînin dê bixesirin, yên ku fitneyê derdixin dê bixesirin, yên ku dixwazin biratiya Tirk û Kurdan xera bikin dê bixesirin. Tirk yên me ne, Kurd yên me ne. Miletê Kurd em bi xwe ne û em hemû ne.”

Bahçelî di dawiya axaftina xwe de îdia kir ku heta mafên mirovan û azadî bi temamî werin bicihkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.

Etîket: Azadîya FîzîkîBahçelîdemirtaşMafê HêviyêOcalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026
‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

15 HEZÎRAN 2026
Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê xaleke azadiyê ye

8 HEZÎRAN 2026
Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

Narîn Gezgor: Em dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin

7 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

4 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne