Êrişa Îsraîlê ya li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Duhur a li rojhilatê Îdlibê, di gengeşiya di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê germ kir. Li ser Sûriyeyê şerê berjewendiyan wisa xuya dike dê hêj germtir bibe.
Balafirên şerî yên Îsraîlê di 18ê Tebaxê de 8 caran êrişî Balafirgeha Ebû Duhur êrîş kirin. Piştî êrîşan hin avahiyên leşkerî zirar dîtin, lê li gorî agahiyan kes nehat kuştin.
Gengeşiya Îsraîl, hikûmeta Şamê û polîtîkayên berfirehbûnê yên Tirkiyeyê berdewam dike. Şam beriya niha ragihandibû ku ew dikarin bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin û bi leşkerên Tirkiyeyê re Balefirgeha Ebû Duhur bi kar bînin. Hat destnîşankirin ku piştî vê daxuyaniyê Tirkiyeyê heyeteke leşkerî şand li balefirgehê. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu jî li dijî vê gavê diyar kir ewlehiya wan a bi Sûriyeyê re diyar kiriye tê binpêkirin.
Rêveberiya Şamê li dijî vê îdaya Îsraîlê daxuyanî da û îdia red dike. Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî got dê leşkerê Tirkiyeyê wek mayînde nemîne li balefirgehê.
Tirkiye îdiayên Îsraîlê red kir û êrîş şermezar kir
Tirkiye rasterast di pêvajoya daxistina rejîma Baasê û Esad de cih girt, komên paramîlîter perwerde kir û berê wan da Esat. Bi hatina li ser erkê ya HTŞê re jî ev têkilî berdewam kirin û halê hazir li gelek deveran ev havkarî berdewam dike. Herî dawî Tirkiye leşkerên xwe di balefirgeha Ebu Duhurê jî bi cih kirin. Hat zanîn ku heyeta Tirkiyeyê çend saet beriya êrîşê serdana balefirgeha Ebû Duhurê kiriye.
Li gorî agahiyên Reutersê belev kiriye Serokê Mossadê Roman Gofman û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî jî çar roj beriya êrîşê, derbarê hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê bi telefonê axivîn.
Îsraîlê di nav van hevdîtin, çûn û hatinan de duhh bi şev êrişê balefirgeha Ebû Duhurê kir. Îsraîl vê yekê wekî gefeke ewlehî ji bo xwe dibîne. Serokwezîr Netanyahû derbarê êrişa balefirgehê daxuyand ku ev êriş ji bo Tirkiyeyê peyameke vekirî ye.
Îsraîl ku piştî hilweşîna Esed gelek navend û avahiyên leşkerî yên Sûriyeyê hedef girtin. Di destpêkê de armanca sereke ya Îsraîlê ew bû ku kapasîteya leşkerî ya rejîma berê û hêzên girêdayî Îranê ji rêveberiya nû dûr bixe û lewaz bike. Lê êrişa Ebû Duhurê nîşan dide ku mijar dikare berfirehtir jî bibe. Îsraîl hem naxwaze kapasîteya leşkerî ya rejîma nû zêde bibe, hem jî naxwaze rejîm bi Tirkiyeyê ve vê kapasîteyê hem bejahî hem hewayî zêde bike.
Êrişa Ebû Duhurê dikare bibe sedemeke gengeşiya Îsraîl û Tirkiyeyê. Taybetî jî li ser axa Sûriyeyê. Ji ber her du dewlet jî dixwazin bandor û giraniya xwe li ser Sûriyeyê zêde bikin. Li gorî daxuyaniya Netanyahû agahiya Serokê DYAyê Donald Trump jî ji êrişê agahdar bûye. Ev yek nîşan dide ku dewletên mezin bi vî awayî dixwazin bandora Tirkiyeyê ya li herêmê jî kêm bikin, herwiha ji holê rakin.
MSB: Tu heyetên me neçûn li herêmê
Têkildarî mijarê Wezareta Parastinê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê derbarê êrişê de daxuyanî da û got ku beriya êrişê û piştî êrişê tu heyetên leşkerî di balefirgehê de tunebûne.













