• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Dorpêçkirina Kobanê sûcê mirovahiyê ye

Navenda Nûçeyan / AW

26 ÇILE 2026 - 00:05
Kategorî: MANŞET
A A
Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk, destnîşan kir ku êrişa li ser Kobanê û dorpêçkirina wê sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo vekirina korîdorên mirovî bang li saziyên navneteweyî kir.

Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk, têkildarî dorpêç û êrişa li ser Kobanê bi sernavê “Kobanê duh ne tenê bû, dê îro jî ne tenê be!” daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de êrişên niha ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Kobanê tên kirin û dorpêça li ser bajêr hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê ye û ji bo vekirina korîdorên mirovî bang li saziyên navneteweyî hat kirin.

‘Li Kobanê rûmeta hemû mirovahiyê hat parastin’

Daxuyaniya Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk wiha ye: “Bajarê Kobanê 12 sal berê ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin û li ber çavên hêzên herêmî û navneteweyî li ser şêniyên Kobanê êrişên giran hatin meşandin. Di encama êrîşên DAIŞê de bajar û gundên Kurdan hatin wêrankirin, bi sed hezaran kes ji warê xwe hatin koçberkirin û li ser gelê sivîl komkujiyeke mezin hat pêkanîn.

Li dijî êrişên li ser Rojava gelê Kurd û dostên wan bi hev re berxwedeneke bêhempa dan destpêkirin û bi mehan li Kobanêyê li ber xwe dan. Di heman demê de li çar aliyên Kurdistanê jî gelê Kurd bi ruhê azadî û yekîtiyê li Kobanêyê xwedî derket û nehîşt rûmeta xwe bikeve xwarê. Li Kobanê tenê ne rûmeta gelê Kurd, rûmeta hemû mirovahiyê hat parastin û Kobanê 11 sal berê roja 26ê Çileyê hat rizgarkirin.

‘Komployeke navneteweyî’

Lê mixabin gelê Kurd li Rojava îro jî di bin êrîşên çeteyan de ye, Kobanê bi dorpêçeke hov tê cezakirin. Lewra em dizanin ku bi têkbirina DAIŞ’ê her kes kêfxweş nebû û heta roja îro jî ev ji wan re bibû kul û derd. Ji ber vê ye ku rê li ber çeteyên HTŞ’ê hat vekirin û bi armanca bêstatu hiştina gelê Kurd, komployeke navneteweyî dan destpêkirin. Li dijî êrîşên pirralî û berfireh, hêza bingehîn a gelê Kurd, yekîtiya neteweyî û piştevaniya civakî ye.

Trajediya li Kobanê

Neyarên mirovahiyê tenê ne bi êrîşên leşkerî, di heman demê de bi dorpêçeke dijmirovî dixwazin ku îradeya gelê sivîl jî têk bibin. Ji ber vê bi rojan e li ser Kobanêyê av, ceyran û înternet hatiye birîn û rê nayê dayîn ku tiştên jiyanî yên bingehîn wekî xwarîn, vexwerin û derman bigihên bajêr. Agahiyên Heyva Sor a Kurd jî giraniya trajediya li Kobanê diqewîme nîşanî raya giştî dide. Lewra li Kobanêyê duh 5 zarokan ji ber sermayê canê xwe ji dest dan û hê jî li ser sed hezaran xetereyeke jiyanî didome.

Ji xeynî êrîşên leşkerî, bi awayekî plankirî dorpêçkirin jî wekî çek tê bikaranîn. Lewra bi taybetî hebûna neteweyî ya Kurd wekî xetere tê dîtin û hedefgirtin. Eger Konseya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên mafên mirovan ên berpirsiyar li mîsyona xwe ya bingeh xwedî dernekevin, dê bibin sedema qeyraneke mirovî. Ji ber vê, divê demildest korîdorên mirovî werin vekirin, ji bo gelê sivîl û zarokên tiştên jiyanî yên bingehîn werin peydakirin.

‘Li dijî sûcên dijmirovî deng bidin’

Her wiha, li dijî amborgoya li ser Kobanêyê divê raya giştî ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê jî xwedî hestyariyeke xurt be. Lewra çeteyên hov, hêz û cesareta xwe ji bêdengiya li hemberî zilm û zordariyê ya li Rojava didomin digirin. Em bang li her kesê ku xwedî wijdan dikin ku li hemberî êrîş û dorpêça hovane ya çeteyan bêdeng nemînin û li dijî sûcên dijmirovî deng bidin.

Gelê Rojava, çawa ku 11 sal berê nehîşt rûmeta xwe bikeve xwarê, dê îro jî nehêle û li ber xwe bide. Tevahiya gelê Kurd jî dê dîsa bê şik û guman li xwişk û birayên xwe xwedî derkeve. Tevî hemû êrişên hovane, geşbûna ruhê yekîtiya neteweyî îro cihê şanazî û kêfxweşiyê ye. Dîrok jî nîşanî me dide ku di van rojên dijwar û tarî de em ê ancax bi yekîtiyê serbikevin.

‘Kobanê ne bi tenê ye’

Ji ber vê, em êriş û dorpêça li dijî gelê xwe yê Rojava şermezar dikin û di 11emîn salvegera rizgariya Kobanê de banga xwedîderketin û piştevaniyê dikin. Kobanê ne tenê ye, bi yekîtiya gelê Kurd dê tarîtiya li ser Kobanê teqez belav bibe.”

Etîket: dorpêçînîsiyatîfKobanêmirovahîsûc
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne