• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin

Navenda Nûçeyan / AW

13 MIJDAR 2025 - 08:58
Kategorî: ROJANE
A A
Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku di salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de komkujiyê bi daxuyaniyekê şermezar kir, wiha got: “Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Di 13ê Mijdara 1960an de li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin şewitandin. Li Sînemaya Amûdê ku kapasîteya wê 120 kes bûn, piranî jê Kurd bi giştî 500 ew roj li wir bûn. Li sînemayê fîlmê Cerîmet Nisif el-Leyl (Sûcê nîvşevê) dihat pêşandan. Di carekê de agir bi perdeyan ket û di demekî kin de li tevahiya eywanê belav bû. Eywana sînemeyê 130 metrekare bû û her du deriyên wê jî hatibûn girtin. Eywana sînemayê di demekî kin de hilweşiya. Temenê wan di navbera 8 û 14’an de bi giştî 283 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Di ser vê komkujiyê re 65 sal derbas bûn.

Yekîtiya Înîsiyatîfa Demokratîk di salvegera komkujiya Sînemaya Amûdê de bi daxuyaniyeke nivîskî komkujî şermezar kir.

‘Li dîroka Kurdistanê trajediyeke bêhempa hate zêdekirin’

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di daxuyaniya xwe ya bi serenavê “Em ê Komkujiya Sînemaya Amûdê Ji Bîr Nekin” parve kir de wiha got: “Yek ji komkujiyên li ser gelê Kurd hatine pêkanîn jî bêguman komkujiya Sînemaya Amûdê ye. Her çiqas di ser re 65 sal jî derbas bûye, Amûdê hê jî dilşewat e, êş û azara gelê Amûdê berdewam e. Lewra di 13ê Mijdara 1960î de bi pêxistina agir a bi awayekî plankirî ya li Sînemaya Şehrazad li dîroka Kurdistanê trajediyeke bêhempa hat zêdekirin. Li Amûdê 283 zarokên Kurd ku temenên wan di navbera 8 û 14 salî de bûn ji ber vê şewatê canê xwe ji dest dan.”

‘Bi sedan zarok bizanebûn hatin qetilkirin’

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk destnîşan kir ku li Amûdê bi sedan zarok bi awayekî bizanebûn hatin qetilkirin û wiha domand: “Lewra rayedarên rejîma Baasê yên wê demê, kapasîteya sinemaya ku 200 kes bû 500 zarokên dibistana seretayî bi mecbûrî birin salona sînemayê. Dema ku agir bi sînemayê ket, deriyên salonê ji aliyê leşkeran ve li ser zarokan hatin girtin û nehiştîn agir were vemirandin û zarok xwe ji şewatê rizgar bikin. Ji ber vê tu guman nîne ku komkujiya sînemaya Amûdê, ji aliyê rejîma Baasê ve di çarçoveya dijminatiya gelê Kurd de bi awayekî organîze hat pêkanîn.

Rejîma Baasê sekna xwe ya hov nîşanî hemû cîhanê da

Rejîma Baasê bi polîtîkayên bêcezatiyê, sekna xwe ya hov bi awayekî zelal nîşanî hemû cîhanê da. Her çiqas di ser re bi dehan sal derbas bin jî, lêpirsîneke rasteqîn nehat destpêkirin, kujer nehatin cezakirin. Heta ku pirr caran bîranîna vê komkujiyê ji aliyê Baasê ve hat astengkirin, bi zext û zordariyê xwestin ku vê komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê tenê ne li Amûdê; ji Mehabadê heta Amêdê û ji Kerkûkê heta Efrînê, li seranserê Kurdistanê zarokên Amûdê her sal bi dilekî xemgîn tên bîranîn.”

‘Gelê Rojava ji bo komkujiyên bi vî rengî çênebin li ber xwe dide’

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk got ku “Gelê Rojava ji bo ku careke din komkujiyên vî rengî li ser wan neyên ferzkirin li ber xwe dide” û wiha pê de çû: “Lewra heta van salên dawî, li ser gelê Kurd gelek polîtîkayên koçberî, qetlîam û pişaftinê hatin meşandin. Lê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû Rojavayî dixwazin ku bi yekîtiya neteweyî û têkoşîneke rêxistînî heta hetayê rê li ber zilmê bigirin da ku komkujiyên weke sînemaya Amûdê êdî pêk neyên. Ji ber vê, divê hêzên navneteweyî û welatên herêmê bi awayekî cidî û adilane nêzikî banga gelê Rojava bibin, rêz li daxwazên wan ên demokratîk bigirin.”

‘Em ê tu car ji bîr nekin’

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em ê tu car Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Di 65emîn salvegera vê komkujiyê de em hemû zarokên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin bir rêzdarî û xemgînî bi bîr tînin; hestên xwe yên piştevaniyê bi malbatên Amûdê re parve dikin.”

 

Etîket: Înisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKomkujiya AmûdêSînemaya Amûdê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

Ahmet Turk: Birêz Ocalan rê vekir divê rûspiyên me jî piştgiriyê bidin pêvajoyê

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne