• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Înîsiyatif plan dike ku meşa Enqereyê pêk bîne

Mehmet Alî Ertaş / AW

30 HEZÎRAN 2025 - 09:43
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, têkildarî “Înîsiyatifa jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” de anî ziman ku jin her tim li dijî şer aştiyê dixwazin û got: “Banga Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê jinan ve bi coş û kelecan hat pêşwazîkirin. Jin plan dikin ku di demên pêş de meşa Enqereyê pêk bînin.”

Li Stenbolê di navbera 22-23ê Sibata 2025an de konferansa “Jin aştiyê diaxivin” pêk hat. Piştî vê konferansê jinan “Înîsiyatifa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” ava kirin. Aktîvîstên Înîsiyatifê ji wê demê heta niha di nava 4 mehan de ji bo aştî û demokrasiyê gelek çalakî, xwepêşandan li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser armanc, xebat û siberoja înîsiyatifê Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, pirsên Ajansa Welat bersivandin.

Jin armanc dikin ku şerê li cîhanê bi dawî bibe

Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, ewil anî ziman ku di rojeva sereke ya jinan de her tim dijberiya şer heye û got: “Li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgerên jinan, hem ji bo pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derkeve û hem jî ji bo şerê li Rojhilata Navîn û cîhanê bi dawî bibe, daxwazên xwe li kolan û qadên cuda tînin ziman. Ev xebat dem bi dem rawestiya. Lê piştî meha sibatê bi komxebatê, înîsiyatifê xwe ji nûve bi rêxistin kir û ket nava tevgerê.”

Gelek pêkhateyên jinan cih digirin

Der barê pêkhateyên Înîsiyatifê de jî Aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel, agahî dan û got: “Li Tirkiyeyê beşeke girin a pêkhateyên tevgerên jinan di nava Înîsiyatifa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” de cih digirin. Jinên Kurdistanî, feminist, sosyalist, elewî, misliman, bijîşk, ekolojîst, lgbt+, nûnerên gel, akademisyen û gelek beşên din ên cinan di nava vê înîsiyatifê de cihên xwe digirin.”

Înîsiyatifê di nava çar mehan de gelek çalakî pêk anîn. Têkildarî çalakî û xebatên înîsiyatifê Sebahat Tuncel, ev agahî parve kier: “Înîsiyatîfê li ser mijara vegotina aştî û pêşxistina aştiyê xebatên atolyeyan pêk anî. Li ser cerebeyên aştiyê civîn pêk anîn. Daxuyanî dan çepemeniyê.”

Jin azadiya raman û siyasetê dixwazin

Li ser bendewarî û daxwazên civakê yên ji bo aştî û çareseriyê jî Sebahat Tuncel wiha axivî: “Ji bo aştiya civakî pêş bikeve, demokrasî û azadî pêş bikeve, daxwaza civakê pir pir zêde ye. Lê ji ber îktîdara heyî ev daxwaz zêde nayê dîtin. Gel û civak ji îktîdarê bawer nake û baweriya civakê bi îktîdarê naye. Jin diyar dikin ku tenê bi bêdengkirina çekan aştî pêş nakeve û dixwazin îktîdar dest ji kiryarên dijdemokratîk, zext û tuniyê berde. Jin dixwazin azadiya ramanê pêş bikeve û astengiyên li pêş daxuyanî û çalakiyan bêne rakirin. Dixwazin azadiya siyasetê bi hiqûq û zagonan bê parastin.”

Sebahat Tuncel, li ser tevlêbûna çalakiyan û eleqeya li hemberî Înîsiyatife jî nirxand û got: “Bêguman Înîsiyatif nû ye. Lê têkoşîna li dijî şer li Tirkiyeyê ne nû ye. Tecrubeyên wekî “Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê” û Meclisên Azadiya Jinan” hene. Înîsiyatifa Pêdiviya Min bi Aştiyê heye, ji 2015an heta niha, piştî polîtîkayên zextên li ser jinan û gel û kiryarên faşîst ên pergalê pêş ket. Di vê pêvajoyê de ji bo meseleya Kurd bi rêbazên demokratîk, aştî û azadiyê çareser bibe, her tim hewldan hebû. Her tim li bersîva dê çawa aştiya civakî pêş bikeve geriya. Di destpêka îlankirina înîsiyatifê de her çend tevlêbûn kêm bû jî her ku diçe xebatên vê înîsiyatîfê dibe rojev.”

Piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibatê li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bi girseyî û coş hat pêşwazîkirin. Têkildarî pêşwazîkirina banga Aştî û Civaka Demokratîk jî Sebahat Tuncel, wiha axivî: “Banga Birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê jinan ve pir bi kelecan hat pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê demek pir dirêje rejima tundiyê heye. Tecrîd heye û kiryarên qeyûmê hene. Li dijî van kiryaran berxwedan û têkoşînek jî heye. Jinan û gelên Tirkiyeyê ev bang ji bo aştî û çareseriyê wekî deriyekî nû dîtin û bi kelecan pêşwazî kirin. Birêz Ocalan û tevgera azadiya Kurd gavên ji bo aştî û çareseriyê avêtin. Lê îktîdarê gavên şênber neavêtine. Ev nêzîkatiya îktîdarê dibe sedema fikarên “Gelo” û bêbaweriya li dijî îktîdarê. Operasyonên li dijî CHPê, ji peyvirgirtina şaredaran û girtina şaredaran, dibe sedem ku baweriya civakê, gel û jinan a li hemberî îktîdarê bişkê. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di nava gel û jinan de hêviyek ava kir. Vê carê hevî û daxwaza gel zêde ye.”

Sebahat Tuncel, herî dawî li ser xebatên xwe yên siberojê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Înîsiyatif plan dike ku di rojên pêş de meşek ber bi Enqereyê ve pêk bîne. Dîsa ji bo aştî civakî bibe û jinan bêtir tev li pêvajoyê bike û daxwazên jinan ên wekhevî, azadî û aştiyê misoger bike, dê xebatên xwe berdewam bikin.”

 

Etîket: înîsiyatîfSebahat Tuncel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
‘Metîngeriya li ser jin û xwezayê bi hev re girêdayî ne’

‘Metîngeriya li ser jin û xwezayê bi hev re girêdayî ne’

7 TEBAX 2026
‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

2 TEBAX 2026
Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

12 TÎRMEH 2026
Sabahat Tuncel hate berdan

Sabahat Tuncel hate berdan

5 NÎSAN 2026
Sebahat Tuncel: Jin pêşengê paradîgmaya nû ne

Sebahat Tuncel: Jin pêşengê paradîgmaya nû ne

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne