• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
13 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Welatiyên Agiriyê: Du sal derbas bûn lê derbarê pêvajoyê de gav nehatiye avêtin

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ji lîderên Kurd bo Graham peyamên serxweşiyê: Kurd wê dostaniya te ji bîr nekin

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Ahmet Tellî bi helbest û sirûda enternasyonal re spartin axê

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk: Qanûna çarçoveyê: Destpêkek nû yan li ber qonaxek nû?’

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

    Ji bo Ahmet Tellî bernameya oxirkirinê: Dê di têkoşîna me de bijî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sebahat Tuncel: Aştiya esasî bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz e

Daristan Pala / AW

12 TÎRMEH 2026 - 09:41
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel li ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ anî ziman ku her çend bêdengbûna çekan û vekirina rêya siyasetê ji bo aştiyê gaveke girîng be jî, dabînkirina aştiya esasî dê bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî banga serokê MHPê Devlet Bahçelî ya ‘Bila bê di meclîsê de biaxive’ di 27ê Sibata 2025an de bangeke dîrokî kir û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Li ser vê bangê rêveberiya PKKê di 5-7ê gulanê de kongreya xwe ya 12yemîn kom kir û biryara xwe fesihkirinê da û dû re jî di 11ê tîrmehê de 30 gerîlayan li Şikefta Casenayê ya li bajarê Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê çekên xwe şewitandin. Tevî van gavên şênber û dîrokî yên Tevgera Azadiyê jî dewletê ji bilî çend gavên biçûk tu gav neavêtiye.

Aktivîsta Tergera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, derbarê pêvajo û qonaxa niha de ji ajansa me re axivî.

Sebahat Tûncel di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê ji salên 1990î û vir ve ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd gelek caran agirbest hatine ragihandin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalog û muzakereyê hewldan çêbûne. Sebahat Tûncel destnîşan kir ku tevî bi ser de bi dehan sal derbas bûne jî sedema bingehîn a bêçareserhiştina pirsgirêkê, bi nêzîkatiya dewletê ya beramberî pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û wiha got: “Tê zanîn ku di avakirina komarê de tifaqa Kurd û Tirkan roleke mezin lîstiye û soza xweseriyê ji kurdan re hatiye dayîn û destûra bingehîn a 1921ê wekî rengvedana vê siyaseta tifaqê teşe girtiye. Lê belê bi destûra 1924an re pêdiviyên wê tifaqê nehatin bicihanîn, berevajî vê hebûna Kurdan hat înkarkirin. Li dijî vê siyaseta înkarê jî Kurdan li ber xwe da, têkoşiyan û esasê serhildanên Kurdan jî wekî encameke vê siyaseta înkarê pêş ket.”

‘Naskirina hiqûqî ya Kurdan, dê di dîroka Tirkiyeyê de bibe sedema şikandinekê’

Di axaftina xwe de Sebahat Tuncel bal kişand ser pêvajoyên heta niha negehiştine serkeftinê û da zanîn ku sedem înkarkirina dewletê ya li ser hebûn, ziman, nasname û çanda Kurdan e. Sebahat Tuncel bi lêv kir ku siyaseta înkar, îmha û asîmîlasyonê, tevî ku desthilatdarî biguherin jî wekî siyaseteke dewletê ya neguherbar hatiye nûkirin û heta roja me ya îro hatiye domandin û wiha pê de çû: “Rêya yekane ya dabînkirina çareseriya demokratîk û aştiyane ya kurd; naskirina hebûna Kurdan, radestkirina maf û azadiyên bingehîn ên gelê Kurd ên hatine desteserkirin û mîsogerkirina wan a qanûnî û destûrî ye. Di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ku di 2025an de bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, israra li ser dabînkirina mîsogeriya hiqûqî û siyasî girîng e. Naskirina hiqûqî ya nasnameya Kurd ku ji aliyê hiqûqî ve tune tê hesibandin, ji bo çareseriya pirsgirêkan xwedî girîngiyeke krîtîk e. Wekî hûn jî dizanin, yê ku hebûna wî tune be, azadiya wî jî nabe. Naskirina hiqûqî ya Kurdan, dê di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de bibe sedema şikandinekê û ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, rê li ber pêvajoyeke rasteqîn veke.”

‘Helwesta desthilatê bêbaweriyê kûr dike’

Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel bal kişand ser bêbaweriya gel a ji pêvajoyê û diyar kir ku ji ber piştî xerabûna pêvajoyan zextên li ser civak û siyasetê zêde dibin, baweriya gel zêde ji dewletê nayê.

Sebahat Tuncel da zanîn ku li gel ezmûnên neyênî yên hatine jiyîn, nebûna tu guhertinan di zimanê desthilatdarî û medyaya wê de, siyaseta zext û zora ku bi destê darizandinê li ser partiya mûxalefeta sereke û mûxalefeta sosyalîst tê meşandin jî, bêbaweriya li hemberî pêvajoyê kûr dike û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Tevî banga aştî û civaka demokratîk ku PKKê xwe fesh kir, di 11ê Tîrmehê de çek danîn û komeke gerîla vekişiya dervayî sînor jî, hîn neavêtina tu gavên şênber vê bîrê bi bîr tîne. Di nav civakê de nêrîneke berfireh heye ku dewlet li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd, armanca tasfiyekirina tevgera siyasî ya Kurd dihewîne, armanca desthilatdariyê dirêjkirina temenê xwe yê siyasî ye û ji bo vekirina rêya ji nû ve hilbijartina Recep Tayyîp Erdoğan a ji bo serokkomariyê pêvajoyê wekî amûrekê bi kar tîne.”

‘Bawerî bi Ocalan heye’

Di axaftina xwe de Sebahat Tuncel da zanîn ku jin, ciwan, dayik hwd. baweriya xwe bi Abdullah Ocalan tînin û diyar kir ku gelê Kurd, hemû destkeftiyên ku heta îro bi dest xistine, bi rêya têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bi dest xistine.

Sebahata Tuncel bi bîr xist ku tişta ku dê encama vê pêvajoya diyar bike, ji nêzîkatiya dewletê wêdetir, dê têkoşîna rêxistinkirî ya gelê Kurd bixwe be û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd di qedera xwe bi destê xwe diyar kirinê de û di avakirina pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de bi israr û biryardar e. Garantiya herî bingehîn a pêvajoyê jî ev e. Gelê Kurd bi ezmûnên ku jiyane pir baş zane ku parastina hebûna wî û dabînkirina azadiya wî tenê bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e. Di şert û mercên guherbar ên cîhan û Rojhilata Navîn de, gelê Kurd agahdar e ku ji bo parastina hebûn û azadiya Kurdan a li Rojhilata Navîn, pêdivî heye mirov li gorî şert û mercên rojane xwe biguherîne û veguherîne. Ji ber wê yekê, nûkirina têkoşînê li gorî manifestoya aşitî û civaka demokratîk, bihêzkirina aliyên kêm û qels, guherandina aliyên şaş û geşkirina aliyên rast, dê li me bide qezenckirin.”

‘Çareserî jiholêrakirina sedemên şer û pêvçûnan e’

Sebahat Tûncel bi domdarî ev tişt got: “Nimûneyên pêvajoyên aştiyê yên serkeftî yên li cîhanê nîşanî me didin ku berî her tiştî ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rêya diyalog û muzakerê, hebûn û biryardariya vîna siyasî pêwîst e. Mijara duyemîn a girîng, divê gavên şênber û pêbawer werin avêtin ku nîşan bidin pêvajo dê pêş bikeve û aştî gengaz e. Mijara sêyemîn jî, mîsogerkirina hiqûqî û siyasî ya pêvajoyê ye û bi tevlêkirina hemû pêkhateyên civakî û siyasî, saziyên sivîl û civakê, meşandina pêvajoyeke demokratîk e. Tê pejirandin ku tenê bêdengbûna çekan ji bo aştiyê ne bes e, aştiyeke rastîn bi çareserkirina mijarên ku dibin sedema şer û pevçûnan û ji holê rakirina sedemên pirsgirêkê gengaz e. Ji ber vê yekê, rêya serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê, dê bi naskirina hebûn û nasnameya Kurd a ku tê înkarkirin û bi mîsogerkirina siyasî û hiqûqî ya daxwazên Kurdan ên ji bo hevwelatiya wekhev û azad gengaz bibe.”

‘Divê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev re bê pêşxistin’

Sebahat Tuncel anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê û wiha got: “Ji ber bêyî demokrasî û bêyî mîsogerkirina azadiyan çareserî ne gengaz e; meşandina pêvajoya aştiyê bi tevî demokrasî, maf û azadiyên mirovan û avakirina komareke demokratîk a ku li gorî pêkhateya pirnasname, pirbawerî û pirçandî ya Tirkiyeyê be, girîng û pêwîst e. Her çend bêdengbûna çekan û vekirina rêya siyasetê ji bo aştiyê gaveke girîng be jî, dabînkirina aştiya esasî dê bi mîsogerkirina azadiya gelê Kurd gengaz bibe. Ev yek jî pêvajoyekê îfade dike. Divê hem çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev re werin pêşxistin.”

‘Pirsgirêka esasî pirsgirêka azadiya jinan e’

Bi domdarî Sebahat Tuncel destnîşan kir ku banga aştî û civaka demokratîk û manîfestoya ku Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, tenê bêdengbûna çekan pêşbînî nake û wiha domand: “Di heman demê de li dijî pergala kapîtalîst a mêrserwer, bersiveke watedar dide pirsa ‘Divê mirov çawa bijî’. Aliyê herî girîng ê manîfestoyê ew tespît e ku dibêje; nakokiya yekem ji xetabûna hevsengiya navbera jin û mêr a li dijî jinan çavkanî digire û ji holê rakirina hemû wekheviyên li ser vê bingehê, serwerî, zor û tundiyê, tenê bi azadiya jinan û bi avakirina jiyana komûnal a demokratîk a ku dê di bin pêşengiya jinan de pêş bikeve, gengaz e. Ev nêzîkatî helbet tenê rolekê li ser jinan bar nake, diyar dike ku di avakirina pergaleke demokratîk a ku azadiya jinan esas digire de, divê her kes bi vê perspektîfê tevbigere. Geşedanên dîrokî, civakî û aborî nîşanî me didin ku pirsgirêka esasî, pirsgirêka azadiya jinan e û bêyî ku pirsgirêka azadiya jinan were çareserkirin, di wateya rastîn de azadiyek pêkan nabe. Ji ber wê yekê, azadiya jinan ne tenê pirsgirêka jinan e, divê wekî pirsgirêka tevahiya civakê were dîtin û polîtîkayên li gorî wê werin pêşxistin.”

Di pêvajoyê de rola jinan

Sebahat Tuncel bal kişand ser rola jinan a di vê pêvajoyê de û wiha vegot: “Perspektîfa bingehîn a pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê azadiya jin, azadiya ekolojîk, azadiya kedê, azadiya gelan û baweriyan be. Bi yekbûna di perspektîfa wekhevî û azadiyê de avakirina jiyana nû bi hev re, ne tenê berpirsiyariya jinan, berpirsiyariya her kesî ye. Helbet wekî jin, em agahdar in ku di avakirina aştiyê de û di pêşxistina jiyaneke ji bo azadiya jinan a demokratîk û ekolojîk de rola me diyarker e. Ev haydarbûn berpirsiyariyeke zêdetir li ser milê me bar dike. Jin di avakirin, parastin û veguhastina aştiya civakî ya ji bo nifşên pêşerojê de xwedî roleke girîng in. Di lêkolînên hatine kirin de jî tê dîtin ku pêvajoyên aştiyê yên ku jin tê de cih digirin, zêdetir tevgir (kapsayıcı) û xwedî temenekî dirêj in. Tê zanîn ku di pêvajoyên jin di mekanîzmayên biryar û pêkanînê de cih digirin, pêvajoyeke demokratîktir û wekhevîparêztir tê jiyîn.”

‘Qanûn bi awayekî kolektîf nehatiye amadekirin’

Sebahat Tuncel bi bîr xist ku bi ser banga aştî û civaka demokratîk re salek û nîv, bi ser danîna çekan re jî salek derbas bû û ev nirxandin kir: “Mixabin di vê pêvajoyê de AKP û şirîkê wê MHP, ji bilî gotinan tu gavên pratîk neavêtin. Di asta ku gihîştiye de, civak li benda avêtina gavên hiqûqî û siyasî yên berçav û şênber e. Têkildarî hewcedariyên qanûnî yên pêvajoyê, ji raya giştî re radigihînin ku amadekariya qanûnekê ya desthilatdariyê heye û ev qanûn dê berî bi dawîbûna meha tîrmehê derkeve. Lê belê naveroka qanûnê bi tevgera siyasî ya Kurd re ku aliyekî pêvajoyê ye, bi civakê û raya giştî re nehatiye parvekirin. Ev yek pirsgirêkeke cidî îfade dike. Amadekirina qanûnekê ya yekalî, li gora ruhê pêvajoyê jî nîn e. Lê pirsgirêka esasî ew e ku ev qanûn bi awayekî kolektîf nehatiye amadekirin û partiyên siyasî yên ku îmzeya wan di raportê de heye, di nav vê pêvajoya çêkirina qanûnê de cih negirtine. Di dema rexneyên li ser nemeşandina şefaf a pêvajoyê û tevlênekirina hemû beşên civakê ya pêvajoyê de bi mafdarî berdewam dikin; veşartina AKPê ya pêvajoya çêkirina qanûnê ku ji bo dabînkirina aştiya ku eleqeya wê bi tevahiya civakê re heye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd xaleke girîng îfade dike, ji mûxalefetê û raya giştî, rewşeke nayê qebûlkirin e.”

‘Rêbaza desthilatê dibe sedema kûrkirina bêbaweriya heyî’

Her wiha aktîvîsta TJAyê Sebahat Tuncel da zanîn ku di pêvajoyeke wisa de ku daxwaza demokrasiyê, maf û azadiyan ewqas zêde ye, rêbaza desthilatdarî hildibijêre dibe sedema domandina bêbaweriya heyî û her ku diçe kûrkirina wê û diyar kir ku tişta divê bê kirin ew e ku hemû partiyên amadekariyên wan li ser pêvajoyê hene, amadekariyên xwe bikin yek û bêyî dem derbas bibe metnekî qanûnî yê hevpar derxin û bixin meriyetê.

Etîket: Pêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkSebahat Tuncel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo pêvajoyê hefteya krîtîk: Çav li Îmraliyê û qanûna çarçoveyê ye

Ji bo pêvajoyê hefteya krîtîk: Çav li Îmraliyê û qanûna çarçoveyê ye

11 TÎRMEH 2026
Konferansa ‘Li Tirkiyeyê Pêvajoya Aşitiya Civakî û Mînakên Dinyayê’ dest pê kir

Mîthat Sancar: Divê rola Birêz Ocalan bi fermî were naskirin

11 TÎRMEH 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê qanûna çarçoveyê weke ku hatiye muzakerekirin bê çêkirin

11 TÎRMEH 2026
Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

11 TÎRMEH 2026
ÎHDê ‘Rapora Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê’ ragihand: Ji bo aştiyeke mayînde rola Ocalan krîtîk e

ÎHDê ‘Rapora Çavdêriya Pêvajoya Aştiyê’ ragihand: Ji bo aştiyeke mayînde rola Ocalan krîtîk e

10 TÎRMEH 2026
Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

Malbata gerîlaya ku çeka xwe şewitand: Divê êdî dewlet gavan biavêje

9 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    Nedîm Seven: Eger ku dewletê rê vekiriba niha em li Amed û Enqereyê bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hekîm Sefkan bi helbesta ‘Ev Birîn Kevne’ balê kişand ser Rojava

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê dema qîwar e: Gelek fêydeyên wê ji tenduristiyê re hene

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo NATOyê sedan kesî bi îşkenceyê binçav kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ziyareta ‘Bavê Hazir’ jî di bin metirsiya madenê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sayîde Ulugana: Ew teslîm nebûn, çekên xwe bi destên xwe şewitandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wêneyên têkildarî darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî derketin holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nêçîrvan Barzanî peyam şand Newroza Amedê: Çarenûsa Kurd û Tirkan yek e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 21 sal in ‘Rêwîtiya Rojê’ ya Amarayê didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (314)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne